Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Dîroka ji 850 salî: Notre-Dame şewitî

Katedrala Notre-Dame de Parîs yek ji sembolên dîroka Fransayê û Parîsê ye. Şewata li katedralê hate kontrolkirin

Şewat roja Duşemê saet 18.50 derket. Sedema wê hîn nayê zanîn. Li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kir. Bala tevahiya dinyayê doh bi şev li ser wê bû.

Bi sedan tîmên arkujiyê ji bo vemirandina şewatê kar kirin. Li gorî arkujiya Parîsê, ji sêyan du parên banê katedralê şewitî. Lê belê du kûle xera nebûn. Lê kûleya ji 93 metreyî xera bû. Li nava katedralê jî xisareke mezin rû da. Tablo şewitîn. Tê îdîakirin ku karê restorekirinê yê li ser banê katedralê dibe ku rê li ber şewatê vekiribe.

Serokkomar Emmanuel Macron got ku dê Notre-Dame jinûve sererast bikin. Nayê zanîn bê avakirin wê çiqasî bidome. Hinek dibêjin wê demeke dirêj bidome, li gorî hinekan jî wê di demeke kurt de bê avakirin.

Ji bo avakirinê jî wê di asta neteweyî de kampanya alîkariyê bê kirin. Malbata Pinault ku yek ji dewlemendên Fransayê ye, 100 milyon Euro alîkarî da. Koma LVMH û malbata Arnault jî alîkariya ji 200 milyon Euroyî dan. Herêma Parîsê paketa alîkariya lezgîn a ji 10 milyon Euroyî da.

Kurdan piştgirî dan

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê jî peyamek weşand û diyar kir ku ew bi civaka Katolîk re ne.

Katedrala Notre-Dame De Parîs

Notre-Dame de Parîs weke dergûşa antîk a paytext Parîsê tê dîtin. Li ser ‘giraveke’ li nava çemê Seineyê ye. Demeke dirêj avahiya herî bilind a bajêr bû. Di nava 200 salî de hate çêkirin. Sala 1163’an dest pê kir û di nava sedsala 14’an de çê bû.

Notre-Dame ku xwedî dîrokek ji 850 salî ye, di heman demê de weke çavkaniyeke wêjeyê tê naskirin û bi navê “katedrala helbestan” tê naskirin. Gelek nivîskarên Fransayî û biyanî jê sûd wergirtin. Yek ji van jî Victor Hugo ye. PARÎS 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar