Bi Peymana Lozanê ku ji aliyê Ingilistan, Fransa, Îtalya, Yewnanistan, Romanya, Sirbistan, Hirvatistan, Slovenya û Tirkiyeye ve di 24’ê tirmehê 1923’yan de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hat îmzekirin re sînorên nû hatin xêzkirin. Di nav van sînoran de Kurdistan di nav çar dewletan de hate parvekirin. Kurd ku di bin mêtîngeriya çar dewletan de rastî, gelek komkujî, qirkirin û polîtikayên asîmîlasyonê hatin, di sedsaliya Peymana Lozanê de li çar aliyên Kurdistanê û dervayî welêt bi komcivîn û komxebatan li ser mafên xwe radiwestin û nîqaşan dikin.
Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe
Endamê NRLS Kurdyar Direhî der barê Komxebata Lozanê de ku li Rojava hat lidarxistin bi lêv kir ku di sedsaliya Lozanê de ji bo destkêftiyên kurdan a girîng yekitî ye û got ku heke yekitiya kurdan pêk neyê dê Lozan dubare bibe.
Di çarçoveya komxebatên Lozanê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 6-7’ê tirmehê de bi dirûşma “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehîya herêmî” ji aliye Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve Komxebata Lozanê hat lidarxistin. Di komxebatê de ku 2 rojan berdewam kir, li ser mijarên weke rewşa kurdan, destkêftiyên heyî û mafên kurdan nîqaş hatin kirin. Piştî 2 rojan encamnameya Komxebata Lozanê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de ku li ser 9 xalan hatibû rawestandin, ji bo destkêftiyên kurdan û bi destxistina mafên wan yekitî û yekrêziya hêzên kurdan hat destnîşankirin. Piştî aşkerakirina encamnameyê nîqaşên pêkhatina yekitiya partiyên kurd berdewam dikin.
Endamê NRLS’ê Kurdyar Direhî ku di komxebatê de cih girt, li ser nîqaşên komxebatê û encamnameya ji aliyê wan ve hat aşkerakirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Komxebata Lozanê
Kurdyar Direhî bibîr xist ku peymana Lozanê Kurdistan di nav çar dewletan de parve kiriye û hebûna kurdan tune hesibandiye. Dirêhî, bi lêv kir ku piştî Peymana Lozanê kurd gelek caran rastî qirkirinê hatine û wiha got: “Kurdan ji aliyê aborî ve jî gelek zehmetî kişandine û rastî gelek komkujiyan hatine. Tevî bi dehan raperînên kurdan ên ji bo avakirina statûya gelê kurd jî, ev raperîn têk çûn. Ji ber ku berjwendiyên dewletên ku Lozanê îmze kirin, nedihiştin ku kurd bigihêjin armanca xwe. Em jî li ser van xalan rawestiyan û li ser van nîqaşên me çebûn. Hem li dervayî welêt hem jî li çar aliyên Kurdistanê yên ku beşdarî komxebatê bûn, pesandan kirin ku fikra Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan hem ji bo Kurdistanê hem jî ji bo Rojhilata Navîn çareserî ye.”
Dirêhî diyar kir ku ew ê di çarçoveya biryarên di komxebatê de hatine girtin de xebatên xwe bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê xebatên xwe li welêt bi lidarxistina semîner û komcivînan bidomînin û li dervayî welêt jî em ê li dewletên ku di îmzekirina Lozanê de cih girtine têkiliyê deynin û hewl bidin ku ev rahejin berpirsyariya xwe û tekiliyên berfireh bi wan re çebikin. Em ê raya giştî jî agahdar bikin ku pewîst e edî di vê sedsalê de pirsgirêka kurdan bê çareserkirin. Heke pirsgirêka kurd çareser nebe, ne mimkin e Rojhilata Navîn aramiyê bibîne.”
Startejiya kurdan
Direhî bal kişand ser girîngiya yekitiya partiyên kurd û wiha pê dê çû: “Di komxebatê de li ser yekitî û yekrêziya hêzên kurd hat rawestandin. Li her welatî nakokî di navbera partiyên siyasî de hene, lê ev nakokî nabe sedem ku li dervayî welêt nakokî hebin. Mabesta me jî ew e ku di hundirê welat de nakokiyên partiyên siyasî hebin jî, li dervayî welat ji bo kurd statûyeke bi dest bixin pewîst e stratejiya kurdan yek be. Dibe ku berjewendiyên partiyan yekitiyê nepejirînin, lê pêwendiya gel di yekitiyê de ye, ji ber vê jî divê hemû rêxistinên sivîl ên Kurdistanê ji bo yekitiyê zorê bidin partiyên siyasî ku bikarin kongreyeke neteweyî li dar xînin.”
‘Rewşa kurdan xwe dubare dike’
Direhî, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku wekî NRLS ji bo yekitiyê çi berpirsyarî bikeve ser milê wan dê bikin û ev tişt anîn ziman: “Helbet semînerên me yên ji bo yekitiyê ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li çar aliyên Kurdistanê bi rê ya têkiliyan ve wê bên lidarxistin. Rewşa sedsaliya Lozanê ya kurdan di roja me ya îro de jî xwe dubarê dike. Em bala xwe bidin serdema îmzekirina Peymana Lozanê ya 1923’yan, wê demê jî tevgerên kurdan lihevketî bûn û hin kesan piştgiriya dewletê tirk a wê demê dikirin û hinek kurdan jî doza serxwebûnê dikirin. Lê ev lihevketin bû sedem ku dewleta tirk bê avakirin û mafên gelê kurd bên windakirin. Di roja me ya îro de jî, em dibînin ku dewleta tirk dixwaze Mîsak-î Mîlliyê pêk bîne û hin hêzên kurdan jî piştgiriya dewleta Tirkiyeyê dikin. Ya dikeve ser milê me jî, em ji gelê xwe re rastiyê nîşan bidin ku Lozanêke nû dubarê nebe.”
Berjewendiyên malbatî
Bi domdarî Direhî bibîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî li Girava Îmraliyê banga yekitiya kurdan kiriye û axaftina xwe wiha dom kir: “Di serî de Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bang li Kongreya Neteweyî kir. Di wê bangê de birêz Ocalan pêşniyar kir ku serokê PDK’ê birêz Mesut Barzanî pêşengiya yekitiya kurdan bike. Lê mixabin pêk nehat. Stratejiya dewleta tirk a kurd nebin yek astengî li pêşya yekitiya kurdan derxist. Tirkiye ji avabûnê ve nexwestiyê kurd bibin yek û tevgerên kurdan li hemberî hev bikar anîne. Li çar aliyên Kurdistanê partiyên kurdan qala yekitiyê dikin lê dema gav tên avetin ev berjewendiyên heyî nahelin ku yekitî pêk were. Yanî weke mînak çima PDK pêşniyara birêz Ocalan nepejirand. Di nêrîna min de ji ber siyaseta dewleta tirk. Lê dema tevgerên siyasî yên kurd xwedî vîn bin berjewendiyên gelê kurd bide pêşiya xwe gelek gav wê bên avetin lê heke berjewendiyên malbatî û takakesî bidin pêşiya xwe wê demê jî em ê nikarin yekitiya kurdan ava bikin.”
Direhî anî ziman ku beşdar nebûna PDK li komxebatê mijara pirs û lêpirsînan e û ev tişt gotin: “Dema me komxebata li dar xist me dixwest hemû hezên Kurdistanê beşdarî komxebatê bibin. Xwedî helwest bin. Lê helwesta PDK a bêdengiyê nîqaşa pirs û lêpirsînan e. Çima PDK beşdarî vê komxebatê nebû, her wiha ENKS jî. Em ne li dijî tu partiyên Kurdistanî ne. Lê em berpirsyarin ku van tiştan jî zelal bikin; PDK ji ber tekiliyên wê ya Tirkiyeyê ku edî asta tekiliya siyasî û aborî derbas kiriye li başûrê Kurdistanê zêdetirî 40 baregehên dewleta tirk hene. Jixwe helwesta Tirkiye di referandûma başûrê Kurdistanê de diyar bû dewleta yekem ku li dijî referandûme derket. Her wiha ENKS niha di nava Îtîlafa Sûriyeyê de yê û tekiliyên wê bi dewleta tirk re heye. Îtîlafa Sûriyeyê îxvaniyê û me dît li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê gelê me tev koçber kirin. Di nêrîna me de ji ber tekiliyên wan a bi dewleta tirk re nikarinê tu helwestên welatperwerî nîşan bidin.”
Hevkariya PDK û Tirkiyeyê
Direhî bal kişand ser hevkariya PDK û Tirkiyeyê jî û wiha got: “Dewleta tirk tekiliyên xwe bi PDK re gelek da pêş û nehişt ku PDK başûrê Kurdistanê biparêze. Tirsa dewleta tirk a têkoşîna Tevgera Azadî hem li Bakur hem jî li Başûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kurd bigehêjin statûye heye. Ji bo li dijî destkêftiyên gelê kurd derkevê tekiliyên stratejîk ji PDK re daniyê. Li başûrê Kurdistanê herêma giredayî PDK bû ye heremekê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin. Ji ber ku PDK û ENKS ketiye di bin siwana dewleta tirk de ye yekitiya kurdan jî tê astengkirin. Tevgerên siyasî li her çar aliyên Kurdistanê bibin yek û kongreyeke navneteweyî li darbixin ENK û PDK beşdar nebe jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd meriv dikarê gavên mezin bavejê.”
‘Em ji bo yekitiyê amade ne’
Direhî destnîşan kir ku ew ji bo yekîtiya partiyên kurdan amade ne û bi van gotinan îşaret bi girîngiya yekitiyê kir: “Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di komxebatê de anî ziman ku em weke Rêveberiya Xweser ji bo yekitiya kurdan amade ne. Bi siyaseteke erzan em nikarin armancên mezin pêk bînin. Çawa Tirkiye têkbirina yekitiya kurdan stratejîk dinêrê, Tevgera azadî, Rêveberiya Xweser û tevgerên giredayî fikr û remanên Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan jî bi awayekî stratejîk li yekitiyê dinêre. Lê di vir de pirs ev ê; yekitî bi kê re? Hemû hezên kurd dibêjin em yekitiyê dixwazin lê weke mînak ENKS heta di nava îtîlafa Sûriyeyê de be Tirkiyeyê ve di nava hevkariyê de bê wê nekaribe yekitiyeke ava bike.”
Giringiya yekitiyê
Direhî, got ku Tirkiye di sedsaliya Lozanê de dixwaze armancên xwe yên Misak-î Mîlliyê pêk bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Heke yekitiyek ava nebe bi rastî gelek metirsî li ser destkêftiyên me hene. Başûrê Kurdistanê federal e lê dewleta tirk li wir dagirkiriyê û li bendeyê ku Kerkûkê jî bigre nav sînorên xwe. Her wiha di nava partiyên kurd ên başur de jî nakokî hene ji ber wê jî herêma Kurdistanê li başur di bin xetere de ye. Her wiha li Rojava jî bi avabûna Rêveberiya Xweser ve êrişên dewleta tirk ranewestiyan e. Ji ber wê jî ne yekbûna partiyên kurd ji bo destkêftiyên kurdan dibe sedema xetereyên mezin. Dewleta tirk di sed saliya Lozanê de dixwazê armancên xwe yên Mîsak-i Mîllî pêk bîne. Ji bo faşîzma tirk astengiya herî mezin hebûna Tevgera Azadiye û Rêveberiya Xweser e. Tekçûna Rêveberiya Xweser û Tevgera Azadî wê bibe têkçûna başûrê Kurdistanê jî ji ber ku hêzên dagirkêr tu car naxwazin statûya kurdan hebe her tim dixwazin Lozanê dubarê bikin. Ji ber wê jî yekitiya kurdan pir girîng e.”