Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dîroknas Xelîl: Ne ji Qendîl be dê Başûr di bin kontrola Tirkiyê de be

Dîroknas Macid Xelîl diyar kir ku xwe dûbare kirin û ders ji dîrokê dernexistin, ji bo desthialta Başûr bûye edetek û wiha got: “Desthilata Başûr timî xwe dûbare dike û nikare ders ji bûyerên dîrokî derxe. Xwe dûbare kirin jêre bûye edetek. Divê bizane ger ne ji Qendîl ba, wê niha Herêma Federal a Kurdistanê bi temamî dibin destê Tirkiyê de baya. Armanca Tirkiyê tenê ne Qendîle, hemû Kurdistane. PKK li pêşiya van berjewendiyên Tirkiyeyê astengiyê çêdike.”

24 sal li ser operasyona dagirkeriyê ya bi navê ‘Ejder’ a dewleta tirk ya derveyî sînor a li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê re derbas dibe. Di 4’ê tîrmeha 1995’an de bi beşdariya 35 hezar leşkerên tirk careke din xaka Başûrê Kurdistanê hatibû dagirkirin. Piştî têkçûna di operasyonê de ya di şerê gerîla de dewleta tirk tenê beşek ji van leşkerên xwe vegerand Tirkiyeyê. Beşeke zêde jî li baregehên Tirkiyeyê yên li başûrê Kurdistanê zêde kir û li nava xaka başûrê Kurdistanê hişt. Niha jî operasyona dagirkeriyê ya derveyî sînor a bi navê ‘Pençe’ destpê kiriye û vê carê hewl dide dagirkeriya bi salane di meriyetê de hîn berfirehtir û mayîndetir bike. Serokê Beşa Dîrokê ya Seyîdsadiq ê Zankoya Silêmanî Macid Xelîl pirsên Rojnewsê yên têkildarî êrîşên dagirkeriyê, armanca wan van êrîşên dagirkeriyê, zirer û ziyanê dide gelê kurd û proseya yekîtiya netewî bersivand.

Xelîl balkişand ser armanca van operasyonên ku li dijî PKK’ê û destnîşan kir ku PKK li dijî berjewendiyên hêzên sermayedar e. Xelîl bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk ji sala 1980’yan ve dest bi operasyonan kiriye û vêya bi awayeke sîstematîk dike. Dema operasyonan dike, bi hemahengiya li gel welatên herêmê dike. Li pişt van operasyonan sîstema sermayedar, Amerîka û Îsraîl jî hene. PKK ku tevgereke hizrî ya baweriya xwe bi guhertinê û azadiyê heye, gef li berjenwediyên welatên Rojava dixwe. PKK dixwaze dîrokê ji nûve binivîse. Berjewendiyên hêzên sermayedar yên cîhanî dixe metirsiyê.”

PKK tu carî teslîm nabe

Xelîl da zanîn ku PKK  tucarî teslîm nabe û timî ala rizgariya kurdan li dijî faşîzmê radike.  Xelîl axaftina xwe wiha domand: “Di sala 1978’an de PKK weke hêzekî siyasî hate ragihandin. Di nava civaka kurd û siyaseta Kurdistanê de dengvedanek mezin çêkir. Tirkiye ji ew fikrên ku PKK di nava civaka kurd de pêşdixe, ditirse. Ji ber vê darbeya leşkerî ya 1980’yan pêkanî.  PKK karî dawî li şerên navxweyî yên li bakurê Kurdistanê bîne û kesayeta kurd kesayeteke çarenûsaz û xwedî biryar. PKK  ticarî teslîm nabe û timî ala rizgariya kurdan li dijî faşîzmê radike. Lewma di sala 1982’yan de PKK’ê li gel eniyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hemahengiyek (protokol) çêdike. Yekem danûstandinê li gel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Mesûd Barzanî pêk tîne. Li ser bernameyeke netewî li hev dikin. Lê Tirkiye ji bo vêya têk bide, dest bi êrîş û planên têkdana vê hewldana netewî.”

Armanca Tirkiyeyê dagirkirina Başûr e

Xelîl di axaftina xwe de destnîşan kir ku ger Qendîl nebûya dê Herêma Federal a Kurdistanê dibin destê Tirkiyeyê de bûya û wê zêdetir hatiba çewisandin.  Xelîl wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêveberiya Başûrê Kurdistanê heta sala 1991’an ku xwedî xebatekî demdirêj û bi ezmûn bû nekarî hevsengiyekê li gel xebatên rizgarîxwaz ên parçeyên din çêbike. Di hinek rewşan de bû projeyek welatên derve. Bûyerek weke karasata Hekkarî ku sala 1978’an pêk hat, planek a Tirkiye û Îranê bû. Li Başûrê Kurdistanê xebata siyasî ya kurdî parçe kir. Bi sedan şoreşgerên şoreşa nû ya başûrê Kurdistanê bi destê hêzên kurdan ji holê rakirin. Lê, pirsgirêk ewe ku başûrê Kurdistanê naxwaze van rastiyan fam bike û sûd ji ezmûnan bigire. Ji dema borî heta niha Tirkiye naxwaze ezmûna Herêma Kurdistanê pêş bikeve. Lewma li gorî min, Qendîl nebûya Herêma Federal a Kurdistanê wê dibin destê Tirkiyeyê de bûya û wê zêdetir hatiba çewisandin. Wê zêdetir aboriya wê bi kar baniya. Lewma bi lêkolînan ev yek tê îspat kirin ku ger PKK nebûya dê Tirkiyeyê nêzîkbûnek gelek xirab li gel bikiriba. Beşek ji medya başûrê Kurdistanê qala vê dikin ku PKK sedema dagirkeriyê ye. Ez berovajî vê yekê dibêjim, armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye û naxwaze Herêma Federal a Kurdistanê berbi pêşve biçe.”

Diyardeyeke bêhempa ye

Di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Tirkiye dixwaze hêzekî herêmî be. Niha xwe gihandiye Asyaya navîn jî. Doza Ereb-Îsraîl bi kar tîne. Ji bo rêbertiya cîhana îslamî bike. Dema ku bûyerek navneteweyî li vê herêmê diqewime, Tirkiye hewl dide ji vê aloziyê sûd werbigire. Ji şerê cîhanê yê sêyemîn ve Tirkiye her hewl dide kurdan mêtingeh bike û dibin destê xwede bihêle. Di rewşa niha de şerek li herêmê heye û Tirkiye jî hewl dide ji vê rewşê sûd werbigire. Ji ber vê armanc tenê Qendîl nîne, armanca Tirkiyeyê ji vêya pir mezintir e. PKK’ê xwedî xeteke fikrî û xwedî pêşbîniye. Vê pêşbîniyê wer kiriye ku bihêz bimîne. Tevî Rêberê PKK’ê hate girtin jî lê dîsa li ser piya ma. Di nava xebata gelên rizgarîxwaz de diyardeya PKK’ê diyardeyekî bêhempa ye. Ji bo rojava cihê pirsyar û gumanan e. Lewma armanca van operasyonan ên navnetewî, herêmî û navxweyî hene. Armanca navxweyî li ezmûna siyasî ya Kurdistanê xistine. Hewl didin derz di navbera PKK’ê û gelê Başûr de çêbikin. Daxuyaniyên Herêma Kurdistanê yên di mijara operasyonan de jî cihê şermêye. Tirkiye di warê siyasî û aborî de herêma Kurdistanê dîl girtiye. Ger bixwaze dikare di nava 5 deqîqeyan de hemû çavkaniyên wê yên aborî hişk bike.”

Bi tu awayî rê nadin dagirkeriyê

Xelîl aşkera kir ku di îradeya PKK’ê de gav paşde avêtin û teslîmbûn nîne û wiha got: “Ev famkirinek rewşenbîriye û di heman demê de rastiyek dîrokî vedibê. Piştî raperînê di sala 1991’an de biryara avakirina herêmêk bi ewle ji bo başûrê Kurdistanê tê dayîn.  Tirkiyeyê ji bo pêkanîna vê biryarê gelek kar kir. Li gorî vê biryarê herêmên nakokî li ser hene ne dikevin vê çarçoveyê, tenê parêzgeha Silêmanî, Hewlêr û Duhokê digirt nava xwede. Vêya jî ji bo hevrikek zindî li dijî PKK’ê ava bike bû û dixwest li dijî PKK’ê bikarbîne. Li ser vê esasê sîstemek dibin berjewendiyên Tirkiyeyê de dixwest ava bike. Ji ber vê niha dixwaze heman siyasetê li rojavayê Kurdistanê jî pêk bîne. Ji ber vê daxwaza herêma bi ewle dike. Lê îradeya li rojavayê Kurdistanê heye li dijî vê yekê derket. Ew ezmûna li Başûr pêkhat, hewl hate dayîn li Rojava dûbare nebe. Di îradeya PKK’ê de gav paşde avêtin û teslîmbûn nîne. Lewma ger dewleta tirk bixwaze gundekê jî dagir bike, divê li ser cenazeyê gerîla re derbas bibe, yan bi tu awayî rê nadin dagirkeriyê.”

Derbarê pêkanînên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê ku yek ji wan jî referandûma 2017’an bû lê ji vê dijminatiya Tirkiyeyê ders nayê derxistin jî Xelîl wiha got: “Ji ber rast fêm kirin nîne, ders jê derxistin jî çênabe. Rêveberiya Başûr nikare hizrandineke siyasî li ser mijarê bike. Xwe dûbarekirin û ders ne derxistina ji ezmûnên dîrokî ji bo desthilata Başûr bûye edetek (xûyek). Gelek bûyerên weke 16’ê Cotmehê dûbare bûne lê ders ne hatiye derxistin. Ji ber vê radestbûna wan ji dijmin re zêdetir kûrtir kiriye.”

Divê hêzek serbixwe ji bo parastina civakê hebe

Di dema borî de, Hêzên Xweparastina Başûrê Kurdistanê ji aliyê ciwanên Başûrê Kurdistanê ve hate ragihandin, vê hêzê ragihand ku li kûderê be wê parastina Kurdistanê bikin û baregehên Tirkiyeyê bibin hedefa wan. Di vê derbarê de jî Xelîl ev tişt anî ziman: “Careke din nêzîkatiyeke klasîk nîşanî vê hêza hatiye avakirin hate dayîn. Avakirina vê hêzê ji bo parastin û guhertin veguhertina civakî pêwîstiye. Divê êdî rêxistinên siyasî û medenî û hêzên parastinê yên herêmî derkevin pêş. Li gorî min, ev rêyek çareseriyê ye ji bo rewşa heyî. Pêwîste yekîneyên biçûk biçûk û rêxistinkirî werin avakirin, ji bo hişyariyê. Ji ber ku herêm li ser agire û divê hêzek ji desthilatê serbixwe ji bo parastina civakê hebe.”

Rista rewşenbîran girîng e

Di dawiya axaftina xwe de jî Xelîl li ser rola rewşenbîran di vê qonaxê de çiye û ji bo bi dawîbûna parçebûna niha di nava kurdan de heye divê çi bikin?, axivî û ev tişt anî ziman: “Bi baweriya min, rewşenbîr dikarin, li ser asta navxweyî û hem jî li ser asta derve rolek erênî bilîzin. Rewşenbîrên resen dikarin vê bikin, ne rewşenbîrên di himbêza desthilatê de. Rewşenbîrên resen dikarin zext li ser aliyan çêbikin, ji bo yekîtî pêk were. Tenê ew dikarin zemînek zêrîn çêbikin, bi tenê ew dikarin zemînêkî baş ava bikin, ji bo ku bikarin ew hêza têkoşînê wekî xwe bigehîninê civakê û ew heqîqetê ragihînin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar