Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dinya li dora Kobanê dizîvire

Sala 2014’an çeteyên DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn dest bi êrîşên qirkirin û dagirkeriyê kirin. Ji Mûsilê heta Şengal û Mexmûrê gelek dever dan li ber xwe. Di payîzê de ango meha îlonê jî berê xwe dan Kobanê. Erdogan ê ku bavê wan çeteyan bû di heman wextan de li Dîlokê axaftinek kir û got Kobanê ket û ha dikeve. Vê axaftina Erdogan û êrîşên çeteyan her kesî rakir ser pêyan. Hedefa Erdogan û çeteyên wî ew bû ku di demeke kin de bajarê Kobanê dagir bikin. Ji bo vê yekê jî êrîşên gelekî giran birin ser wê derê. Kurd jî vala nesekinîn û temaşe nekirin. Wî wextî her kes ji bo Kobanê rabû ser pêyan. Ji tax û kolanên Kurdistanê heta metrepolên Tirkiye û navendên Ewropayê sed hezaran daketin qadan. Her der bû Kobanê û her der bû qadên berxwedanê. Berxwedana ku şervanan li Kobanê nîşan da û xwepêşandanên li derve hevdû temam kirin. Bi saya vê berxwedanê jî Kobanê ji çeteyan re nema. Daxwaza Erdogan di qirika wî de ma. Ew çeteyên kirêkirî jî yek bi yek tune bûn.

Berxwedana li Kobanê li dinyayê deng veda. Wêne û dîmenên wan şervanan li her derê hat dîtin. Têkoşîna kurdan li dinyayê hat bîhistin. Ji Amerîkayê heta Ewropayê dehan kesên biyanî û enternasyonalîst piştre berê xwe dan Kobanê. Hin ji wan li Kobanê, Minbic, Reqa, Efrîn û Serêkaniyê şehîd bûn. Ew kesên li pey xeyalên azadiyê bûn berê xwe dan Rojava. Eger berxwedanek li dijî faşîzmê hebe li wê derê dihat dayîn. Lewma jî gelek kesên ne kurd di vê rêya azadiyê de canê xwe feda kirin. Çawa ku çirûska şoreşê li Kobanê pê ketibû, agirê azadiyê li wê derê bilind bû. Arîna Mîrkan bû ev agir geş kir. Ji sosyalîst heta enternasyonalîstan hezaran kes beşdarî vê govenda azadiyê bûn.

Kobanê di heman demê de bû noqteya şikestina Erdogan ango faşîzmê. Piştî Kobanê jî Erdogan ew maseya çareseriyê qulipand û dawî li hevdîtinan anî. Piştre jî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê dest pê kirin. bajar û navçeyên kurdan bi erdê re kirin yek. Parlamenter û hevserokên HDP’ê avêtin zindanê. Şaredariyên HDP’ê dagir kirin û hezaran kes girtin. Komkujiyên li Pirsûs, Enqere û Dîlokê jî li pey Kobanê hatin. Erdogan ji bo ku heyfa Kobanê hilîne her tişt kir. Xwîn ketibû çavê wî û çiqas xerabî hebe pêk anî. Ji bo Kobanê çend deverên Rojava dagir kirin û dîsa jî nekarî xwe bigihîne wê derê. Îro jî dîsa çavê wî li Kobanê ye. Ji bo karibe êrîşî wir bike li ber deriyê Amerîka û Rûsyayê geriya. Heta ku jê hat xwe erzan kir lê dîsa jî kesî wî nekirî. Ji ber ku Kobanê naşibe tu deverî. Kobanê êdî bûye bajarê her qehremanî. Bi saya wan qehremanan dawî li xeyalên Erdogan û dagirkeriyê hat. Ji pirtûka Sefkan Kobanê hûn dikarin gelek agahî û bûyeran bibînin. Pirtûka bi navê rojnivîska berxwedana Kobanê bûyerên li wê derê yek bi yek radixe ber çavan. Sefkan Kobanê fermandarê li wir bû û birîndar bû. Ji pirtûkê hûn ê fêm bikin ku şer û berxwedaniya li wê derê naşibe ya tu welatan. Di sedsala 21’ê de şerekî ew çend giran qewimî ye. Ji şerê bajaran bigirin heta şerê gerîla. Sefkan Kobanê di pirtûkê de kêlî bi kêlî cih daye gelek bûyeran.

Kobanê bûye kul û ketiye ser dilê Erdogan. Piştî bi salan Erdogan a niha dîsa doza Kobanê xistiye rojevê. Ji dozanê Kobanê zêdetirî sed siyasetmedar tên darizandin. Erdogan hê jî radibe û dibêje Selahattîn Demîrtaş ji bûyerên Kobanê berpirsiyar e. Girtîhiştina Demîrtaş û sedan kesî ji bo Kobanê dike. Wî hesab nedikir ku wê Kobanê nekeve û dawî li DAIŞ’ê neyê. Yê ev pêk anî kurd û hevrêyên wan bûn. Lewma jî îro heyfa xwe hiltîne. Wekî meseleya ku tê gotin; devê rovî nagihêje tirî, dibêje tirî tirş e. Îca ev jî Erdogan e. Xwe negihand Kobanê, dest bi doza Kobanê kir. Lê ew çi dike pûç û vala ye. Dinya êdî li dora Kobanê dizîvire. Devera ku şoreşê lê dest pê kir Kobanê bû. Devera ku DAIŞ û Erdogan lê şikest Kobanê bû. Devera destpêkêye ku Rêber Apo ji Kobanê derbasî Rojhilata Navîn bû. Çawa ku li vî bajarî her tişt bûye destpêk, wê dawiya Erdogan jî li vê derê bibe destpêkek. Erdogan wê li ser Kobanê dawiya xwe bîne.

Nûçeyên Têkildar