Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Dîrok Ocalan mafdar derdixe’

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêvajoya piştî belavbûna Sovyetan weke “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê” pênas dike û wiha got: “Pêvajoya ku em tê de ne, van tezên Ocalan piştrast dikin.”

Operasyona leşkerî ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin berdewam dike. Li gorî daxuyaniyên her du aliyan, di nav 3 rojên şer de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek têkildarî şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de axivî. Çîçek, diyar kir ku şerê di navbera dewletan de, şerê berjewendiyane û tu carî bi daxwaza gelan çênabin.
Şerê serdestan
Cengîz Çîçek diyar kir ku piştî belavbûna Yekitiya Sovyetan, NATO’yê hewl da ku li Rojhilatê Ewropayê û Baltikan hêza xwe ya leşkerî û tifaqên xwe xurtir bike û wiha domand:“NATO’yê got ku bi vî awayî Rûsya dorpêç kiriye. Piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê, Behra Reş niha jî vediguhere navenda şerê nû. Di halê heyî de yek ji sedema vî şerî, serweriya li ser Behra Reş e. Yek ji mezintirîn fikarên Rûsyayê ev mijare. Lê divê mirov vê yekê destnîşan bike; divê Rûsya ji ber fikarên xwe yên ewlekariyê serî li polîtîkayên şer nede. Tekane rêya xerabkirina vê lîstika NATO û DYA’yê, avakirina pergalên demokratîk ên gelan in. Lewma em dibêjin ku ev şer, şerê hêzên serdest e. Ne şerê gelan e.”
Derbeyek li pergalê xistin
Di berdewamê de Çîçek anî ziman ku DYA û NATO’yê bi vî şerî re derbek li pergala nû ya cîhanê xistiye û wiha got: “Em tevek jî dizanin ku aliyekî vî şerî jî aborî ye. Dê kî di pergala cîhanê de xwedî gotin be, şerê wê tê kirin. Em ji vê yekê re dibêjin, şerê hegemonyayê. Ev şer, bi taybet jî destwerdaneke li dijî bazirganiya di navbera Almanya û Rûsyayê de ye. DYA’yê serweriya xwe ya li ser aboriyê winda dike û bi vê darbeyê re xwest dîsa serwer bibe. Ya din jî; hewlda ku tifaqa xwe ya siyasî û dîrokî ku ber bi belavbûnê ve diçû, bi dijberiya Rûsyayê re dîsa komî ser hev bike.”
Bazirganên çekan
Çîçek, destnîşan kir ku bi geşedanên nû re NATO ya li ber mirinê, dîsa zindî bû û ev nirxandin kir: “Temamiya van geşedanan, girêdayî şerê sermayedaran bi xwe ye. Heke desthilatiya Vladimir Zelenskiy daxwaza endamtiya NATO’yê ji gelê xwe bipirsiya, gelo bi rastî jî dê gelê wan ev daxwaz qebûl bikira? Li gorî min, rojeveke wiha ya xelkê Ûkraynayê nîne. Baş e lê ev rojev a kê ye? Rojeva desthilatiyan, sermayedar û bazirganên çekan e. Dema em lê dinihêrîn, dibînin ku tu têkiliyeke şerê dewlet di navbera xwe de dikin bi jiyana rojane ya gel re nîne.”
Nêrînên Ocalan
Bi domdarî Çîçek da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pêvajoya piştî belavbûna Sovyetan weke “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê” pênase dike û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan dibêje ku dê di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de li ser mijarên civakî, dîplomatîk, aborî û carnan jî leşkerî hevrikiyek çêbibe. Dema em li rewşa niha dinêrîn, dibînin ku tezên birêz Ocalan rast derketin.”
Çîçek, daxuyand ku kapîtalîzm niha şerê krîza xwe dike û wiha derbirî: “Geşedanên li Ukraynayê, krîza pergala cîhanê ye. Pergala cîhanê bo xwe li rêyeke çareseriyê digere. Em, tenê dikarin bi rêya demokratîk û azadiyê ya gelan xwe ji vê krîzê xelas bikin. Heke daxwazên azadiyê yên gelê kurd bihatina pêşwazîkirin û alternatîfeke neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn pêş biketa, wê demê belkî ji bo avakirina rejîmeke demokratîk, dê gel bêhtir biketina nava hewldanan. Em dizanin ku jiyanek, rejîmeke cuda pêkane. Ji bo jiyaneke adilane, wekhev û azad, divê hemû berxwedêr û nasnameyên bindest ên cîhanê mîna ku birêz Ocalan aniye ziman, bi perspektîfa Yekitiya Neteweyên Demokratîk ên Cîhanê bên cem hev û li dijî kapîtalîzm û mêtingeriyê veguherin serhildanekê.”
Dîrok Ocalan mafdar derdixe
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birêz Ocalan, nêrîna xwe ya ji bo ‘Yekitiya Neteweyên Demokratîk a Cîhanê’, li gorî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê pêş xistin. Birêz Ocalan dibêje ku modernîteya kapîtalîst xwe bi qeyran, pevçûn û bi polîtîkatiyê dijminatiyê li ser pêyan digire. Her wiha dibêje ku gel, di cîhana xwe de piştgirî û piştevaniya hev dikin û li gorî pergala dewletê, pir wekhevtir û azadîxwaztir nêzî hev dibin. Lewma jî dibêje ku têkoşîna herî bibandor a li dijî kapîtalîzm û emperyalîzmê, bi avakirina bernameyeke azadîxwaz û wekhev a hemû gelan pêkan e. Ev jî nîşan dide ku dîrok, ji vî alî ve birêz Ocalan gelek mafdar derdixîne. Ji ber ku bi rastî jî wisa dixuye ku dê di sedsala 21’emîn de gelek şerên dijwar çêbibin. Li dijî van rêgirên kapîtalîst, divê gelên cîhanê jî xwedî gotin bin û vîna xwe nîşan bidin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar