Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ditirsin

Çiqas êrîşkar bin ewqas newêrek in. Ewqas di dilê wan de tirs û xofa edaleta gelan heye. Çimkî sûcdar in. Dizanin ku dê rojek bi vê rastiyê re rû bi rû bimînin. Heta niha vê tirsê nedidan der, lê ji ber ku êdî nêzîkî vê encamê bûne, vê tirsê di her warî de didin der.

Kesekî/e tirsonek li gel hemû rewşê, dixwaze ku şirîkên xwe zêdetir bike, lewre dixwaze hemû kesî bi xwe re bitirsîne. Di demên berê de li gundan ên ku bi hezar sondan digotin ‘me cin, meşaîq û perî dîtine, mirî ji gora xwe derketine li nav gund digerin’ û bi rêbazên ecêb dixwestin ku hemû kes wekî wan bifikire, wekî wan bitirse. Ev rewşeke derûnî ye. Kes nikare bi tena serê xwe bi tirsê re serederiyê bike. Ev jî dişibe rewşa alîgirên AKP’ê.

Herî dawî Cem Kuçuk ê AKP’yî vê tirsa xwe anî ziman. Heya niha çi anîbin serê civakê, girtin, êrîş û hwd. got ku Erdogan ji peywirê were dûrxistin em ê bên darizandin, bên girtin. Şirîkê rovî dûvika rovî ye. Mehmet Metîner jî di ber de rabû û got ‘ji xwe em tirsonek in me nede tirsîn.’ Aliyekî rasteqîn a vê tirsa wan heye. Yanî bi rastî dibînin ku dê biçin û dîsa fehm dikin ku dê dawiya dawî bên darizandin. Niha ev tirsa wan mezin dibe, ji ber ku êdî dawiya emrê wan hatiye.

Lê aliyekî din jî ew e ku ew dixwazin li dora vê tirsê alîgirên wan, ên ku heya niha bûne şirîkê wan kom bikin, konsolîde bikin. Vê yekê cara yekemîn jî nakin. AKP bi salan e civakê bi polîtîkaya tirsê bi rê ve dibe. Ev pergal li ser vê yekê hatiye sazûmankirin. 40 sal e bi tirsa ‘parçekirina welêt’ neyartiya kurdan dikin lê di dawiya dawî de bi xwe civak parçe kirin.

Ev lixwemukirhatina wan hin rastiyan nîşan dide. AKP bi taybetî ji sala 2015’an vir ve bi şerê li hemberî kurdan dixwest têkçûna xwe rawestîne. Hinek emrê xwe dirêj bike. Bi rastî hinek gihîşte armanca xwe jî. Ku wisa nebûya emrê vê îktîdarê di 7’ê hezîrana 2015’an de temam bûbû. Lê êdî AKP nikare tenê bi şerê li hemberî kurdan emrê xwe dirêj bike. Ji ber ku nikare bi ser bikeve, nikare soza ku daye pergalê û gotiye ‘ez ê têkoşîna kurdan biqedînim’ pêk bîne. Hemû rê û rêbaz pêk anîn lê nekarîn ku kurdan têk bibin. Lewma dema ku ji bo AKP’yê hatiye veqetandin bi dawî dibe.

Niha AKP û alîgirên wê vê yekê dibînin û lewma ji aliyekî ve tirs û xof bi laşê wan digire, ji aliyê din ve jî bi vê tirsê dikarin ku vî welatê bişewitînin û bidin ber agir. Li cihê ku dîtin tenê şerê bi kurdan re wan xilas nake, lewma ketin nav lêgerîna şerên mezintir. Niha ji aliyekî ve li Behra Spî ev demeke provaya şerekî mezin dikin û ji aliyê din ve hewl didin ku hîn zêdetir mudaxilê şerê Lîbyayê bibin. AKP bi helwdana xwe ya Behra Spî û Lîbyayê tenê dixwaze xwe xilas bike emre xwe dirêj bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar