Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dîplomatê Îtalî: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê yê berê Franco Danieli got, "Êdî dem hatiye ku Abdullah Ocalan azad bibe. Divê li çar aliyên cîhanê dengê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bilind bibe."

 

Hiqûqnas Franco Danieli ku piştgiriyê da pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ û bal kişand ser pêwîstiya bi mezinkirina pêngavê.

Franco Danieli di navbera salên 1998-2000’î de dema Massimo D’Alema serokwezîr bû, her wiha di navbera salên 2006-2008’an de di dema hikûmeta bi serokwezîrtiya Ramano Prodi de wezîfeya Alîkariya Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê kir. Danieli nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya dewleta tirk a li ser Abdullah Ocalan da û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bang kir.

Hiqûqnas Franco Danieli diyar kir ku tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye û wiha got: “Tirkiye divê pîvanên demokratîk ên ji aliyê hiqûqa navneteweyî ya Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî qebûl bike ku bingeha civakên demokratîk e û peymanên wan îmze kiriye. Tirkiye pîvanên demokratîk ên bingehîn, mîna azadiya şexsî yan jî mafên misoger ên her şexsî qebûl nake. Weke ku di mînaka Abdullah Ocalan de tê dîtin, Tirkiye li gorî gelek peymanên navneteweyî yên îmze kiriye tevnagere.”

‘Divê Abdullah Ocalan di girtîgehê de heyê girtin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Franco Danieli ev tişt got: “Şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê ku Abdullah Ocalan lê girtî ye, me dixe nava fikaran. Bi dîtina min, dem hatiye ku Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve û azad bibe. Nabe ku êdî Abdullah Ocalan li girtîgehê bê hiştin.”

Danieli bal kişand ser berpirsyariya Ewropayê ya ji aliyê dîlgirtin û tecrîdkirina Ocalan û wiha domand: “Di navbera mafên mirovan û berjewendiyên neteweyî de timî şerek heye. Ev rewş her tim bûye bingeha têkiliyên navbera dewletan. Têkiliyên berjewendiyan ên navbera dewletan dibin sedem ku gelek ji binpêkirinên mafên mirovan ên li wan welatan neyên dîtin. Yekîtiya Ewropa ji bo pêşî li pêla koçberan a ber bi Ewropayê ve bigire alîkariyê dide Erdogan. Tevî vê yekê binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê jî ji nedîtî ve tê. Bêdengiya li pêşberî şert û mercên ragirtina Ocalan jî ji ber vê têkiliya Yekîtiya Ewropayê ya bi Tirkiyeyê re ye.”

Divê pêngava azadiyê mezintir bibe

Parêzer Franco Danieli diyar kir ku ew piştgiriyê dide pêngava azadiyê û destnîşan kir ku divê pêngav hîn bêhtir bê mezinkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan bi salane gelek entellektuelên girîng ên mîna Noam Chomsky di nava hewldanan de ne. Em piştgiriyê didin vê kampanyayê ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. Êdî dem hatiye ku Abdullah Ocalan azad bibe. Ji ber vê yekê bi dîtina min divê ji çar aliyên cihanê dengên ji bo azadiya Abdullah Ocalan êdî bilind bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar