Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dinya xera kir li “aştiya herêmê” difikire

Seth J. Frantzman di gotara xwe ya rojnameya Jerusalem Postê de helwesta Almanyayê ya li dijî kurdan rexne kir

Di rojnameya Îsraîlî Jerusalem Postê de nivîseke Seth J. Frantzman hat weşandin ku helwesta Almanyayê ya beramberî kurdan bi gotinên dijwar rexne kir. Frantzman ser nivîsa “Almanyaya ku Sedam Huseyn çekdar kir, dibêje dewleta kurdan wê zirarê bike li aştiyê.

Nivîskar îşaret bi daxuyaniyeke serokwezîra alman Angela Merkel dike ku Deutsche Welle (DW) ya erebî weşandibû. Di vê daxuyaniya ji bo xwendekarên li Saksonya Jêrîn de wê gotibû, “dewlet ne ji heqê kurdan e ji ber ku ev xizmeta aştiya li herêmê nake”.

Nivîskar bi bîr dixe ku bi giştî herçî Herêma Federal Kurdistanê ye, hikûmeta alman bi giştî destek dayê, pêşmerge perwerde kirine. Lê dema ku mesele dibe diyarkirina çarenûsê, Almanya li eyarên xwe yên destpêkê vedigere. Nivîskar bi bîr dixe ku di dema Enfalê de 27 şirketên Almanyayê pişta Sedam girtine, lê hikûmeta alman ji vê ti carî aciz nebûye. Ew her wiha bi bîr dixe ku gotareke di Berkeley Journal of International Law sala 2013´an Almanya bi “Hevkariya qirrkirina li dijî kurdan” tevî Sedam Huseyn gunehbar kiriye.

Sûcên Almanyayê ne yek û didu ne

Nivîskar li vir hizreke li ser rast û şaşbûna biryara kurdan îfade nake û vê weke mafê diyarkirina çarenûsê dibîne. Lê ya ew bi rastî dike, nirxandina gotinên Merkelê yên “Aştiya li herêmê” ye. Li gorî wî, ev helwêst heman helwesta Almanyayê ya sedsala 20´an e ku du şerên cihanê dane destpêkirin û beriya wê jî li Namîbyayê du milet qirr kirine, piştre jî di dema Şerê Cihanê yê duyem de Cihû û Roma-Çingene qirr kirine. Ew di vê çarçoveyê de dewra Almanyayê di wê yekê de ku Sedam Huseyn kurd bi gazên jehrî qirrkirin, bi cih dike.

Ew paşê bi bîr dixe ku hîna nû ew qoqên seriyan ên mexdûrên qirrkirina li Namîbyayê sala 2018´an li welatê wan û miletê wan hatine vegerandin ku hingê şandibûn Almanyayê. Ev qoqên seriyan ji bo lêkolînên îsbatkirina nijada ji nijadên din çêtir de anîbûn Almanyayê. Piştre jî vê tesbîta bi lome dike,”Xwendekarên kurd ji Merkelê nepirsîn ka rola Almanyayê di bigurçûpêçkirina Sedam çi bû, yan jî ka Almanyayê di sedsala 20´an de çi şer dane dest pê kirin.” FRANKFURT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar