Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dîroka berxwedana grevên birçîbûnê

Grevên birçîbûnê di dîrokê de weke yek ji çalakiyên herî bi bandor ên îtiraz û şermezarkirinê hate dîtin. Grevên birçîbûnê li Kurdistan û Tirkiyeyê di nava 50 salên dawî de gelek caran hate kirin

Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ku greva xwe ya birçîbûnê yekemcar piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î li Girtîgeha Hejmara 5 a Amedê pêk anî, di nava 10 salên dawî de tenê bi daxwazekê grevê dike; Bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di têkoşîna siyasî û çînî de, yek ji rêbazên berxwedanê yên ku kêliya herî dawî tê bikaranîn, greva birçîbûnê yan jî rojiya mirinê ye. Ev şêweyê çalakiyê ku xwedî rabirdûyeke dîrokî ye, herî zêde di nava kurdan de şênber dibe. Grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku gelek caran hatin kirin, her carê encam bi dest xist, gihişt armanca xwe. Bi taybetî di çaryeka dawî ya sedsalê de girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê û her çend ev çalakî gihîştibin armanca xwe jî, nekarî tecrîdê bi rengekî mayinde ji holê rakin.

Gelo greva birçîbûnê kengî dest pê kir? Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi çi rengî kete rojevê?

Çalakgera destpêkê ya greva birçîbûnê: Nerva

Greva birçîbûnê xwedî rabirdûyeke mezin e û di nava çandan hemûyan de çalakiyeke polîtîk a xurt e ku xwedî cihekî rêzdariyê ye. Ji ber vê yekê di nava herikîna dîrokê de gelek mînakên xwe hene. Ya destpêkê jî berxwedana greva birçîbûnê ya Nerva ye. Nerva di dema Împaratoriya Romayê de hevalê nêz ê împarator Tîberîûs e. Ji bo li ber zextên li xiristiyanan tên kirin rabe, ket greva birçîbûnê. Hinceta çalakiya greva birçîbûnê gelekî dişibe yên vê demê; weke nerazîbûna li kuştinê û îşkenceyê ev şêweyê çalakiyê hat hilbijartin. Berxwedana Nerva ku di dîrokê de çalakiya destpêkê ya greva birçîbûnê ye, li gorî hin nêrînan ji hingî ve bûye mînak.

Çalakiya li dijî neheqiyê

Her wiha di salên 1930’î de Mahatma Ghandî, bi fikrê bêîteatiya sivîl ku weke ‘ahîmsa’ tê naskirin, li Hindistana ku ji aliyê îngilizan ve hatibû dagirkirin, serî li çalakiya greva birçîbûnê da. Heman mînaka Hindistanê di dîroka Îrlandayê de jî hat dîtin. Di dema zû de û demên beriya xiristiyaniyê de ev çalakiya ku navê Troscadh an jî Cealachanadi lê dihate kirin, pêk hat. Di vê çalakiyê de jî kesê ku neheqî lê hatiye kirin, li ber deriyê kesê neheq rûdinişt û bi vî rengî zext lê dikir ku neheqiya xwe telafî bike. Her wiha di nava civakê de weke çalakiyeke ji bo şermkirina wî dihate naskirin. Tê dîtin ku şêweyê vê çalakiyê û ya li Hindistanê gelekî dişibin hev.

Çalakgerên greva birçîbûnê yên îrandayî

Dema ku mirov bala xwe didin ser dîroka cîhanê û têkoşînên polîtîk lêkolîn dikin, dibînin ku îrlandayî ew netewe ye ku biqasî kurdan serî li çalakiya greva birçîbûnê dan. Neteweparêzên îrlandayî ku di bin dagirkeriya Îngilistanê de ye, ji bo dawî li dagirkeriyê bînin di destpêka salên 1900’î de bi greva birçîbûnê ev rewş şermezar kirin. Bi vê çalakiyê re di sala 1917’an de çalakgerekî îrlandayî yê di greva birçîbûnê de ji ber xwedîkirina bi zorê, di sala 1920’î de serokê şaredariya bajarê Corkê ya Îrlandayê di roja 74’an a greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di dema nêz de di têkoşîna serxwebûnê ya Îrlandayê de ev rêbaza çalakiyê gelek caran hate bikaranîn. Bobby Sands û hevalên wî di sala 1981’ê de li Îrlandaya Bakur ketin greva birçîbûnê. Daxwazên wan jî ew bû ku bibin xwedî statuya girtiyên siyasî. Di 27 saliya xwe de 5’ê Gulana 1981’ê di roja 66’an a greva birçîbûnê de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Piştre 9 komargerên din jî jiyana xwe ji dest dan.

Li Îngilistanê Marîon Wallace-Dûnlop ku ji bo mafê dengdanê yê jinan têdikoşiya, sala 1909’an hate girtin, di 5’ê Tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kir, piştî 91 saetê hate berdan. Piştre sufrajetên din jî ketin greva birçîbûnê, lê belê ji aliyê hikûmetê ve bi zorê hatin xwedîkirin.

Di dîrokê de çalakiyên destpêkê yên girseyî

Çalakiya greva birçîbûnê ya girseyî ya destpêkê ya dîrokê di sala 1880’î de pêk hat. Li Rûsyayê ya di bin rejîma Çarlik de bû, li kampên karkirina bi zorê gûlaglarê, girtiyên siyasî ji ber ku kiryarên li dijî mirovahiyê li wan dihate kirin, xwarina ku ji wan re hate dayîn red kirin û ev rewş şermezar kirin.

Li girtîgehên eyaleta Calîfornîa ya DYE’yê, çalakiya greva birçîbû ya sala 2013’an bi beşdariyeke girseyî pêk hat. Tê texmînkirin ku nêzî 30 hezar kes ketin greva birçîbûnê ya li girtîgehên Calîforniyayê. Di vê çalakiyê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Çalakî ji bo şermezarkirina pêkanîna hucreyê dest pê kiribû.

Çalakiyên ku ketin rojeva cîhanê

Çend ji grevên birçîbûnê yên sereke yên ketin rojeva cîhanê:

-Li Îsraîlê, ji bo şermezarkirina polîtîkaya Îsraîlê ya li ser Fîlistînê û rabûna li ber zextên li girtîgehan tim û tim girtiyên fîlistînî dikevin greva birçîbûnê.

-Li Gûantanamoyê, girtiyên ji aliyê DYE’yê ve tên ragirtin di salên 2002, 2005, 2014’an de gelek caran li dijî îşkenceyê û kiryarên xerab ketin greva birçîbûnê.

-Li Srî Lankayê, girtiyên endamên Pilingên Tamîlê ev çalakî pêk anîn.

-Yek ji mînakên dema nêz li Spanyayê rû da. Di sala 2017’an de piştî referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê hin rayedarên katalan ji aliyê hikûmeta Spanyayê ve hatibûn girtin. 4 ji van rayedaran di sala 2018’an de diyar kirin ku ew bi neheqî hatine girtin û ji bo şermezarkirina vê rewşê ketin greva birçîbûnê.

Greva birçîbûnê ya herî demdirêj

Greva birçîbûnê ya herî demdirêj li welatê Mahatma Ghandhî li Hindistanê pêk hat. Li Hindistanê leşkeran di 4’ê Mijdara 2000’î de li gorî Qanûna Erka Taybet a Hêzên Çekdar, bi komkujiyekê re 10 sivîl kuştin ku weke Komkujiya Malomê hate pênasekirin. Jina bi navê Îrom Sharmîla piştî bûyerê dest bi greva birçîbûnê kir û di 7’ê Mijdarê de bi sûcdariya ‘hewldana xwekuştinê’ hate girtin. Bi biryara dadgehê ji bo xwedîkirina Sharmîla tup li bevila wê hate bicihkirin. Sharmîla heta 9’ê Tebaxa 2016’an ji bilî vê xwedîkirina bi zorê tiştek nexwar.

Grevên birçîbûnê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê

Li Tirkiyeyê greva birçîbûnê ya wek destpêkê tê nasîn greva birçîbûnê ya Nazim Hîkmet e ku sala 1950’î pêk hat. Di 27’ê Gulana 1960’î de Celal Bayar ê bi Darbeya Leşkerî hate girtin ji bo 2 rojan kete greva birçîbûnê. Greva birçîbûnê ya deng veda, heman beriya darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan, greva birçîbûnê ya sala 1972’an bû.

Lê belê şêweyê greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi giranî piştî darbeya leşkerî ya 1980’î kete rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê. Ew jî berxwedana li Girtîgeha Amedê bû. Di 20’ê Nîsana 1981’ê de di encama xwedîkirina bi zorê de Alî Erek jiyana xwe ji dest da û bû şehîdê destpêkê yê grevên birçîbûnê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê. Li dijî şert û mercên xerab û îşkenceya giran a li girtîgehan di sala 1982’an de rojiya mirinê hat lidarxistin û Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek şehîd bûn. Vê berxwedana li Girtîgeha Hejmara 5 a Amedê kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bilind bibe.

Di sala 1984’an de li girtîgehên Amed û Sagmalcilarê di encama greva birçîbûnê de 6 kes şehîd bûn. Di salên 1995 û 1996’an de li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê pêk hatin û sala 1995’an 12 kes, sala 1996’an jî 14 kes şehîd bûn.

Grevên birçîbûnê yên navbera salên 2000-2007’an ên li dijî girtîgehên Tîpa F hatin lidarxistin, bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Li 48 girtîgehan 68 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Tecrîd û grevên birçîbûnê

Di dîroka nêz a Kurdistanê de berxwedana greva birçîbûnê ya bêmînak tê dîtin. Bi taybetî sala 2012’an bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirin û 68 rojî dewam kirin. Bi deh hezaran girtiyên kurd tev li bûn û di encamê de herikîna dîrokê guhertin.

Bi daxwaza rakirina tecrîdê di sala 2016’an de siyasetmedar û rewşenbîrên kurd li Rêxistina Bajarê Amedê ya HDP’ê ketin greva birçîbûnê. Ev çalakî piştî hevdîtina Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi dawî bû.

90 rojan di greva birçîbûnê de man

Li Dêrsimê Kemal Gun ji bo dewlet hestiyên zarokê wî teslîmî wî bike sala 2017’an kete greva birçîbûnê û di roja 90’an de piştî ku walî raighand ku wê hestiyê kurê wî radestî wî bên kirin dawî li çalakiya xwe anî. Di sala 2017’an de perwerdekar Semîh Ozakça û Nûriye Gulmen ên ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin ji bo ji nû ve li wezîfeyê vegerin li Enqereyê demeke dirêj di greva birçîbûnê de man.

Çalakiya ku 200 rojan dewam kir

Herî dawî di Mijdara 2018’an de bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven li gelek girtîgehan greva birçîbûnê pêk hat. Ev çalakî weke ya herî girseyî ket rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê. Li gelek welatan û girtîgehan gelek kes tev li çalakiyê bûn. Bi sedan girtî li girtîgehên Tirkiyeyê beşdar bûn. Daxwaz bi heman rengî bû; dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin. Li girtîgehan û derve bi deh hezaran kes tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn. Di meha dawî de jî bi dehan girtî çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê.

Çalakiyên fedaî

Di vê çalakiyê de ku 200 rojan dewam kir, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Sasglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Sîraç Yuksek, Mahsûm Pamay, Umît Acar û Ûgûr Şakar çalakiya fedaî pêk anîn. Di encamê de jî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 26’ê Gulana 2019’an de ragihand ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye û Rêberê Gelê Kurd Ocalan diyar kir ku çalakî gihîştiye armanca xwe û divê tavilê bê bidawîkirin.

Heman daxwaza: Bila tecrîd bi dawî bibe

Îro jî bi daxwaza rakirina tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê dewam dike. Ji 27’ê Mijdara 2020’î ve li girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne ku di meha 3’emîn de bi koma 14’an dewam dike. Bi heman armancê li Mexmûrê û Yewnanistanê jî grevên birçîbûnê hene. Hikûmeta tirk hîn gavek neavêtiye. Çavkanî: ANF \ AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar