Têgeha welat nêzî pêncî salan e gelek wateyên nû xwemalî kir û berfireh bû. Tê wê wateyê ku welat şîrîn e, tehmê dide tiştê pê re tê biwatekirin.
Bi rastî jî welat şîrîn e nikare bê terikandin. Ew navekî pîroz e. Em in, bi tevî her hebûna xwe. Ax e welat, çavkaniya bîranînên me. Jêderka şadî, bextewarî, evin, êş û keserên me. İlhama sitiranên me, dengêjiyê û gelek hestên me. Dirûvlêdana ruhê me ye welat.
Çiyayên bilind ku warê em herî azad lê dijîn, dengê herî bilind lê diaxivin, sitiranan diqîrin, hespên xwe serbest diajon mohra welat in. Çem, zozan û deşt; bi kulîlkên xwe, bi kanî û çavkaniyên xwe, bi avên herikî, berf, ba, baran, bager; bi zivistan, bihar, havîn û payîzên xwe xemla welat in.
Welat çand û ziman, sitiran, çîrok, metelok, zêmar û seranser kelepora me ye.
Li berbangê hîrehîra şivanan, serê sibêhan, hilelehop, berêvarê westa paleyan e welat. Nava rojê lezûbeza bêrîvanan, kalekala berxê berodanan, eksa mîhên neban, berêvarê golikên ber gihanan, bi êvarkî şîşikê gore û faykeyên li destê jinan e welat.
Welat vegotina çîrokên ji bo zarokan li derdorê dayikan e. Govend û dewatên bêdawî, reqsa sêling, baso, şêxanî, çepkî, bablekan; xemla kesk û sor û zer a ser rûyê bûkan û sêva di destê zavayan de ye. Welat lorikên dergûşan, horavêlên cotkaran, vîtîna balindayan e.
Seranser dîroka bi hezaran salan e welat. Derketina Keyaxser e, kesera xiyaneta Harpagos e. Êşên zilm û mêtîngeriya xedar in. Jibîrneçûna Qesra Şîrîn, têkçûna serhildanên 19an e, Qoçgirî, Zîlan, Dêrsim, Mehabad, Helebçe, Enfal, Şengal, Efrîn û Serêkaniyan e.
Koçberî, penaberî, qîrîn û hawara zarokên serwindayî yên Zîlan, Dêrsim, Enfal û Rojava ye. Singûya di rehma jinan de bedena zarokan, bedena kuştiyan e, mîtralyoza agirpêketî raberkirî li ser bedena bi hezaran kurdan e.
Welat Newroza Kawayê Hesinkar e, agirê venemirî ye ji sedsalan nisilî ye gihiştiye destên neviyên wî yên îro. Rehê kurdan ê netewiyayî ye, li gel zilm û zexta giran.
Ligel zilm û zordariyê welat çirûskên jiyanê ne, pêşî geş û paşê qels bûbin jî rojnameya Kurdistan e, Xoybûn e, Hawar e; Celadet Bedirxan e, Osman Sebrî û Cegerxwîn e. Îhsan Nûrî ye, Hesikê Têlî ye.
Welat dîroka qetrehm, bêbext û zalim e. Ji aliyekî ve zilm, xedarî, kokbirî barandiye ser kurdan, ji aliyê din ve bi êş, keser, zordarî, xirabiyê jiyana wan xeniqandiye, herimandiye.
Înkar û imhaya li me ferzkirî ye welat. Tirs û xofa li her derê reşandî ye. Asîmîlasyon e, birîna her vekirî ye, her herişî ye.
Welat jixwevehatin e, lêpirsîn e. Destpêk e, ronîbûn e, hewldaneke çarlepkî ye, rabûna ser piyan e, hişmendîbûn û xwedîderketina lixwe ye. Zanîn e, çalakbûn e, rêxistinbûn û îradebûn e. Welat 27ê Mijdarê ye. Berxwedana zîndanan e, meşaleya destê Mazlûm e, Newroza Kawayê Hemdem e. Destana Çaran e, 14ê Tîrmehê ye.
Û welat piştî van êşan 15ê Tebaxê ye. Berxwedan e, serhildan e, raperîn e. Lêhiya lehengan e, hêsrên bextewariyê ne. Govenda azadiyê ye welat, bi milyonan mirov di qadên Newrozan de, li çiyan, li deştan bi agirê pîroz dest bi dest reqisîne.
Welat roja reş 15ê Sibatê ye. Welat kaniya berdêlan e, ji bo azdiyê xwîna diyarkirî ye ji axa pîroz re. Welat berdêlên giran e, ji bodromên agir pêketî, ji gorên kolayî, ji hestiyên kolîkirî, ji kêlikên rûxandî zilma bêhefsar a li ser wî ye.
Welat rastiya îxaneta bi navê biratiyê ye, xençera bi destê dagirkeran e.
Welat Şengala biferman, Efrîna birîndar e, hêsrên çavên dayikan e, lehiya koça ne. Bê xwarin, bêav rojên ber tavan e.
Welat Kobanêya azad e, Heftenîn a berxwedêr e. Sitirana devê milyonan e.
Welat, Welat e.
Ew welat nasmeya me ye, çavkaniya hebûn, berxwedan û hinceta jiyana me ye.
Ev Welat amûra vegotina me ya hemû van êş û rûmetan e. Bi hev ew qas girêdayî ne. Nayên ji bîrkirin, nayên terikandin.
Dîsa Welat! Dîsa jî Welat!
Bi xêr hatî Welat.