Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Dîsa Şengal

Aysel Avesta |

Hikûmeta Iraqê li ser daxwaza dewleta tirk û bi hevkariya PDK’ê dek û dolaban li ser Şengalê digerîne. Êzidiyên ku bi destê van hêzan bi trajediyeke mirovî re rû bi rû man û ji fermana 73´an rizgar bûn, niha dîsa di bin metirsiya fermaneke nû de ne. Di 9’ê Cotmeha 2020’an de li ser Şengala ku ev nêzî 7 salan e bi hêza xwe birînên xwe pêçaye, lihevkirineke ku vîna wan nas nake û tune dihesibîne, hat morkirin. Armanca esasî ya vê peymanê ew e ku pergala xwerêveberiyê ya ku piştî Fermana 73’an hatî avakkirin, birûxîne û Şengalê dîsa bînin rewşa beriya 3’yê Tebaxa 2014’an.

PDK û hikûmeta navendî ya Iraqê li şûna ji êzidiyên ku di nav lepê çeteyên DAIŞ’ê de hiştin û reviyan, lêborînê bixwazin, xwe li vîna wan kerr û kor dikin û dixwazin bi hêsanî dest li warê wan werdin. Bi vê peymanê, hewl didin sûcên ku li hemberî civakê kirine, telafî bikin. Lê ger di niyeta xwe de samîmî bin, bila hêza civakê ya siyasî û leşkerî fermî qebûl bikin û Xweseriya Şengalê misoger bikin. Tenê hingê dikarin li hemberî civakê û dîrokê bên efûkirin. Tişta niha dixwazin li Şengalê bikin ji fermana ku çeteyên DAIŞ’ê bi ser Şengalê de anîn, ne cûda ye. Jixwe, ji dîroka morkirina vê peymanê jî diyar e ku di şexsê Şengalê de armanc tunekirina vîna civaka rêxistinkirî ye.

Ji daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk ev yek pirr zelal tê dîtin. Erdogan bi awakî vekirî dibêje; “Ger hûn tişta pêwîst nekin, em ê bi kevin dewrê”. Bi vê armancê her roj gefan li Şengalê dixwin û balafirên wan li ser asîmanên Şengalê difirin. Wer xuya ye, hêzên Iraqê li ser fermana Erdogan dixwazin vê plana qirêj bibin serî.

Lê tişta ku wan hesabê wê nekiriye, sekna civaka êzidî û helwesta wan a berxwedanê ye. Dayikên ku di komkujiya 3’ê Tebaxê de hêviya xwe ya jiyanê ji dest dabûn, niha li hemberî êrîşên wan hemûyan, ax û rûmeta xwe diparêzin. Di çalakî û xwepêşandanan de bi pêşengiya dayikan bi bersiveke xurt re rû bi rû hatin.

Şengaliyên ku xwe ji êş û trajediyan ji nû ve ava kirine, li hemberî van planên qirêj berxwedaneke bêhempa raber dikin. Lê divê piştgiriya vê berxwedanê baş bê kirin. Di serî de civaka êzidî, lazim e gelê kurd hemû li hemberî vê rewşê bi baldarî tevbigere û Şengalê ji van dagirkeran biparêze. Heta ev hêzên qala wan kirî, statuya Şengalê qebûl nekin û vê peymanê paş ve negirin, xetera fermaneke nû li ber derî ye. Divê ev yek baş bê zanîn, heger Şengal ji van êrîş û komployan neyê parastin,  êdî bi navê Şengal û Êzidxanê dê tiştek nemîne. Jixwe, di her fermanekê de ya ku bi ser wan de hatiye, koçberî talan û malwêranî hatiye serê wan û derbeder bûne. Vê carê wê êdî bi yekcarî ev civaka resen bê tunekirin û ji dîrokê rabe. Ji lewma, ji her demê bêhtir pêwistiya Şengalê bi xwedîderketinê heye. Parastina vê civakê erka her mirovê azadîxwaz e. Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar