Dewleta tirk a ku di dîrokê de çekên qedexe û gazên jehrî li dijî serhildanên kurdan bi kar aniye, di van salên dawî de ji bo herêmên gerîla yên li Başûrê kurdistanê bi awayekî sîstematîk çek û gazên kîmyewî yên her tim qedexekirî bi kar tîne. Artêşa tirk bi taybetî di êrîşa dagirkeriyê ya ku di 14’ê Nîsana 2022’an de li Zap, Metîna û Avaşînê dest pê kir, bi bikaranîna çek û fîşekên qedexe bi sedan caran sûcê şer kir. Tevî ku sûcên dewleta tirk bi belge û dîmenan hatine îspatkirin jî, hêzên navneteweyî bi mehan e di nav bêdengiyeke kûr de ne.
Dewleta tirk yek ji aliyên gelek peymanên navneteweyî ye ku bikaranîna çekên kîmyewî û biyolojîk qedexe dike. Lê ew li gorî peymanên ku îmze kiriye tevnagere û li dijî gelê kurd hemû çekên kîmyewî û gazê bi kar tîne. Ligel ku heyetên serbixwe yên navneteweyî û tîmên pispor ên ji bo lêkolînkirina delîlên ku heta niha gelek caran berhev kirine jî, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ti lêpirsîn li dijî dewleta tirk nedaye destpêkirin û ne jî tu kontrol kiriye.
Herî dawî di cotmeha borî de, Bijîşkên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) raporek li ser çekên kîmyewî yên ku dewleta tirk bi kar tîne, amade kir. Ji bo vê raporê, heyeteke IPPNW ya Swîsre û Almanyayê di 20-27 Îlona 2022an de çûn Başûrê kurdistanê. Serokê IPPNW Swîsre Dr. Josef Savary û endamê desteya şêwirmendiya zanistî ya IPPNW Almanya, çavdêrê berê yê çekên biyolojîkî yê UNMOVIC, ajansa Neteweyên Yekbûyî ya lêkolînê li ser çekên kîmyayî û biyolojîkî li Iraqê dike ku di serdema Seddam Huseyn de hatine bikaranîn, Dr. Jan van Aken di nav heyetê de cih girt.
OPCW lêpirsîn û lêkolîn neda destpêkirin
IPPNW ku yek ji rêxistinên bi navûdeng ên civaka navneteweyî ye ku rapora xwe di 12ê cotmeha 2022an de eşkere kir û bang li OPCW û Neteweyên Yekbûyî kir ku encamên bikaranîna çekên kîmyayî lêkolîn bikin û got: “Têkildarî binpêkirinên Peymana Çekên Kîmyewî, hin delîlên neyekser hatin dîtin. ” Lê ligel ku mehek jî derbas bû ne OPCW û ne jî rêxistinên din ên navneteweyî derbarê dewleta tirk de lêpirsîn û lêkolîn nedan destpêkirin. Dîmenên gerîlayên ku bi taybetî di êrîşa dawî de rastî êrîşên kîmyewî hatin, di nava gelê kurd de bû sedema nerazîbûnên tund.
Gelê kurd li her derê bi taybet li Ewropayê êrîşên kîmyewî protesto kir. Seroka Yekitiya Tabîbên tirk û Pispora Tiba Edlî Şebnem Korur Fincanci diyar kir ku wê dîmenên gerîlayên ku rastî êrîşa kîmyewî hatine lêkolîn kirine û diyar kir ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û ji bo lêkolînê bang kir ku divê heyeteke serbixwe lêkolînê bike. Piştî van daxuyaniyan Fîncancî bi fermana Serokomarê tirkiyê Erdogan hat girtin. Yekîtiya Tabîbên Cîhanê xwest bila Fîncanci were berdan û ji bo lêkolîna li ser çekên kîmyewî bila heyeteke serbixwe were avakirin.
Li dijî serhildanan gazên kîmyewî hatin bikaranîn
Ne tenê di van salên dawî de, zêdetirî 40 sal in dewleta tirk ku hemû nirxên mirovahiyê û rêgezên şer li dijî hêzên gerîla bin pê dike, li hember serhildanên berê yên kurdan jî hêzeke bê hevseng bi kar anî. Dewleta tirk di Serhildana Araratê ya ku di sala 1926’an de dest pê kir û di sala 1930’î de hat tepisandin û di qirkirina Dêrsimê ya 1937/38’an de jî bi hezaran kurdên sivîl bi gazên jehrî qetil kir.
Piştî serhildana Şêx Seîd dewleta tirk bi taybetî ji Almanya û hin welatên Ewropayê gazên jehrî peyda kir. Dewleta tirk ku cebilxaneyên herî kujer ên vê serdemê xiste envantera artêşa xwe, piştre li dijî şervanên kurd û sivîlên ku ji bo mafên siyasî û çandî yên gelê kurd têdikoşin, ev çek û gaz bi kar anî. Gaza jehrî ya ku di dema serhildana Agiriyê û berxwedana çekdarî de li dijî kurdên sivîl hat bikaranîn, di dema Qirkirina Dêrsimê de jî bi awayekî sîstematîk hat bikaranîn.
Bikaranîna gazên jehrî ya ji aliyê dewleta tirk ve, cara yekem bi Serhildana Agiriyê hate tomarkirin. Bi taybetî li Çemê Zîlanê bi hezaran kes hatin qetilkirin, li dijî gelê sivîl ên ku xwe li şikeftan girtin jî gazên jehrîn hatin bikaranîn. Di Talîmnameya Jendirmeyan a ku di sala 1933’an de hat weşandin, dersek ji leşkeran de dihat dayîn ku di dema serhildana Agiriyê de li qadên girtî (şikeft) û li qadên bi awayekî xwezayî mirovan diparêzin, çawa gazên jehrê hatine bikaranîn.
Beriya qirkirinê kûrsa bikaranîna gazên jehrî hate dayîn
Di dema qirkirina Dêrsimê de ya ku di sala 1937’an de hate destpêkirin, General Abdullah Aydogan ê ku wekî mifetişê giştî rayeyên wî hatibûn zêdekirin, di nivîsên fermî de jî diyar dike ku ew dixwaze gazên jehrî û xeniqîner bi kar bîne. Ji ber ku beriya operasyona qetlîamê jî li Elezîzê kursên perwerdeyê yên bikaranîna gaza jehrê ya qedexe ji bo leşkerên tirk bişînin Dêrsimê hatin vekirin.
Di nûçeyeke rojnameya Tanê ya di 3’ê tebaxa 1937’an de der barê van kursan de agahî tê dayîn. Îhsan Sabrî Çaglayangil ê ku di dema Qirkirina Dersimê de Midûrê Emniyeta Meletiyê bû û înfaza mehkûmên ku cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn bi rê ve dibir, piştî salan wisa qala qirkirina bi gazên jehrî kiribû “Ketibûn şikeftan. Artêşê gaza jehrî bi kar anî. Ji deriyê şikeftan ev wekî mişkan jehrî kirin û ji biçûkan heta mezinan, ev kes serjêkirin. Ev operasyoneke xedar bû.”
Fermana ‘gazên jehrî bi kar bînin’ dan leşkeran
Piştî şerê çekdarî yê ku di 15ê tebaxa 1984an de ji aliyê PKKê ve hat destpêkirin, artêşa tirkiyê hem kapasîteya gazên kîmyayî yên di envantera xwe de zêde kir û hem jî talîmata bikaranîna gazên jehrî da. Belgeya yekem a li ser vê mijarê aîdî nîveka salên 1980’yî bû. Belgeya navborî ku di hejmara 23’ê tîrmeha 1989’an de di kovara ‘Îkîbîne Dogrû’ de hat weşandin. Di belgeyê de îmzeya Orgeneral Necdet Oztorûn hebû.
Li gorî vê belgeyê, Fermandariya Hêzên Bejahî ya Serfermandariya Giştî ya tirk, di 25’ê Sibata 1986’an de ferman da “Ger pêwîst bike gaza rondikrêj û bombeyên verişandinê bi kar bînin” û tunelan ‘bi gazên jehrî dagirin’. Jixwe piştî sala 1986’an de artêşa tirk bi rêbazên ku di vê talîmatê de hatine diyarkirin bi sedan gerîlayên ARGK’ê di şikeft û stargehan de qetil kir.
Tevî ku di sala 1997’an de dema bû endamê OPCW’ê got ‘Çekên kîmyewî di destê min de nîn in’ jî, piştî salan derket holê di depoyên leşkerî yên dewleta tirk de çekên kîmyewî hene û dewleta tirk ev tişt veneşart jî. Di belgefîlma ku di sala 2004’an de li ser kanala TRT’ê ya li ser “Yekîneya Antî-Teror” a artêşa tirk hate weşandin, hate dîtin ku leşkerên tirk gaza rondikrêj diceribînin. Di dîmenan de piştî ku bombeya îmhay, gaza rondikrêj diavêtin şikeftan û dûmaneke zer bilind dibû.
Pisporan gumaneke xurt anîn ziman ku dûmanên zer ên ku derketine bombeyên kîmyewî ne. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), ku destûrê dide ku polîs li dijî xwepêşanderan bi kar bîne. Lê OPCW qedexe dike ku ev gaz zêde were bikaranîn û di mekanên girtî de dikare bibe sedema mirinê. Ji ber vê OPCW’ê bikaranîna vê gazê di şertên leşkerî de qedexe kiriye. Lê belê ev gaz gelek caran ji bo tinekirina gerîlayên ku xwe spartibûn şikeftên çiyayên kurdistanê hatine bikaranîn.
Di sala 2010’an de Zanîngeha Bradford a Îngilîstanê ragihandibû ku Saziya Pîşesaziya Makîne û Kîmyewî (MKEK) ku ji dewleta tirk re cebilxaneyê çêdike, bombeyên CS yên 120 mm çêdike û di bazara navneteweyî de difiroşe. Bombeyên CS yên 120 mm yên ku di sala 2010an de li Kapstadtê li Fûara Çek a AADê hatin pêşandan, li gorî OPCW qedexe ne. Lê belê tevî van belge û agahiyên şênber jî, der barê dewleta tirk de lêpirsîn nehatiye destpêkirin û nayê zanîn ka bombeyên ku hatine nîşandan hatine îmhakirin an na.
Komkujiya li Ballîkayayê
Dîmenên herî balkêş ên bikaranîna çekên kîmyewî ku artêşa tirk li dijî hêzên gerîla bi kar anî, di sala 1999’an de hatine tomarkirin. Di 11’ê Gulana 1999’an de li herêma Ballîkaya ya Şirnexê di şikeftekê de 20 gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Dewleta tirk piştî şer dîmenek qeyd kiribû û ev dîmen di slaa 2011’an de di Roj Tvyê de hatibû weşandin. Di dîmenan de dihat gotin “Leşkerên me niha di bin xeteriya jehrîbûnê de ne. Lê dîsa jî bi awayekî cinawirî, bi qehremanî dikevinê… Hûn rojekê navberê bidin jî, dîsa bandora gazê heye.”
Di qeyda navborî de leşkerên tirk bi temamî bersivê didin fermandarê operasyonê Necdet Ozel ku wê piştre bibe Serokê Giştî yê Artêşê. Artêşa tirk piştî van dîmenan red kir ku ew fermandar Ozel e lê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî tiştek negot û bi awayekî qebûl kir ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
Komkujiya li Ballîkayê di sala 1999’an de ji aliyê PDS’ê û di sala 2011’an de jî ji aliyê Partiya Çep ve hat rojeva Meclîsa Federal a Elmanyayê. Ji ber ku aliyekî vê qetlîamê Elmanya bû. Parçeyên bombeyên ku li cihê pevçûnê hatin dîtin ji aliyê Heyva Sor ve hatin komkirin û dan nûçegihanê televîzyona Elman. Di lêkolîna ku ji aliyê Beşa Tiba Edlî ya Zanîngeha Munchenê ve hat kirin de, di van perçeyên bombeyan de şopa gaza CS ya qedexe hat dîtin. Bernameya “Kennzeichen D” ya ku di kanala televizyona dewletê ya Almanyayê ZDF de hat weşandin, ragihand ku ev bombeya bi tîpa RP707 ji aliyê şîrketa Almanî Buck & Depyfag ve hatiye çêkirin û ji sala 1995’an ve difiroşin tirkiyeyê.
Rapora bikaranîna çekên kîmyewî ya Çelêyê
Di Îlona 2009’an de li nêzî navçeya Çelê ya Colemêrgê di navbera artêşa tirk û gerîlayên HPG’ê de şer derketibû û di şikeftekê de 8 gerîla hatibûn kuştin. Di dema ku şahidan diyar kirin ku leşkerên tirk di şer de gaz bikar anîne, heyeta mafên mirovan a ji Elmanyayê wêneyên cenazeyan bi dest xist. Heyetê beriya her tiştî wêne da pisporan ku lêkolîn bikin da ku diyar bikin ka wêne rast in an na.
Piştî ku pisporan biryar da ku di wêneyan de manîpulasyon tune ye, patologên Nexweşxaneya Zanîngeha Eppendorf a Hamburgê wêne lêkolîn kirin. Di rapora 20’ê tîrmeha 2010’an de, doktorên ku di wêneyan de bandora kîmyewî dîtin, ev tespît kirin: “Jorî laş, dest û rû mîna kaxiza parşomenê hişk bûne. Ev encama germê ye. Li dijî bandora termîk in û mûyên li ser rû û sîngê nehatine şewitîn. Dibe ku ji ber bandora maddeyeke kîmyewî ye.”
Li geliyê kazanê bombeyên kîmyewî hatin bikaranîn
Di şerê ku di navbera 22-24’ê cotmeha 2011’an de li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê, li Geliyê Kazanê qewimî de 36 gerîlayên HPG/YJA Starê şehîd bûn. Dema ku cenazeyên gerîlayên şewitî bi rojan li morga Meletiyê dihatin ragirtin, agahiyên cidî û belgeyên derbarê bikaranîna madeyên kîmyewî ji aliyê artêşa tirk ve di şer de ji raya giştî re hatin nîşandan. Gerîlayekî ku ji pevçûnê rizgar bû diyar kir ku piştî teqînê ji dûmana ku radibû bêhna fêkî dihat.
Dema ku çîroka gerîla gaza jehrê vedibêje, yekem çavdêrê navneteweyî yê li herêmê parlamenterê Alman û çavdêrê berê yê çekên biyolojîk ên Neteweyên Yekbûyî Dr. Jan van Aken li qada ku çapa wê 2 kîlometre bû lêkolîn kir û delîl kom kir.