Navenda Nûçeyan |
Li gorî lêkolînekê ku li kovara Plos One hate weşandin, aşkera bû ku demeke dirêj beriya serdema tunebûna dînozoran, li gel teqînên dijwar ên volkanan jî dînozor bi hezaran salî sax mane.
Pisporên Zanîngeha Capê, fosîlên 25 şopên lingan ên li Çola Karoo ya li Afrîkaya Başûr dîtin, lêkolîn kirin. Di lêkolînê de hate tespîtkirin ku ev şopa lingan ji ‘Serdema Jûra ya Destpêkê’ ne ku beriya 174 heta 201 milyon salî bû. Pisporan tespît kirin ku beriya 183 milyon salî, ji ber teqîna dijwar a volkanan germahî û metirsiyeke mezin li dinyayê hebû, lê belê tevî vê yekê jî dînozor û hin zindî sax man.
Li gorî lêkolînê, li gel teqînên dijwar jî dînozor bi hezaran salî sax man. Hate ragihandin ku teqîna navborî jî ji volkanên li Drakensbûrgê çêbûne.
Ji pisporên lêkolînê Emese M. Bordy destnîşan kir ku piştî teqînên li Afrîkaya Başûr, zindiyên li herêmê heta ku lav li tevahiya herêmê belav bibin hebûna xwe parastin. Bordy diyar kir ku ev yek tê wê wateyê ku ger di paşerojê de teqîn rû bidin wê zindî karibin xwe li gorî şert û mercên hingî amade bikin.
Ev lêkolîn li ser dînozorên li derdora Afrîkaya Başûr bûn. Ji bo tunebûna dînozorên li gelemperiya cîhanê beriya 65 milyon salî, tê gotin ku ji ber meteorek li cîhanê ketî wisa li cîhanê hat ku jiyan lê nepêkan bû.