Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dîroka reş a kurdan: 31 tebax!’

Pêşmergeyên Dêrîn diyar kirin ku 31’ê tebaxê de PDK’ê bi rejîma Baas ya Sedam re lihev kir û tankên Baas’ê anîn ser paytexta herêma başûrê Kurdistanê Hewlêrê û gotin: “Ev roje di dîroka PDK’ê de bûye rojeke xiyaneta mezin ya PDK’ê û qet nayê ji bîrkirin.”

Beriya niha 27 salan ankû 31’ê tebaxa 1996’ê bûyerek dîrokî û nuqteyek reşe li nav çavên PDK’ê. Di vê rojê de tankên rejîma Baas’a Iraqê ya di bin serokatiya dîktatorê darvekirî Sedam Husên de  anîn ser parlamentoya herêma başûrê Kurdistanê û paytexta herêma başûrê Kurdistanê Hewlêrê. Ev roje di dîroka PDK’ê de bûye rojeke xiyaneta mezin ya PDK’ê û qet nayê ji bîrkirin.

Têkildarî vê xiyaneta li dijî netewa xwe ji aliyê PDK’ê ve hatiye kirin, pêşmergeyên Dêrîn yên navçeya Koyê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji Rojnews’ê re nirxand.

Pêşmergeyê Dêrîn Xalid Hacî Mela li ser xiyaneta PDK’ê ya 31’ê tebaxê û şerê navxweyî yê kurdan dîtinên xwe wiha anîn ziman; “Bi dirêjiya dîrokê kurdan bi şerê xwe bi xwe û bi planên dijminan hevdu kuştiye. Me pêşkeftin û hezkirin di welat de nehiştiye. Di roja 31’ê tebaxê de YNK li Hewlêrê bû. PDK bi hikûmeta Baas re lihev kir leşker û tankên rejîmê anîn paytexta herêma başûrê Kurdistanê û nava parlamentoya herêma başûrê Kurdistanê. Tişta ku wê rojê qewimî tiştekê gelek xirab bû ku di dîrokê kêm tiştê wiha hatine dîtin. Her du jî kurên kurdan bûn lê çûn dijmin anîn ser herêma başûrê Kurdistanê. Yê ku di vê xiyaneta dîrokî de zerera herî mezin dît xelkê hejar yê kurd bû ku çendîn şehîd, birîndar bûne û heta niha jî êşên wan dewam dikin.”

Pêşmergeyê Dêrîn Hacî Mela diyar kir ku rewşa ku niha di navbera her du partiyan de (PDK û YNK) tê dîtin, bêhna şerekê din yên navxweyî jê tê û got: “Vê carê şer biqewime, emê herêma başûrê Kurdistanê ji dest bidin. Lewra bang li her du aliyan dikim ku pirsgirêkên di navbera xwe de bi rêyên diyalog û aştiyane çareser bikin.”

Herwisa pêşmergeyekê din yê Dêrîn Cengî Basir ku ew bi xwe tevlî şerê xiyaneta 31’ê tebaxê bûye, ji Rojnews’ê re behsa roja ku hêzên rejîma Baas bi tankên xwe li ser daxwaza PDK’ê ketin Hewlêrê kir û wiha got: “Em li nêzîk Hewêrê li ser rêya Mexmûrê nêzîkî 300 pêşmergeyên Partiya Komunîsta Kurdisatnê bûn. Di saet 4:00’ê şefeqê de şer li eniya me destpê kir. Piştî çend saet ji parastinê, me bi biraderên YNK’ê re li dijî hêzên rejîma Baas şer kir. Lê piştî ku agahî gihişte me ku hêzên rejîmê ji aliyê piştê ve ketine nava bajarê Hewlêrê, ji ber rûbirûnebûna hêzên Baas û rejîmê êdî em paşde vekişiyan.”

Di dewamê de pêşmergeyê Dêrîn yê Partiya Komunîsta Kurdistanê Cengî diyar kir ku di wê demê de di navbera pêşmergeyên PDK û YNK’ê de şerê navxweyî hebû lê pêşmergeyên Partiya Komunîst zêdetir parastina Hewlêr û xelkê kurd dikirin û wiha pêde çû; “Wê demê diyar bû ku hêzên rejîma Baas ji bo alîkariya partiyeke kurd hatine Hewlêrê ku hemû gelê kurd vê rastiyê dizane.”

Di dawiyê de pêşmergeyê Dêrîn ku bi xwe hem şahid hem jî yek ji pêşmergeyên tevlî şerê ku di 31’ê tebaxa 1996’ê de dema ku PDK’ê weke her carê ji pişt ve xencer li birayê xwe yê kurd da û çû dijmin anîn ser birayê xwe, bûye wiha got: “Şerê navxweyî yê di navbera du hêzên kurd, tişteke gelek xirabe ku li xweşiya tu ferdek yê welatparêz û kurdperwer yê kurd naçe. Lê ya ji wê kirêt û hetikbertir ew e ku hêzeke kurd biçe rejîma Baas ya dijminê kurdan bîne ser xaka Kurdistanê. Ev jî dîrokeke reşe ji wan hêzên hewara xwe dibin gel dijmin û dagirkerên gelê xwe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar