Careke din em bi navê Efrînê tînin ser ziman û pê re keserekê jî dikşînin. Ji dîroka 2018’an meha adarê û heta roja îro, Ev erdîngarî bi hemû xweza û mirovên xwe, bi dar û berên xwe û heta bi Kevirên xwe rastî teide û zilmê tê. Dewleta tirk a dagirker dagirker, çeteyên xwe berdan û talan kir. Siyaseta ku daye pêşiya xwe ku ew jî koçberkirina hemû kurdan û bi cihkirina malbatên çeteyan li şûna wan, didomîne. Beriya mehekê, kesên ku rewşa Efrînê dişopînin, dîtin û bihistin ka çawa agir bi çol û daristanên Efrînê hatiye xistin. Ev agir bi destê çeteyan hat pêxistin û rê nedihat dayîn ku efrîniyên li gundên xwe û li cih û warê xwe mane jî agir vemrînin. Heta li gorî agahiyan, kesên hewl dan agir vemrînin hatin girtin.
Em di vê nivîsa îro de dîsa dibêjin Efrîn, ji ber dîsa komkujî, zilm û talanûwêranî pêk tê û dewam dike. Wekî tê zanîn dunya bûye Payîz û ev demsal ya komkirina zeytûnan e. Lewma, dewleta tirk ferman daye çeteyên xwe ku Efrîniyan di bin navê komkirina bacê de, careke din talan bikin û berhemên wan ên zeytûnan talan bikin. Ev yek serê çend salaye ku warê zeytûnan hatiye dagirkirin pêk tê û keda van cotkaran hemû tê xwarin. Li ser vê yekê, li gundê Kaxrê yê Efrînê, welatî û bi taybet jî Jinên li gund li hember vê zilmê derketin xwepêşandanê. çeteyên bi navê Emşat ku yekser bi fermana dewleta tirk tevdigerin, êrişî van efrîniyan kirin û teide li wan kirin. piştî wê bi dehan çete anîn û gund dorpêç kirin, internêt û peywendî qut kirin. Li ser vê mijarê, Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê wêneyên dayikên efrînî ku rastî lêdanê hatine parve kirin û bang li raya giştî kir da pêşî li vê sosretê bê girtin.
Her wiha zêdetirî 15 rêxistinên sivîl û komeleyên kurdan jî nameyeke hevpar ji Sekreterê Giştî yê NY’ê Entonyo Gotêris re şandin ku bila çavên xwe li ser vê rewşa kampax vekin û nebin şirîkê van sucan bi bêdengiya xwe. Lê gelo berjiwendiya wan çiye ku bibêjin bila dewleta tirk van seyên xwe yên har bigre? Wê qale kîjan mafî bikin ku dema Efrîn dihat bombebarankirin xwe Ker û lal kirin û weke li vê erdîngariyê mirov bi balafirên NATO û bi tankên almanî nedihatin kuştin. Erê, kombûna dewleta û berjiwendiyan e mirov dikare bibêje, ne kombûna bo maf û rê girtina li zilmê ye.
Em werin aliyên kurdî, gelek kesan bertek li ser tevna civakî nîşan dan û li ser bûyera li Kaxrê nivîsîn, lê me nedît ti meş an jî çalakiyek hat organîzekirin. Kanî ew rêxistin, komele û kombûnên kurdan ku ji bo bûyerên normal an jî ji bo şahiyan kom dibin lê îro ji bo balê bikşînin li ser vê hovîtiya çeteyên dewleta tirk li Efrînê naxuyên. Dixwazin bibêjim, dayikên kurd ên Efrînî rastî lêdanê hatin û heta niha wekî din çi li wir qewimiye, hîne ne diyar e. Her kes divê di aliyê xwe de, bi çi zimanê ku dizanin û digerin van bûyeran bighînin derûdorê divê xwe nedin paş. Kes zilmê qebûl nake û yê qebûl bike jî hevalê xirabiyê ye. Ev hovên ku dewleta tirk ew li Efrînê kom kirine, dirûşmên ola îslamê bi wan dide rakirin ku qaşo şerîetê pêk tînin, lê di roja xwedêdana Hezretî Muhemed de êrişî dayikên Efrînî kirin. Ev çete û serkêşê wan ji bo siyaseta xwe ya qirêk pêk bîne, kirasê Îslamê li xwe dike, divê çalakvanên kurd jî vî kerasî jê bikin û rastiya heyî bidin xuyakirin.