Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

‘Divê 3’yê Tebaxê weke roja qirkirina êzidiyan û jinan bê ragihandin’

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera Fermana 3’yê Tebaxê ya li Şengalê li ser malpera xwe ‘pajk.org’ daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî PAJK’ê wiha ye:

“Em Fermana 73’yan şermezar dikin ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de dest pê kir û li Şengalê bi hezaran jinên êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin dîlgirtin, bi sedan mirov hatin qetilkirin, destavêtin, destdirêjî û îşkenceya bi rêbazên cuda li hezaran jinên êzidî hate kirin. Di şexsê Zekî Şengalî, Şehîd Bêrîvan, Şehîd Zerdeşt û Şehîd Nûjiyan de ku cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girtin û şehîd bûn, şehîdên Şengalê hemûyan bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo ev roja qirkirinê li qada navneteweyî weke ‘roja qirkirinê û qirkirina jinê’ ya li dijî kurdên êzidî û jinên êzidî bê qebûlkirin, têkoşînê mezin bikin.

Ji aliyê hemû hêzan ve tê destnîşankirin ku Şengal li Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke jeopolîtîk e. Li başûrê Kurdistanê mîna deriyekî li Mûsul û Kerkûkê, her wiha ji Hesekê dest pê dike û ber bi rojavayê Kurdistanê ve vedibe. Şengal xeteke derbasbûnê ya girîng e ku ji Sûriyeyê digihêje Iraqê û sînorê Tirkiyeyê. Hêzên ku xwestine li Kurdistanê serdest be ji demên berê heta niha her tim hewl dane li Şengalê serdest bin. Ji ber vê yekê Şengal herêmeke welê ye ku osmaniyan gelek caran ji bo qirkirinê êrîş birine ser. Her wiha yek ji wan herêman e ku gotina ‘ji bilî çiyê, dostekî me nîne’ ya kurdan lê bi wate dibe, şênber dibe.

Di bingeha Fermana 73’yan de jî ji bo avakirina dewleta îslamê ya Iraq-Şam ku xeyala mezin a DAIŞ’ê bû, daxwaza ji bo serweriya li vê xeta derbasbûnê hebû. Li gel vê girîngiya cografîk a Şengalê, sedema bingehîn a êrîşê jî ew bû ku xwestin, têkoşîna azadiya civakî ya Kurdistanê û têkoşîna azadiya jinê ya bi şoreşa Rojava re li bajar, gund, kolan û malan sazûmankar bû, asteng bikin. Serdest, bi taybetî jî dewleta tirk rêxistinbûna azad a jinan, mêr, zarok, extiyar û ciwanan tehemûl nakin. Ev sefera ku ji bo fetisandina şoreşa Rojava dan destpêkirin, bi destê lehengên ku ji îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo bawer dikin hate têkbirin.

Di hedefa DAIŞ’ê de dagirkrina vî war û dema ku ji aliyê her kesî ve weke war û dema kurdan û jinan pênase dike hebû. DAIŞ ku li pêş çavên cîhanê êrîş birin ser vê civaka qedîm a ku bêxwedî, bêhêz dihate dîtin, bi hezaran jin revandin û dest avêtin wan. Jinên ku dîl girtin li bazarên koleyan firotin. Ya ku li wan bazaran firotin çarenûsa mirovahiyê ya dinyayê bû. Ji bo hest û nêrînên mirovahiyê dagir bikin ev êrîş kirin.

Şengal tevî ku di çarçoveya xala 140’î de ye ku Iraqê û hikûmeta federe hîn li ser li hev nekirine, herêmeke welê bû ku ji aliyê PDK’ê ve dihate birêvebirin. Piştî ku DAIŞ’ê êrîş kir, PDK a ku digot li herêmê serwer e di nava çend saetan de herêm terikand û civaka êzidî di nava lepên DAIŞ’ê de hişt.

Ji bo pêşîgirtina li qirkirina êzidiyan û ji bo parastina cografya Kurdistanê, şervanên YPG û YPJ’ê yekser dest li qirkirinê werdan. Piştre jî bi pêşengiya 12 gerîlayên HPG û YJA Starê, Derwêş û Edûlan ji bo astengkirina fermanê ji çiyayên Kurdistanê berê xwe dan Şengalê. Dîrok wê van jin û mêr ên ciwan ên leheng ên Kurdistanê ji bîr neke, her wiha wê yên ku diviyabû biparastina lê belê terikandin jî wê ji bîr neke.

Êrîşa 3’yê Tebaxê nîşanî civaka êzidî, jinên kurd, civaka Kurdistanê û bi gerdûnî nîşanî hemû jinên cîhanê daye, em li kîjan cografyayê bijîn jî, em ji kîjan dîn, mezhep, reng, bi kîjan zimanî jî bin heke xweberevanî nebe, tundiya mêran tê serê mirov. Ev rastî ji bo jinên kurd bêhtir kujer e. Ji ber ku dewleta tirk tacîz û tecawiza li ser jinan weke rêbazeke şerê taybet bi kar tîne. Ji bo ku nasnameya me, taybetmendiya me ya qedîm û domanîbûnê ya herêmê tune bike, giyan, raman û xaka me bi dagirkeriyê re dixe eynî mêzînê. Di serî de xwerêveberî, xweberevanî, temsîliyeta wekhev a ku li Kurdistanê dest pê dike nirxandinên me yên li ser ekolojî, aborî, perwerdehî, hiqûq-adalet, etîk û estetîk hegemonyaya navendî aciz dike.

Qadên ku hegemonyaya navendî dagir kirî di serî de em jin û gelê kurd hewl didin ku dîsa bi dest civakê ve bînin. Hegemonyaya navendî bi destê rejîma AKP-MHP’ê li hemû xakên ku kurd lê hene êrîşê tîne ser, qadên ku xwerêveberî lê heye bi taybetî dike hedef. Şengal ji ber vê sedemê di hedefa rejîma AKP-MHP’ê de ye. Piştî Fermana 73’yan ku me nehiştî bi ser bikeve dewleta tirk 5 caran êrîşa hewayî aniye û gelê Şengalê kiriye hedef. Dewleta tirk tişta ku DAIŞ’ê nekarî bike xwestiye ku bi destê MÎT’ê û nokerên xwecih bi cih bîne. Beriya salvegera 3’yê Tebaxê Qirkirina Jinan bi çend rojan mayî, li paytexta Tirkiyeyê du xwîşkên ku DAIŞ’ê li Şengalê êsîr hatibûn girtin, bi hewldana malbatên wan hatine dîtin. Malbatê, ji DAIŞ’iyên li paytexta Enqereyê bi pereyan zarokên xwe standine. Li gel ku ev têciriya koleyan, sûcê qirkirinê ye jî dewleta tirk tu ciwabê nade vê rewşê, DAIŞ’iyan diparêze. Gelê Şengalê, jinên Şengalê li bara vê rastiyê divê zêdetir rêxistinî bin û xweberevaniyê xurtir bikin.

Em Partiya Jinên Azad ên Kurdistanê bang li hemû jinên cîhanê dikin, ji bo ku jinên ji 3’yê Tebaxa 2014’an ve ji xak, çand, civaka xwe hatine qutkirin û li bazara koleyan hatine firotin dîsa li çand, xaka xwe vegerin destekê bidin têkoşîna wan, em bang dikin ku ji bo ku 3’yê Tebaxê weke Qirkirina Êzidiyan û Qirkirina Jinan were qebûlkirin têbikoşin.

Em ji hemû hêzan ku qirkirina êzidiyan û qirkirina jinan kirine hesab dipirsin. Em têkoşîna azadiyê û xweseriyê ya civak û jinên êzidî silav dikin. Em hemû şehîdên ku di têkoşîna azadiyê ya Şengalê de cih girtine careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin, em dubare dikin ku em dilsozê wan in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar