Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû

Dadgehê daxwaza berdana rojnamevevanên sê meh û nîv e girtî ne red kir û dîroka ewil a danişîna dozê wek 16’ê gulanê diyar kir.

Lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Zafer Ergun derheqê Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Selman Guleryuz, Emrûllah Acar û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ku girtî ne û nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan ê ku demeke kin li Buroya MA’yê ya Enqereyê weke stajyer xebitî bû û negirtî tên darizandin de dabû destpêkirin, temam bû. Rojnameger di çarçoveya lêpirsîna ku di 25’ê cotmeha 2022’yan de hatibûn binçavkirin û ji wan 9 jê di 29’ê cotmehê hatin girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê. Dozger, Aggoz bi şertê “Hefsa malê” û Gunhan jî bi şertê kontrola edlî berdabû. Piştî îtîrazê, biryara “hefsa malê” ya Aggoz hatibû betalkirin û biryara şertê kontrola edlî hatibû dayîn.  Roja danişîna dozê hat diyarkirin.

Îdianame piştî sê meh û nîv derbarê rojnamevan de 17’ê sibatê hat amadekirin û beşek mezin a îdianamaya ji nûçeyên MA’yê pêk tên ku 149 nûçe wek “delîl” lê hatine barkirin. Her wiha sê caran di îdanameyê de cih dane dîroka damzerandina PKK-KCK’ê. Her wiha di îdianameyê de îfadeyên şahidên navê wan veşarî û navê wan aşkere jî cih girtin.

Daxwaza berdanê hat redkirin

4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê îdia dike ku rojnameger “endamên rêxistinê ne” û doznameyê bi awayî qebûl kiriye. Heman roja ku îdianame hat erêkirin, parêzerê rojnamegeran Resûl Temûr bi daxwaza berdanê serlêdan kir lê dadgehê serlêdana wî red kir.

Her wiha dadgehê biryar da ku şertê kontrola edlî ya derbarê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan de jî berdewam bike.

Danişîna ewil a doza rojnamevanan dê di 16’ê gulanê de bê lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar