Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dîrektorê ÎHR’ê: Li Îranê edalet tune

Dîrektorê ÎHR'ê Amiry-Moghaddam diyar kir ku li Îranê darvekirina mirovan zêde bûye û got ku ev jî di dema protestoyan tê kirin.

Li Îranê di şeş mehên ewil ên salê de herî kêm 354 kes hatine darvekirin. Piraniya kesên ku hatine bidarvekirin jî, kurd û belûciyên ku pêşengiya çalakiyên piştî kuştina Jîna Emîniyê, kirine. Li gor daneyan; herî kêm 77 kurd, herî kêm 71 belûc hatine bidarvekirin. Li gor daxuyaniyên rejîmê jî; ji kesên hatine bidarvekirin 260 kes jê ji ber sûcên tiryakê hatine înfazkirin. Lê rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê jî diyar dikin ku girtî bi awayekî adil nayên darizandin û gelek kes jî piştî îşkenceyan sûcan qebûl dikin.

Dîreoktorê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) Amiry-Moghaddam darvekirinên li Îranê û pêvajoya darazê nirxand.

Amiry-Moghaddam ku li Zanîngeha Osloyê profesor e û di heman demê de pisporê Norolojiyê ye, ji ber zextên rejîma Îranê çûye Norwecê û li vir 17 sal berê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ava kiriye. ÎHR, rojane û mehane binpêkirinên mafan ên li Îranê dike rapor. Amiry Moghaddam diyar kir ku darvekirinên li Îranê li gor par pir zêde bûne û ev tişt anî ziman: “Darvekirin li gor par ji sedî 36 zêde bûne û di heman demê de înfazên ji ber sûcên tiryakê jî pir zêde bûne.”

‘Edalet û zelalî jî tune’

Amiry-Moghaddam bilêv kir ku piştî kuştina Jîna Emînî darvekirin pir zêde bûne û wiha domand: “Rejîm bi vê dixwaze peyamekê bide. Ji mirovan re dibêje, ‘Em dikarin we bikujin û em vê dikin.’ Daraza Îranê ne pergaleke serbixwe ye. Parçeyeke mekanîzmaya çewisîner a Îranê ye û gelek kes jî piştî tên girtin nikarin parêzeran peyde bikin. Hema bibêje li her kesî cezayê mirinê tê birîn û tên darvekirin. Mirov dibêjin, ‘ji bo li xwe mikur bêm hatim îşkencekirin.’ Li dadgehên şoreşê darizandin sergirtî tên kirin. Li gel xirabûna pergala darazê, edalet û zelalî jî tune ye.”

‘Dê nikaribin bi tirsê civakeke li gor dilê xwe ava bikin’

Amiry-Moghaddam diyar kir ku armanca biryarên darvekirin ne ji bo têkoşîna li hemberî sûc e û wiha got: “Armanc ji bo pêşîgirtina protetsoyan û çavtirsandinê ye. Rayedarên Îranê jî baş dizanin ev ji bo dûrxistina ji sûcan ne kêrdar e. Sedema domandina înfazan jî, ew e ku ew ceza civakê çavtirsandî bike û hîn zêde pêşî li ber protestoyan bê girtin. Min di lêkolînên xwe yên çend salan de ev tişt dît; dema înfazên li Îranê parelelî dema protestoyan e. Gava bûyerên siyasî dest pê dikin, darvekirinên bi vî rengî tên kirin. Ji ber ku rayedar ji protestoyan ditirsin, înfazan jî bi armanca çavtirsandinê didin destpêkirin. Lê tu pergaleke totalîter dê heta dawiyê nedome. Komara Îslamî ya Îranê jî pergaleke totalîter e û ew jî dizanin dê heta hetayê neçin. Tenê ne çewisîner in, di heman demê de nikarin pirsgirêkên rojane yên mirovan jî çareser bikin. Her wiha pir dejenre bûne. Baş dizanin ku dê nikaribin bi tirsê civakeke li gor dilê xwe ava bikin.”

‘Makîneya mirinê’

Amiry-Moghaddam ku Îranê şiband ‘makîneya mirinê’ wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em kesên ku ji ber sûcên tiryakê tên darvekirin, wekî qurbanên mesreferzan ên makîneya mirinê ya Komarê Îslamî bi nav dikin. Ji lew re, înfazakirina wan dibe sedema berbelavbûna tirsê. Lê ev nabe cihê bertekeke navneteweyî jî û maliyeta wê ya siyasî jî kêm e. Ji ber ku civaka navneteweyî heta niha bertek nîşanî darvekirinan nedaye, li Îranê her roj du kes tên darvekirin.”

Amiry-Moghaddam diyar kir ku saziyên navneteweyî û raya navneteweyî bi heman helwestê nêzî hemû înfazan nabin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îranê heta niha 7 çalakger bi dar vekirine û civaka navneteweyî bertekeke tund nîşan da. Lê ji bo nêzî 350 înfazan jî tu bertek nîşan neda. Lewma divê li ber her înfazê rabe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar