Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Dîrok her demê şensê azadiyê nade’

Hevserokê Kantona Hesekê Xebat Silêman: "Bila kesek xwe nexapîne ger li Rojava kurd têk biçin dê li Hewlêrê kurd aram bijîn, qet tiştekî wisa nîne. Armanca sereke ya dijmin tunekirina hemû kurdan e."

Nêrgiz Ismayîl |

Hevserokê Kantona Hesekê Xebat Silêman geşedanên pêvajoya dawîn ên li Kurdistanê nirxand.

Xebat Silêman di destpêka axaftina xwe de bal kişand êrîşên li ser Rojava û wiha got: “Bi rastî gelek mijar hene ku em di vê demê dikarin binirxînin. Ji 2011’an ve ku şoreşa li Rojava û seranserî Sûriyeyê hat destpêkirin, di nava gelek zehmetiyan re derbas bû. Lê belê yek ji van zehmetiyên herî giran jî êrîşên dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî bûn. Bêguman berxwedaniyek bêhempa heta vê kêliyê berdewam e. Lê bele em hemû di vê zanebûnê de ne ku êrîşên mezin li ser pergala me ya demokratîk û jiyana bi hev re ya gelan heye. Tenê armanca pergalê ew e ku desthilatdariya xwe li ser hemû cîhanê belav bike. Îro li ser vê erdnîgariya me şerê berxwedanê yê mezin têne meşandin. Bi hemû rêbazan êrîşî me dikin, tenê armanc ew e têkbirina pergala me ya rêveberiya xweser e.”

Serkeftina kurdan di hevgirtinê de ye

Silêman destnîşan kir k udi vê demen dawîn de dewleta tirk a dagirker ji her helan ve êrîşên her çar parçeyên Kurdistanê dike û ev tişt anî ziman: “Di heman demê de êrîşên xwe li ser destkeftiyên şoreşê dike. Lê belê li şûna ku rêveberiya başûrê Kurdistanê piştgiriya Rêveberiya Xweser bike em dibînin nêzîkatî û kiriyarên li dij kurdayetiyê dide nîşandan. Bi rastî jî ev ji bo me cihê xemgîniyê ye. Ev demeke du nûnerên PYD’ê dane girtin, ji bo deriyê Sêmalka derbasbûna xelkên me ji pêdiviyên xwe yên jiyanî û nexweşiyan asteng dike. Serkeftina kurdan di hevgirtinê de ne ye, ne li dij hev sekinandinê ye.”

‘Bila PDK helwesta xwe zelal bike’

Hevserokê Kantona Hesekê Xebat Silêman ragihand ku dewleta tirk êrîşên herêm, gund û çiyên Kurdistanê dike û wiha pêde çû: “Çima ewqas bi cesaret dibe, ji ber ku di hundir de dema kurd alîkariya wê nekin wê demê ew jî nikare ev qas baweriyê di xwe de bibîne. Em bangawazî dikin divabe PDK’ê helwesta xwe zelal bike, bi kurdan re ye, yan bi dijminê kurdan re ye. Eger doza wê kurd û Kurdistan e, wê demê hemû kar û xebata wê divabû di xizmeta neteweya kurdan de be. Em nikarin demokrasiyê ji cîranan bixwazin û em di nav xwe da ne demokratîk in. Çi hemwelatiyên me dema derbasî Başûr dibin wiha bi zext û zorê nêzî wan dibin, sedem ew e; ji ber endamên Rêveberiya Xweser in. Çawa tiştekî wiha dibe. Welatê me hatiye perçe kirin ma em jî di nava xwe de ferq û cudahiyê têxin nav hev. Em bang dikin ku dijminên kurdan yek in. Bila kesek xwe nexapîne ger li Rojava kurd têk biçin dê li Hewlêrê kurd aram bijîn, qet tiştekî wisa nîne. Armanca sereke ya dijmin tunekirina hemû kurdan e. Gava dibêje kurd di wateya kurdek li ku derê be li wê derê divê bên tunekirin, heye.”

‘Divê em şansê azadiyê winda nekin’

Her wiha Xebat Silêman di dawiya axaftina xwe de ev pişt anî ziman: “Em wekî gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn nabe em vî şensê dîrokî ji destê xwe berdin û bi çavekî biçûk lê meyze bikin. Ev dem dema kar, xebat û têkoşîna bi hev re ye. Bê ferq û cudah, kurd li her deverê azar û zehmetî jiyane, nabe em kurd di vê dema hesas de wiha nêzî hev bibin. Em di sedsala 21’an de ne, cîhan ber bi pêşketinan ve diçe, em kurd jî pêwîst e li şûna paşketinê mîna hemû gelên cîhanê jiyana xwe ava û azad bikin. Li şûna dijminatiya li dijî hev, divê ji bo avakirina pergaleke demokratîk û parastina wan nirxên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bi hev re kar û xebatan bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar