Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Divê aqûbeta windayan were aşkerakirin

Malbatên li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta xizmên xwe yên winda pirsîn, daxwaz kirin ku rastiya windayan a di arşîvan de veşarî bi hemû aliyên ve bê aşkerakirin

Xizmên windayan, çalakiyên xwe yê ku bi şîara ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ her hefte li Amed, Êlih û Îzmê lidar dixin, vê hefteyê jî berdewam kirin.

Li Amedê xizmên windayan û Komelya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê rûniştina 570’emîn a çalakiya xwe lidar xistin. Çalakî li pêşiya komeleyê hat li darxistin û Serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayin jî tev li çalakiyê bû. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ hat vekirin.

Di çalakiyê de aqûbeta Omer Onen ê di 14’ê Çileya 1994’an de li gundê Axtepe yê navçeya Çinarê ya Amedê winda bû, hat pirsîn. Hevjîna Onen Nezîre Baran diyar kir ku hevjînê wê ji bo pezê wan ê winda bi traktorê ji malê derketiye û careke din venegeriyaye malê û wiha got: “Piştî 7 mehan traktora hevjînê hat dîtin lê ew nehat dîtin. Dewletê angaşt dikir ku hevjînê min çûye serê çiya. Bavê 3 zarokan çima biçe serê çiya? bi şev û roj ez li hevjînê xwe geriyam. Deriyê ku min lê neda û rêya ku ez lê neçûm nema. Tenê agahiyek jî negirt.”

Aqûbeta Şehmûs Eroglû hat pirsîn

Li Êlihê xizmên windayan û parastvanên mafên mirovan, di hefteya 476’emîn de li Komeleya Mafê Mirovan a Êlihê hatin gel hev û çalakiya xwe lidar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta Şehymûs Eroglû yê ku di 21’ê Îlona 1995’an de winda bû, hat pirsîn. Rêveberê ÎHD’ê Zekî Tanguner di çalakiyê de axivî û bi van gotinan bal kişand ser polîtîkaya bêcezahiştinê: “Heke ji aliyê dewletê ve aqûbeta windayan derketa holê û faîl bihatina darizandin, wê îro pirsa ŞehymûS Eroglû li ku derê ye nehatina pirsîn.”

Li Îzmîrê jî çalakî pêk hat

Li Îzmîrê jî xizmên windayan û ÎHD’ê di hefteya 508’emîn de, li ber Avahiya Serokwezîriyê ya li navçeya Konakê hatin gel hev. Di çalakiyê de aqûbeta 11 cerdevanên bi navê Ahmet Kaya, Halît Kaya, Abdûllah Îlhan, Alî Nas, Ramazan Nas, Neytûllah Îlhan, Ramazan Orûç, Hamît Yilmaz, Abdûlhalîm Yilmaz, Mehmet Oner û Lokman Ozdemîr ku di 10’ê Çileya 1996’an de li gundê Gêrê û Yatagan ên navçeya Basa ya Şirnexê, di bin çavan de hatibûn kuştin, hat pirsîn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar