Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dinya li ser serê Bavê Fexriya bûye tara bêjingê

Eda Mado ku jineke êzidî ye, beriya stranê van agahiyan parve dike: “Bavê Fexriya, birê Filîtê Quto ye. Reşkotî ne, xwarziyê me êzidiyan e. Kurê Şemê ne. Tirba Filît û Bavê Fexriya li gundê Bolindê li kêleka hev e. Bavê Fexriya li dij dewletê derket paşê fermana wî rakirin

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Azîz Ogur têkildarî strana Bavê Fexriya û çîroka stranê nivîsand. Her wiha nivîskar formên cûda ya stranê bi bîr dixe û tevahiya nivîsa Ogur wiha ye;

“Strana Bavê Fexriya gelekî tê zanîn, guhdarîkirin û gotin lê belê baş nayê naskirin. Kûrahiya aliyê feylesofîk, kûrahiya wêjeyî, kûrahiya hestî û kûrahiya dîrokî ya stranê mîna pêwîst dike, nayê zanîn. Ev rastî ji bo piraniya stranên dengbêjiyê lê ye.

Lewra analîzkirineke baş neçar divê xwe bisipêre înformasyon, dane û agahiyan.

Dayika kurd bi navê Eda Mado der barê Bavê Fexriya de agahiyên balkêş dide û stranê jî bi agahî û şîroveke taybet dibêje. Ez gihiştim wê qanaetê ku şîrove-agahiyên Eda Mado ji aliyê gotin, agahî ve versiyona herî nêzî strana orjinal a şêwazê destpêkê ên stranê bin.

Eda Mado ku jineke êzidî ye, beriya stranê van agahiyan parve dike: “Bavê Fexriya, birê Filîtê Quto ye. Reşkotî ne, xwarziyê me êzidiyan e. Kurê Şemê ne. Tirba Filît û Bavê Fexriya li gundê Bolindê li kêleka hev e. Bavê Fexriya li dij dewletê derket paşê fermana wî rakirin. Revî çû binya xetê li gundê Kerengo gûndê Suaniya ma.”

Bi vê yekê, em fêr dibin ku Bavê Fexriya li Rojava, xwe li xalanê xwe yên êzidî girtiye û li gundê Kerengo yê girêdayî Amûdê bi cîh bûye.

Di hin versiyonan de jina diavêjê ser Bavê Fexriya, mîna evîndara wî ya beriya mehkûm, an sirgûn bibe tê nasandin, di hinan de mîna qîzeke file (xiristiyan) a evîndarî wî bûye, tê nîşandan. Lê Eda Mado, berovajî nirxandinên din, mijarê vedibêje: “Bavê Fexriya dem bi dem vedigeriya welêt. Dema gihişt cem Kaniya Bolindê dît ku keçeke ciwan cêrê wê di destê wê de ye avê dadigire û strana ‘Bavê Fexriya’ dibêje. Ji qîzê dipirse, ‘Bavê Fexriya kî ye?’ Qîz bersiva, ‘Bavê Fexriya ji ber fermanê reviya çû Sûriyeyê. Min qet ew nediye, lê qala wî gelekî hate kirin û ez bûme evîndara wî. Li ser vê yekê xwe dide naskirin ku Bavê Fexriya, ew e. Qîz dixwaze wî bi xwe re bibe, lê belê bi şêwazekî wê îqna dike û ji wir vediqete.”

Di hemû versiyonan de di dawiya beşan de ji bo Bavê Fexriya carinan “Fermanliyo” carinan jî “Cezaliyo” tê tixab kirin.

Lê tevî di stranê de qala kelepçekirina destê wî û avêtina zîndana Mûşê tê kirin jî, agahiyeke vê yekê piştrast dike, tune ye. Dibe ku tirsa girtina wî hatibe bilêvkirin:

Bê bila xwedê xera bike mala eskerê tirko,

destê Bavê Fexriya xistin darê kelepçê berê wî dane Mûşa Şewitî… Wî delal Mûş î sar e…

Diyar e, piştî biryara girtina wî hatiye dayin, mehkûm bûye. Di stranê de bêzarî an dijberiya dewleta tirk û pêşengên wê yekser tê nîşandan:

Bave Fexriya, çiya ban kir çiya

Çiyayê Mawa ban kir Çiyayê Omeriya

Mebûsa Tirko li Enqereyê li hev civiya

Ewraq û mektûbên Bavê Fexriya belav kirin li serê riyan.

Bavê Fexriya bû mehkûmê çol û çiyan…

Dewrana Kemal-Îsmet Paşa qet ne bi xêr be

Ji Bolindê heyanî Zivingê

Dinya li serê Bavê Fexriya bûya tara vê bêjingê

Jina evîndara Bavê Fexriya amade ye her fedakariyê bike. Lewra qala bi Bavê Fexriya re mehkûmbûn û derketina serê çiya jî dike:

Bavê Fexriya destê xwe bide destê min;

Emê herin çiyayê Kurdistanê ji xwe re çend salan bigerin nav eşqiyan.

Em ê xwe bavêjin çiyayê Kurdistanê.

Ez û te, em ê serê xwe deynin ser qondaxa vê tifingê.

Beranberî bihîstina birîndarbûna Bavê Fexriya, jina evîndara wî, mîna pirraniya stranên din ên Kurdî hewldanên xwe yên ji dil ku jê re bibe derman, dike rêz. Qala çûyîna cem Erekîlê Fileh ê hekîm-doktor dike. Diyar e Erekîl navekî ermenî ye û di dema serboriya Bavê Fexriya de navdar e. Lewra, lêgerîna dermankirina birînên Bavê Fexriya di stranê de bi şêwazekî trajîk, wêjeyî û erotîk wiha vedibêje:

Bavê Fexriya min ji înê heta bi înê

Xeber dane, dibêjin, Bavê Fexriya birîndar e bi sê gulê tometîkê.

Dibên, destê Bavê Fexrî delalê dilê min nagirin mîrata gemê vê dizgîn.

Weyla li min rebenê ezê bikim bilezînim,

Ezê doktoran û Erekîlan li ser bavê Fexriya bi hev gihînim,

Ezê herim cem Erekîl ê Feleh,

Ezê bêjim ketime bextê te û yê Xwedê de, tê meqesê mezin ji mal derîne.

Tê taximê sîng bû berê min keçikê biçirpîne,

Ji Bavê Fexrî Torinê mala Ezo, delalê dilê min rebenê, bavêje devê bê xwediya vê birrînê…

Mayîna eşîr, malbat û gund ê pêşeng jî mîna temayekê di stranê de bi asteke dilêşî tê ravekirin. Yanî îhtîşam û tevgera malê, gund û oda pêşengên civakê cihê xwe ji bêdengiyê re hiştiye:

Mane sala çûyî vî çaxî dewrana Bavê Fexriya bû,

Sala îsal weyla li min rebenê;

Bavê Fexriya çûm Bolindê xire û xalî

Wezê çûm Zivinga Bavê Ereb, weyla li min rebenê law ti ne li mal î

Wez çûma aliyê odê, ji mêvanan xire û xalî

***

Hefteya bê emê bi hostayî, hunerê zexm a sazkirina strana Bavê Fexriya di ser çavkaniya evîn, hest û dilsoziya “Kaniya Bolindê” re dakevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar