Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dîrokek ji agir

45 sal beriya niha Partiya Karkerên Kurdistan PKK hat avakirin. PKK li dijî êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta tirk ava bû. Dema ku hat avakin kesî nedizanî wê ewqasî mezin bibe. Dema ku PKK ava bû, li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gelek tevgerên din ên şoreşger û çep hebûn. Her komek ciwan li hev kom dibûn û tevgerek ava dikirin. Lê ya ku ji wê demê heta niha li ser piyan maye PKK ye û her ku çû mezin bû.

Mezinbûna PKK’ê jî ji rihê wê yê fedayî tê. Tevgerên din ên ava bûn tenê li şexsiyeta xwe fikirîn. Yanî dan pey berjewendiyên xwe. Lê ya PKK’ê ne wilo bû. PKK’ê û mîlîtîanên wê ji bo gel xwe feda kirin. Eger em li wan salên destpêkê vegerin, wekî koma Apociyan dihatin naskirin. Ew koma Apociyan gotin û kirinên wan yek bûn. Ji ber vê yekê jî bawerî dan gel. Lewma jî PKK ewqasî mezin bû.

Di darbeya 12’ê îlonê ya sala 1980’yî de bi hezaran şoreşger û endamên partiyan hatin girtin. Li zindana Amedê êşkence û zilma herî mezin li girtiyan kirin. Lê tenê PKK’ê karîbû xwe li ber vê zilmê bigre û teslîm nebe. Tenê girtiyên ji doza PKK’ê teslîm nebûn û serî netewandin. Vê yekê hê bêtir PKK mezintir kir. Ji bilî girtiyên ji doza PKK’ê û kadroyên wê ji tevgereke din ew berxwedan çênebû.

Piştre jî pêngava şerê çekdarî ya 15’ê Tebaxê hat destpêkirin. PKK vê carê jî li dijî dewletê serî hilda û ji dewletê re got ezê destûra êrişên qirkirinê nedim. PKK ji wê rojê û şûnde jî bi şerê çekdarî parastina gelê kurd û Kurdistanê dike.

Dema ku PKK hat avakirin partiyeke herêmî hat dîtin. Lê bi demê re navnetewî bû. Îro bi milyonan kes li dora fikrên PKK’ê civiyane. Bi saya Rêber Apo û kadroyên wê kevneşopiyeke berxwedanê hat avakirin.

Îro ji rojhilata navîn heta parzemînên din ên cîhanê doza PKK’ê dişopînin. Dewleta Tirk ku wê demê digot; çend eşqiya ne û ewê di nava çend saetan de têk bibin. Lê vaye em qala 45 salan dikin. Yanî wextî nîv sed sal derbas bibe û PKK bi temenê xwe ew çend mezin bûye. Erê raste mezin dibe, lê tu carî jî pîr nabe û her tim ciwan dimîne.

Di vê salê de bi sedan girtiyên şoreşger ji girtîgehan derketin û ew kesên di salên 1990’î de hatibûn girtin. Ew jî şoreşgerên PKK’ê bûn. Yanî tam piştî 30 salan ji girtîgehê derketin. Ma gelo ji bilî şoreşgerên PKK’ê kes dikare 30 salan di zindanê de bimîne. Ma gelo ji bilî şoreşgerên PKK’ê kes dikare bi ser vê dewletê de biçe û canê xwe feda bike. Tenê rihê fedayî yê PKK’ê dikare vê bike.

Rêber Apo ew qedera tarî û mirinê ya li ser kurdan hatibû danîn têk bir. Mîlîtanên PKK’ê mirin bêwate kirin û zora mirinê birin. PKK’ê bi têkoşîna 45 salan îspat kir ku kes nikare wê têk bibe. Îradeyek ji pola bi şoreşgerên PKK’ê re heye. Yên dikevin nava PKK’ê efsûnî dibin û xweşik dibin. Her ku xweşik dibin jî azad dibin. Rêber Apo û yên PKK ava kirin ew rihê efsûnî dan Kurdan.

Îro dinya alem dizane ku hêza PKK’ê ji ya dewlet û artêşên dinyayê mezintir e. Tenê PKK’ê karîbû hêza herî tarî ya cîhanê DAIŞ’ê têk bibe. Lewma jî dinya alem deyndarê PKK’ê ye.

PKK’ê dîrokek ji agir çêkir û bi saya PKK’ê em dikarin bêjin em hene. Bi saya PKK’ê ev dewlet hesabê Kurdan dike û nikare bi rehetî bi ser kurdan de biçe. Dewlet jî dizane ku PKK ji bo parastina kurd û Kurdistanê ye û hesabê vê yekê dike. Eger PKK karîbû heta niha yanî 45 salan li ser piyan bisekine, wê demê heta heta kes nikare vî rihê fedayî têk bibe. Yên PKK ava kirin ew tovê ku ti carî nemire bi PKK’ê re reşandin. Dewleta tirk û hevkarên wê çi dikin bila bikin wê nikaribin nav û dengê PKK’ê têk bibin. Îro milyonan kes bûne PKK û ev destana lehengiyê tu carî naqede.

Nûçeyên Têkildar