Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Divê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê bikeve lîsteya terorê ya cîhanê’

Endama Rêveber a Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan Mune Ebdulselam anî ziman ku dewleta tirk û çeteyên wê li rojavayê Kurdistanê sûcên şer dikin. Ebdulselam bang li NY û rêxistinên mafên mirovan û parastinê yên cîhanê kir ku koma çete ya ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê’ bixin lîsteya terorê

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji bermahiyên DAIŞ û El Nusrayê ku dewleta tirk navê ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê’ lê kiriye, di 9’ê cotmehê de êrîşî rojavayê Kurdistanê kir. Dewleta tirk û çeteyên wê li herêmê gelek sûcên şer kirin û komkujiyên mezin li herêmê pêk anîn. Qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef a di 12’ê cotmehê de, di 21’ê cotmehê de li Girê Spî qetilkirina 3 xebatkarên tenduristiyê û lîstina bi cenazeyê şervana YPJ’ê Amara Rênas çend ji van sûcên şer in.

Rêxistinên sivîl, hiqûqî û şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek caran bang li hêzên navdewletî kirin ku ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê’ bixin lîsteya terorê ya cîhanê. Têkildarî mijarê endama Rêveber a Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li dijî Tundiya Li Ser Jinan Muna Ebdulselam ji ANHA’yê re axivî.

‘Di destpêkê de vîna jina azad hedef hat girtin’

Muna Ebdulselam anî ziman ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê’ tên naskirin, di êrîşên xwe yên li dijî herêmê de di serî de vîna jina azad hedef girtine. Ebdulselam diyar kir ku qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef yek ji nîşaneyên vê yekê ne.

Bang li hêzên cîhanê kir

Ebdulselam herî dawî jî ev bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinen parastina mafên mirovan û parastinê kir: “Em bang li van hêzan dikin ku Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê bixin lîsteya terorê ya cîhanê. Bi kuştin, qetilkirin, wêrankirina gund û bajaran û bidarvekirinan hemû qanûnên navdewletî binpê dikin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar