Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê aloziya li Zînî Wertê bi rêya diyalogê çareser bibe’

Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç têkildarî aloziya li Zînî Wertê ya di navbera hêzên kurd, ji MA’yê re axivî. Kamaç destnîşan kir ku kurd li her çar parçeyan bi polîtîkayeke ‘dijminatiyê’ re rû bi rû ne û niha jî tê xwestin ku kurd hev du bikujin û bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî.

Kamaç anî ziman ku bi ambargoya PDK’ê ya li ser Kampa Mexmûrê re bingeha êrîşan hatiye amadekirin û wiha got: “Qewimînên li Zînî Wertê, nîşaneya nakokiyên di navbera hêzên kurd de ye. Lewma divê ev nakokî jibinê ve bên rakirin. Ev jî bi demokrasî û diyalogê pêkan e. Tifaq û lihevkirinên li dijî kurdan zelal in. Mînak Peymana Sadabatê tifaqa li dijî kurdan e. Ev nêzî 95 sal in kengî kurdan xwestibe gavekî biavêjin, ev tifaq dikeve dewrê û bi êrîşan pêşî lê digire. Ev hêzên dagirker bi Zînî Wertê û Mexmûrê re dixwazin şerê birakujiyê derxînin.”

‘Rewşa her parçeyê cuda ye’

Bi domdarî jî Kamaç destnîşan kir ku şert û mercên her parçeyeke Kurdistanê ji hev cuda ne û wiha domand: “Li Tirkiyeyê mafên ziman, çand û nasnameyê hatiye binpêkirin. Bi saya ked û têkoşîna bi dehan salan, bakurê Sûriyeyê gihiştiye astekî girîng. Rewşa kurdên li Başûr û Rojhilat jî ji hev cuda ne. Divê ev parçeye ji hev fêm bikin û li dora xalên hevpar bicivin. Sedem çi dibe bila bibe, divê destûr neyê dayîn ku kurdek li parçeyeke din kurdekî bikuje.”

‘Divê kurd bi tu awayî rê nedin birakujiyê’

Di berdewamê de jî Kamaç bi lêv kir ku lîstika li Zînî Wertê li gorî daxwaza hêzên dagirker e û wiha pê de çû: “Dixwazim mînaka Habîl û Kabîl bidim. Gava Kabîl dixwaze birayê xwe Habîl bikuje, Habîl jê re dibêje, ‘Dema tu min dikujî ji bo ku zirar negihije te ez ê dengê xwe nekim û destê xwe ranekim.’ Pîroziya herî mezin a di navbera kurdan de jî ev e. Pîroziya din jî desteftiyên erdnîgariya Krudistanê û gelê kurd e. Çi dibe bila bibe divê kurd rê nedin birakujiyê. Heke aloziyên li Zînî Wertê û Mexmûrê bi diyalogê çareser bibin, dê ev rewş ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navîn bibe mînakeke çareseriya bi diyalogê.”

‘Her tişt guherî lê dijminatiya li dijî kurdan neguherî’

Herî dawî jî Kamaç ev tişt anî ziman: “Bi ser damezirandina Tirkiyeyê re sed sal derbas bûn. Lê dijminatiya kurdan qet neguheriye. Li her çar parçeyan li dijî kurdan dijminatî tê kirin. Li Rojhilata Navîn her tişt biguhere jî dijminatiya li dijî kurdan naguhere. Li dijî vê rastiyê tekane rêya xelasiyê jî yekitiya neteweyî ya kurdan e. Dibe ku welat çar parçe be lê ya herî girîng ew e ku tevgerên siyasî yên kurd lihev bikin. Banga min di serî de Mesûd Barzanî, li hemû pêşengên kurdan ew e ku ji bo yekitiyê bixebitin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar