Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dîrok îro xwe cardin zindî dike

Bêrîvan Tûnç

Mexmûr! Ev nav êdî ji kesê rê biyanî nayê.  Ji ber hemû cîhan vî navê jiber kiriye. Beriya 28 salan ji navçeyek li vê heremê bi navê Mexmûr hebû lê ji bilî kesên li wir jiyan dikirin kesê ne dizanî cihek bi vî navê li ser xaka Îraqê heye. Lê  piştî berxwedana 28 salan êdî li cihanê navê Mexmûr deng vedaye. Her kes êdî Mexmûr bi navê kelha bexwedanê bi navdike.

Ev kelha berxwedanê ji roja ava bûye heta vê kêliya dawî di bin êrîş û gefên dewleta dagirker a tirk de ne. Ji xwe her kes dizane lê em carek din li bîra herkesê bixin. Gelê Mexmûrê di sala 1994’an de ji ber êrîşên dewleta tirk a ku ji destpêka 90’î li ser gelê Botanê bi hovane destpêkirî ji 94’an de dest ji gund û warên xwe berdan û ji bo jiyanek bi rûmet, ji bo azadiya welatê xwe berê xwe dan başurê Kurdistanê ku di wê hêviyê de bûn wê birayên wan yê li Başûr mîna ku wan di salên 80’î  de, dema ji ber rejima BAAS penaber bûne û qesta gelê bakurê Kurdistanê kirin û ev gel bi her şêweyê ji bo ku bi wan re bibin alikar pariyê nanê xwe bi wan re parve kir û li vê gelê Başûr xwedî derketin,ew ji wê li  wan xwedî der bikevin. Lê mixabin ew hêviyên wan pêk nehat. Em vê nasandinê zêde dirêj nekin ji xwe gelek caran hatiye gotîn û heya ku hinek kes fam bikin ji wê bê gotîn jî.

Mijara ku dixazim behsa wê bikim, min dixwest bêjim piçek jî be cudatir e lê beravajî pêve giradayî ye. Me behsa xwedî derneketina gelê başurê Kurdistanê li vî gelê ji bakurê Kurdistanê ji bo azadiya welatê xwe penaber bûye kir. Di ber de xwedî derketin di roja kur ev gelê penaber bûye heta vê rojê hezar caran bi destê van kurdên Başûr rastî êrîşan hatine.

Her wiha hêjayê bibîrxistinê ye ku rêgiriya ku li ser gelê Kelha Bexwedanê, wargeha Şehid Rûstem Cudî, di 17’ê tirmehê de wê bikeve çar saliya xwe. Ji 17 tîrmeha 2019’an ve ji aliyê dewleta tirk bi destê hizba kurd a ku rêveberiya başûrê Kurdistanê di destê wî de ye ve embargo û rêgiriyek li ser vê gelê hat danîn. Di encama vê rêgiriyê de bi dehan kes ji ber ne gihandin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, 6 dayikên du canî ji zarokên wan di zikê wan de mirin. Herwiha bi sedan nexweşên kironik û rewşên wan giran hene ev çar sal in di aliyê tedavîkirina xweşiyên xwe de zor û zehmetiyên pir mezin jiyan dikin û gelek tiştên din ji hene ku di van çarsalan de jiyan bûne ne pênûs têr dike mirov binivîse ne jî rûpel xwe li ber digire, care bila ev qas be em derbasî sedemê vê rêgirî û ambargoyê bibin.

Gelo ma ev rêgirî tenê ji ber bûyerekê ji bo cezakirina gelê vê wargehê hat pêk anîn? Na.  Ev pilaneke ku beriya salan ji aliyê deweleta dagirker ve hatiye amadekirin bû. Di sala 2014’an de dewleta tirk kosepteka  ‘çoktewandinê’ da destpêkirin, her wiha di heman salê de jî ji bo belavkirina wargehê û tunekirina hemû destkeftiyên gelê kurd çeteyên DAIŞ’ê yên ku di bin emrê serokçete Erdogan de tevger dikin, êrîşê Wargeha Mexmûr kirin û li beramberî van êrîşan ji ev Kelha Berxwedanê cardin nişanê hemû cihanê da ku, ka çawa berxwedan tê kirin. Me got konsepteke ya dewleta tirk a çoktewandine li ser gelê kurd di 2014’an de destpêkiriye, Wargeha Mexmûrê ji di sala 2019’an de bi awayek fermî para xwe ji vê konseptê girt û ji bo çok li vê gelê deyne û ev gela ku bi îrade û baweriyê bê belavkirin bi destê mala Barzan û Partiya Demokrat a Kurdistan embargo û rêgiriyek li ser wargehê deynin.

Li rexa vê rêgiriyê ji, di  2017’an ve bi awayek fermî dewleta tirk bi balafirên xwe yên bêmirov ku ji 2014’an ve her roj bênavber li ser ezîmanên Kelha Berxweanê digerin yekem êrîşa hewayî pêk hat. Êrîşa yekemin a hewayî di 6’ê kanuna 2017’an de, piştî wê di 13’ê kanuna 2018’an de, di 19’ê tirmaha 2019’an de, di 15’ nisana 2020, 5’ê hezirana 2021, 3’ê îlon 2021’an û di 1’ê sibata 2022, 21’ê gulana 2022’yan  û herî dawî ji di 5’ê tirmeha 2022’yan de êrîşên hewayî li ser vê gelê pekanî ye. Dewleta tirk her ku li beramberî zarokên vê gelê yên ku ji bo Azadiyê li çiyayên Kurdistanê şerdikin têk diçe û windahiyên mezin jiyan dikin, bi balafirên xwe êrîşê gelê Wargehê, gelê Şengalê û gelê rojavayê Kurdistanê kirin. Di van êrîşên dewleta tirk de gelek kes şehid bûne, gelek kes ji birîndar bûne. Herî dawî di 5’ê vê mehê de dîsan dewleta tirk bi SIHA’yên xwe êrîşê malekê ku di nava wargehê de bû kir, di encama vê de birîndar û gelek jinên ku ji ber baruta wê û toza jê derketî bandor bûne hene.

Li milê din de jî me di serî de kêmek behsa cihê ku ev gel lê niştecih bûye kir. Ji bo ku ev êrîşan baş bên famkirin pêwistî bi naskirin cihê vê wargehê heye. Ev wargeh di aliyê ednîgarî de li ser xaka Iraq, navçeyek girêdayî bajarê Musilê ye. Her wiha di bin siwana Neteweyên Yekbûyî de ne. Di heman demê de beriya salekê ev nasnameyên ku ji bo gelê Mexmûrê hatiye çêkirin bi aweyek fermî dibin penaberê welatê Iraqê hatine qebûlkirin. Lê heta vê rojê li dijî êrîşên ku li ser gel pêkhatî rexmê bi dehan caran hatiye lêkolînkirin jî  lê ne ji aliyê Hikûmeta Merkezî ve jî NY’yê ve tu daxuyanî an jî encamên lêkolinan ne ji gel re ne jî, ji çapeminiyê re ne hatiye ragihandin. Hêjayê bibirxistinê ye ku sahaya hewayî ya wargehê jî di destê DYA’yê de ye û ew jî li hemberî van êrîşan bêgeniya xwe diparêzin. Her wiha di heman roja ku bûyer çêbûye de, heyetek payebilind ji bo parastina heremê serdana navçeya Mexmûrê kir û piştî du seetan êrîş pêk hat. Bi pêkhatina vê êrîşê re jî cardin her kes têgihişt ku di Rojhilata Navin de bi taybet jî di Kurdistanê de tu tişt teseduf nîne û her roj dirok xwe zindî dike û bêdengiya van hêsan ji hevkariya wan dide nîşandan.

Li beramberî van êrîşan zarokên gelê berxwedêr îro li çiyayên Zap, Metina û Ava Şînê şerê azadiyê didin meşandin. Ji bo ev gel bibin layiqê azadiyê pêwiste li hemberî van êrîşan û her cure êrîşên ku li ser gelê kurd tê pêkanîn di vê çawa ku dîrok xwe zindî dike, ev çanda wan ya berxwedanê ji ku di şexsê Rêberê Gelan, Rêber Apo û zarokên vê gelê de 50’î sal zêdetire tê jiyankirin, îro cardin divê ev berxwedan xwe zindî bike.  Ji ber ji bilî berxwedanê tu dê rê ji me kurdan re nemaye, pêwiste ji hemû deman zêdetir berxwedan û têkoşîn bê bilind kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar