Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Dîroknas Dr. Konak belgeyên dijminatiya dewleta tirk a li dijî kurdan bi bi dest xist

Dîroknas Îsmat Konak du belgeyên nû yên fikarên rêveberiya kemalîst ên têkildarî muxtariyeta kurdana li ser Kurdistana Sor bi dest xist. Dîroknas Konak diyar kir ku Enqereyê kurdên Sovyetê jinêzve dişopîne û bi ruhekî parayonak nêz dibe û wiha got: "Her ku belge derdikevin holê, rûyê ‘sûcdaran’ jî bêhtir teşhîr dibe. Dijminatiya wan a li hemberî kurdan bêhtir aşkere dibe."

Dewleta tirk a faşîst ji damezrandina xwe heta niha li ser gelê kurd qirkirina fîzîkî çandî û ekolojî dimeşîne. Dîroknas Dr. Îsmet Konak derbarê faşîzma dewleta tirk a li ser kurdan belgeyên nû yên têkildarî Kurdistana Sor (1923-1930) bi dest xist. Dr. Konak du belgeyên nû yên fikarên rêveberiya kemalîst ên têkildarî muxtariyeta kurdan bi dest xist. Di belgeyên Wezareta Karên Derve ya salên 1925 û 1926’an de aşkere dibe ku rêveberiya demê bi aşkereyî dijberiya mafên kurdan dike.

Konak, têkildarî belgeyan wiha got: “Her ku belge derdikevin holê, rûyê ‘sûcdaran’ jî bêhtir teşhîr dibe. Dijminatiya wan a li hemberî kurdan bêhtir aşkere dibe. Çendek meh berê me di Arşîva Wezareta Karên Derve de belgeyeke bi dîroka 1919’an peyda kir û di wir de aşkere bû ku rêveberiya Enqereyê kurdên Sovyetê jinêzve dişopîne û bi ruhekî parayonak nêz dibe. Me di lêkolîna xwe ya di Arşîva Wezareta Karên Derve de du vesîqayên nû peyda kirin. Ya yekemîn; telgrafa di 17’ê mijdara 1925’an de Wezareta Karên Derve ji Konsolosxaneya Moskovê, Konsolosxaneya Bakuyê û Konsolosxaneya Erîvanê re şandiye ku li ser ‘nepen’ hatiye nivîsandin. Ev ‘nepeniya’ li ser telgrafê di gulana 2023’yan de hat rakirin. Dema em perdeya mehremiyetê ya Enqereyê radikin, dibînin ku di pişt de dijminatiya li hemberî kurdan heye.

Yek ji Wezareta Karên Derve li ser disekinî jî statûya ‘45 gundên kurdan’ ên li Qerebaxê bû. Li gorî îxbara Komîseriya Sînor a Rojhilat, rêveberiya Sovyetê ‘Komareke Kurd’ ava kiribû. Rêveberiya Enqereyê jî li dijî vê avadaniyê hem pir bi fikar nêz dibû hem jî helwestekî ‘biçûkxistinê’ pêş dixist. Ketibû nava hîsteriyeke weke ‘Kurdên derveyî sînorê me çawa komarê ava dikin an jî statûyê bi dest dixin.’ Gelo heman tişt ji bo tirkên Qibrisê yan jî tirkên Gagavuzyayê jî difikirîn? Li gorî wan 145 hezar tirkên li Qibrisê xwedî wî mafî ne ku bi avakirina komarê pêşeroja xwe diyar bikin lê kurd ‘Eşqiya, serhildêr û terorîst in.’ Dema Gagavuzyayê di sala 1994’an de li Molodovayê xweserî bi dest xistin, hejmara wan bi qasî 100 hezar bû. Ev tirk ji mafê self-determinasyonê sûd digirin lê kurd ‘dabeşkar, xayin û hov in!’

Yek ji xalên di telgrafa Wezareta Karên Derve de derdikeve pêş jî têkildarî ‘Vekirina dibistanên bişevborîn ên kurdî’ ne. Gihiştina mamosteyên kurdî ya li van dibistanan û heke çêbibe, çûyîna wan a Tirkiyeyê û perwerdekirina kurdên li Tirkiyeyê ji bo xwe weke ‘pirsgirêka man û nemanê’ dîtin. Tirsa wan a li hemberî kurdî, ruhê rejîma şoven werpêçiya bû. Lê hewcehî bi tirsê nîne ji ber ku çawa tirkî ji bo wan girîng be, kurdî jî ji bo kurdan girîng e û bedela wê çi bibe jî kurd dê zimanê xwe ji bindestiyê rizgar bikin.

Çendek meh piştre Konsolosxaneya Bakuyê agahiyeke ku Wezareta Karên Derve ‘keyfxweş dike’ şand. Di telgrafa 23’yê çileya 1926’an de avadaniya hiqûqî ya ji bo kurdan hatiye avakirin weke ‘bajarok’ hat pênasekirin û gotin ku ‘Komara Kurd nîne.’ Lê tişta ku herî zêde bi xweşiya rêveberiya Enqereyê çûyî jî ev bû; ‘tenê dibistanên seretayî û navîn in û zimanê perwerdeyê bi tirkî ye.’ Di vê mijarê de hewceye polîtîkaya Azerbaycanê ya têkildarî Kurdistana Sor jî bên vekolandin.

Ji rêveberên Desteya Perwerdeya Neteweyî ya Kurdistana Sor Museyîb Îlyasov –malbata wî bi eslê xwe ji Amedê ye – û hevalên wî di sala 1924’an de alfabeyek amade kirin. Ev alfabeye pêşkeşî Komîseriya Gel a Perwerdeyê ya Azerbaycanê kirin. Lê encamek bi dest nexistin. Li vir nakokiyek heye ji ber ku li rexekî ji bo kurdan avadaniyeke otonom ava dikin li hêla din ji bo perwerdeya bi kurdî destûr nayê dayin. Arkeolog Y.G. Pçelîna yê sovyet ku di sala 1924’an de Kurdistana Sor jinêzve şopand, dibêje ku ji nîvî zêdetirî kurdan bi kurmancî diaxivin. Pçelîna di sala 1932’yan de dîsa diçe herêmê û dibêje ku hejmara kesên bi kurmancî diaxivin gelek kêm bûye.

Her wiha di havîna 1929’an de Zanistê Rojhilat Prof. V.A. Gurko-Kryajîn dibêje ku li herêmê polîtîkayeke bi zanebûn a ‘tirkkirinê’ tê meşandin. Her çend ku rêveberiya Bakuyê xwe weke ‘sosyalîst’ nîşan bide jî, sepanên neteweperest xistine meriyetê. Ji bo derxistina rastiya ji hêla serdestan ve bi pisporî hatiye veşartin derxin holê, em jî dê her ji wan bi guman bin.

Belgeyên orjînal ên arşîvê û transkrîpsiyona wan li jêr e:

Wezareta Karên Derve

Ji Konsolosxaneya Moskovê re
Ji Sefîrê Bakuyê re
Ji Sefîrê Erîwanê re

(Nepen e)

Tê gotin ku hikûmeta Sovyetê ya Rûs li derdora Qerebax a Azerbaycanê ji bo 45 gundên kurdan Komara Kurd ava kiriye. Dê rêveberiya wê ya navxweyî bi zimanê kurdî û di têkiliyên karên derve de jî zimanê tirkî yê Azerbaycanê bi kar bînin. Her wiha 250 mamosteyên wan hene.Tê gotin ku li Qerebaxê her wiha dibistanên bişevborînê hatine vekirin, xwendina wê 5 salan didome û mîna li her dibistaneke Bolşevîkan li vê dibistanê jî siyaset tê şopandin, qismekî mamosteyên wan ermen in û dê hinek mamosteyên li vir tên gihandin bişînin aliyê me. Komîseriya Sînor a Rojhilat bal kişandiye ser van agahiyan û ji hêla Wezareta Karên Hundir ve hatiye şandin. Em rica dikin ku di vê mijarê de agahiyên berfireh ji me re bên şandin.

17.11.1321 (1925)

Sefîrtiya Bakuyê

Ji Konsolosxaneya Moskovê re

Ji Wezareta Karên Derve bersiva ji bo nivîsên bi dîroka 10’ê kanûna 1341’ê û 4’ê çileya 1341’ê ye. Ji bo Kurdên li derdora Qerebaxê, li hinek gundan jê re qeza hatiye çêkirin. Navê vê qeza ye (kurdî) ne Komara Kurdî ye. Heta muxtariyeta wê jî hatiye veguhestin. Dibistanê li vê bajarokê yên seretayî û navîn in. Zimanê wê bi tirkî ye. Tu ferqa wê ji dibistanên li bajarokên din nîne. Lewma jî tu nîşaneyên ku kesên li vir hatine gihandin bişînin Tirkiyeyê nînin.

23.01.1926

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar