Li Wanê piştî ku Kurdî-Der bi BHQ’ê hate girtin, li Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) di salekê de 500 kesî perwerdehiya zimên girt
Li Tirkiyeyê bi şerê deshilatê yê 15’ê tîrmeha 2016’an re, hikûmeta AKP’ê di 20’ê tîrmeha 2016’an Rewşa Awarte ragihand û bi BHQ’yan qira rêxistinên civaka sivîl anî. Yek ji van rêxistinên civakî ku bi BHQ’yan hatî girtin jî Kurdî-DER bû. Li Wanê jî piştî girtina Kurdî-Derê DÎSA-DER vebû.
Hê heftiyek ser kongreya pêşî DÎSA-DER’ê re neçûyî, dewleta tirk bi ser malên rêveberên wê de girt, gelek ji wan hatin girtin. Lê li gel vê jî DÎSA-DER’ê xebatên xwe domandin û gel jî berê we da DÎSA-DER’ê. Li komeleyê ne tenê kurdî, atolyeyên farsî, ingilîzî jî hene. Hevserokê DÎSA-DER’ê Salih Sertkal got ku ev nêzî salekê ye ku komele vekirine, li komeleyê bi piranî atolyeyên zimên, komên xwendinê, komên wêjeyê hene û gel bêhtir bala xwe dide ser xebatên kurdî.
Sertkal got li gel kurdî ew atolyeyên farisî û ingilizî jî didin û diyar kir ku heta niha nêzî 500 welatî li atolyeyên wan perwerde bûne. Sertkal her wiha destnîşan kir ku niha ji ber betlaneya havînî ye, ji bo ku zarokan tevlî atolyeyan bikin xebatan dikin, li ser vê mijarê, nexasim ji bo ku zarokên li kuçeyan dixebitin tevlî nav atolyeyan bikin hewl didin û bang kir ku her kes di vê mijarê de bi wan re bibe alîkar.
Hevserok Sertkal da zanîn ku di sedsala 21’emîn de êdî dewlet bêgav maye ku ji bo perwerdehiya kurdî gavan bavêje û wiha got: “Heke îro li Îranê perwerdehiya kurdî hebe, diviya li Tirkiyeyê ji mêj ve ev hebûya. Lê mixabin aqilê burokrasiyê yê li Tirkiyê aqilekî wiha yê paşverû ye ku li Japonya jî dema ku qursa zimanê kurdî tê dayin, hewl dide ku wê bide girtin.”Sertkal gotina feylezofê Alman Schîller, ”Ziman mirêka neteweyê ye” bi bîr anî û wiha got: “Dema ku em li vê mirêkê dinerin em li wir terisandina xwe dibînin. Ji ber vê jî ziman sedema bûyina gelan e. Heke hûn zimanekî tune bikin hûn wê civakê jî tine dikin.”WAN