Li ber dîmenên gerîlayên ku serê wan li ser lingê hevalên wan ku can dikişandin, di serî de wijdana hemû mirovahî, xweza, şînatî, dar û hemû zindiyên li ser rûyê erdê miribûn.
Dîmenên welê bû ku cîhan û mirovahî jê berpirsyar û şirîkê vê hovîtiyê bû. Bi saxî kêlî bi kêlî ruh ji bedena ciwanên kurd dihate kişandin. Ev êşeke welê bû ku her kêliya ku çavê mirov pê dikeve û dibîne, bi hema rengî ruh ji canê mirov jî hildikişiya. Nefes diçikiya, laş ditevizî.
A li wir can dikişand, wijdan, keramet û rûmeta mirovahiyê bû. A li wir dihate fetisandin û nefes lê dihate çikandin, exlaqê mirovahiya pêşverû ya azadîxwaz bû. A li wir diyar dibû, berxwedan û efsûneke ya li ber mêtingerî û dagirkeriyê heta nefesa dawî pêre şer dikir bû. Ew dîmen hema dîmenek asayî nebû, dîmenek bi qasî tirsa xwe heybeta xwe jî hebû. Kêliyên berxwedanê ya li ber êrîşên nemerd ên mirovahiyê bû. Kêliyek bû jiyan, berxwedan, têkoşîn û mirin di zik hev de.
Kêliyên welê bû ku erk û berpirsyariyên me yên me bi cih neanî nîşan dida. Dîmenên ku şerma mirovahî û exlaqê civakê nîşan dida. Hevkarî, şirîktî û nokeriya navxwe û derve nîşan dida.
Ew kêlî kêliyên heq, hiqûq, nemerdî, hovîtî û mirovatî nîşan dida. Çi bû ku ewqas mirov nemerd û bêwijdan dibe? Çi bû ku mirov giha wê yekê ewqasî ji exlaqê xwe dûr bikeve û bi çekên qedexe û kîmyewî êrîş bikin û mirovan şehîd bikin.
Ev dîmen careke din erk û berpirsyariyên me tevan careke din raxist ber çavan. Zeîfî û lewaziyên me yên ji bo piştevaniya hêzên gerîla nîşan da. Ji bo me peyam da ku erk û wezîfeya xwe de lewaz mane ku îro ev dîmen derket holê. Em tev ji vê tabloyê berpirs in, bi necihanîna erk û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî, welatparêzî, dostanî, demokratî û wekheviyê heta astekê şirîk in.
Em şirîkin ji ber ku me bi qasî pêwîst ev tablo nîşanî cîhanê neda. Me bi xwe ji vê yekê ewqas hîs nekir. Tevî ku ewqas daxuyanî û dîmenên ji aliyê HPG’ê û Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) ve hate parvekirin, em xemsar nêzîk bûn. Me avahî û saziyên mafê mirovan ên ji bo Kurdan ti bend û qanûnek nîne di serê wan de ne hilweşand.
Me bi çalakî û dengê xwe di ser de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), saziyên mafê mirovan ên navneteweyî û cîhanî ew ji vê yekê haydar nekirin. Dîsa me şirîkatiya wan bi qasî pêwîst tehşîr nekir. Me nekarî wan û qanûnên wan ên ji bo Kurdan nîne, li serê wan neanî xwar. Lewra îro em bi tabloyeke wiha re rû bi rû ma û ji mirovatiya xwe, hebûna xwe şerm bikin.
Dibe giran jî be a rastî li aliyekê ev tablo encama karê me ye. Encama têkoşîna me ya piştevaniya bi ewladên me re ye.
Bi wê dîmenê em tev mirin, tev tevizîn û nefesa me çikiya…
Gelo em ê bikarin bi vî barî û berpirsyarî bijîn? Em ê bikarin li ber vê berpirsyariyê wijdan û berpirsyariyên xwe careke din li ber çavan re biborînin û xurtir bikevin têkoşînê? Em vê nekin, wê ji naha û şûnde, zêdetir nefesê li me biçikînin û bixwazin me temamî ji kokê ve qir bikin.
Eger ku em erk û berpirsyariyên xwe bicih bînin, em ê bikarin hesabê van dîmenan bixwazin û wijdana xwe jî lêpirsîn bikin û bikarin bi têkoşînê re bibin yek. Bikarin li gorî rastiya demê bikevin liv û tevgerê. A ji me têvan tê xwestin ev e. A bê kirin jî ev e.