Platforma Şaxan a DÎSK’ê banga tevlibûna mîtînga ku bi dirûşma “Ji bo aştiyeke birûmet çareseriya demokratîk” ku di 22’ê tîrmehê de li qada Îstasyonê bê li dar xistin kirin
Di 22’ê tîrmehê de li Amedê bi dirûşma “Ji bo aştiyeke birûmet çareseriya demokratîk” li Qada Îstasyonê mîtîng tê lidarxistin. Platforma Şaxan a DÎSK’ê der barê mîtîngê de li Şaxa 2’emîn a Genel Îş’ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Nûnerê Herêmê yê DÎSK’î Mehmet Şîrîn Gurbuz daxuyanî xwend. Mehmet Şîrîn, bal kişand ser şer û wiha got: “Di şeran de bi taybetî jin û zorak dibin kurban. Ekolojî tê texrîbkirin. Em wekî DÎSK her tim bûn alîgirê aştî, demokrasî û wekhevî ye. Li gel hewldanên me dîsa rûye şer a qirêj her tim derdikeve li pêş me. Di 15’ê tîrmehê de li Pulura Dêrsimê di encama teqînê de Ayaz û Nûpelda Gulogluyên xwişk û birayê hevin jiyana xwe ji dest dan. Em wekî DÎSK’ê êşa malbatê parvedikin. Divê bûyer bi her avayî bê lêkolînkirin.”
‘Em piştgiriyê didin hewladên aştiyê’
Şîrîn, di axaftina xwe de bang li raya giştî, gel û kedkaran kir û wiha axivî: “Şer û pêvçûn dibe sedema mirin e. Gelek pirsgirêk û di serî de pirsgirêka kurd divê bên çareserkirin û bi rêya aştiyane û muzakerayan dê ev tişt pêk bê. Em wekî DÎSK di nav hewladên bi vî rengî de ne û em piştgiriyê didin hewladên aştî û demokrasiyê ye. Em li ser vê esasî bang li raya giştî dikin ku di 22’ê tîrmehê de roja duşemê tevli mîtînga ‘Ji bo aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk’ bibin.” AMED