Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Dinya xirab dibe!

Ji ber germahiya global dinya ber bi xirabbûnê ve diçe. Li gorî pisporan sala 2050 dê jiyan serobino bine û gele daristan dê tune bibin

Tê texmînkirin ku germahiya global wê sala 2050’î jiyana li dinyayê ser û bin bike. Pispor der barê vê yekê de dibêjin, ‘senaryoya herî xerab’ zû yan jî dereng wê pêk were. Saziyeke fikrî ya bi navê Breaktrough-National Centre for Climate Restoration meha derbasbûyî raporek weşand. Di raporê de ya bi îmzeya David Spratt û Ian Dunlop, ji ber germahiya global wê welê li hin deverên dinyayê bê ku jiyan lê nabe, netewe wê belav bibin, sîstema heyî wê têk biçe. Di raporê de hate destnîşankirin ku bi vî rengî wê sala 2050’î dawî li şaristaniya mirovahiyê bê.

Li gorî heman senaryoyê wê Resîfa Set a Mezin a li Awûstralyayê û daristanên Amazonê ji holê rabin. Piştî ku qeşa li Arktîkê heliya wê asta bilindbûna ava deryayê heta sala 2050’î bi nîv metreyî, heta sala 2100’î jî heta du û sê metreyan bilind bibe.

Çandinî bi dawî bibe

Di rapora Breaktrough-National Centre for Climate Restoration de jî tê gotin: ”Ji ber encamên hilweşîner ên li ekosîstemê wê zêdeyî milyarek mirovên li herêmên tropîkal in bibin penaberên avhewayê. Ji ber ku li wan herêman karê çandiniyê wê bi temamî bi dawî bibe li tevahiya dinyayê hilberîna çandiniyê wê yek ji pênc paran kêm bibe.

Di raporên Panela Guhertina Avhewayê ya Navhikumetan (IPCC) de ku ji endamên Neteweyên Yekbûyî hemûyan re vekiriye, ji bo felaketên avhewayê bên astengkirin divê asta germahiya global di rêjeya 1,5 pileyî de bê hiştin. Ji bo vê jî tê gotin, li tevahiya dinyayê emîsyona gaza bi bandora sera divê heta sala 2030’î li gorî asta sala 2010’an 45 ji sedî bê kêmkirin, heta sala 2050’î jî bi temamî ji holê bê rakirin. Li gorî vê yekê jî dema bû sala 2050’î divê çar ji pênc parên pêwîstiya elektrîkê ji çavkaniyên dikarin bên nûkirin (roj, ba, av û hwd.) bên peydakirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar