Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin’

Beşdarên çalakiya Kongra Star nirxandinên Rêber Apo yên ji bo avakirina civakeke ekolojîk, û rola jinan nîqaşkirin û wiha gotin: “Divê perspektîfên Rêber Apo werin praktîkirin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê bidestxistin.”

Dostên kurdan di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cîhanê pêngava cîhanî ” Ji Abdullah Ocalan re azad û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” 10`ê mijdara 2023`yan li 74 navendan cîhanê hatiye ragihandin, li herêmên bakur û rojhilatê sûriyê jî çalakiyên cihereng têne lidarxistin. Kongra Star a Helebê jî cihê xwe di van çalakiyan de girt herê dawî jî di 26`ê gulanê çalakiya konvedanê ji bo 3’yê rojan hat darxist. Li cihê çalakiya bi amûr û cawên kevnar û berhemên jinan hatibû xemilandin û wêneyên Rêber Apo û wêneyên şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê daliqandin.

Çalakî li hola Talêt ya Heleb a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin. Endamên saziyên sivîl, partî, meclis, komîn û hêzên leşkerî tev lê bûn.

Di çalakiyê de, atolye hatin lidarxistin, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya praktîkirina wan bi awayekî rast hatin nîqaşkirin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were bidestxistin.

Endamên koordînasyona Kongar Star a Helebê Fehîme Emo û Nergîz Bekir destpêkirina çalakiyê ragihandin û destnîşan kirin ku divê perspektîfên Rêber Apo werin praktîkirin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê bidestxistin.

Di roja yekemîn a çalakiyê de, endamên Akademiya Şehîd Hêzil Rizgar a Kongar Star, endamên Ragihandina Giştî, Yekitiya Parêzeran, Malbatên Şehîdan, Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Kongra Star û Mala Jinan hazir bûn. Rastiya fermandariyê, pergala girtîgeha Îmraliyê, pergala jinan û malbatê, rêbazên birêxistinkirina jinan, dewlemedkirina bîra wê bi raman û zanabûnê, di wê rojê de hatin nirxandin.

Di roja duyemîn de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ), endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Parastina Cewherî, Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê, saziyên olî û Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û komîteyên wê û her sê meclisên her du taxan, amade bûn.

Girîngiya xweparastina civakî li hember timayên derve, pêwîstiya praktîkirina pergala hevseorkatiyê û dûrahiyên netewa demokratîk çi ne, hatin gotubêjkirin.

Di roja dawîn a çalakiyê de, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokraîtk (MSD), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Komîteya Aboriya Giştî, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çandina Jinan û Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo hazir bûn.

Mijarên wek, rêbazên avakirina Sûriyeya pirreng û nenavendî hatin nîqaşkirin û nirxandinên Rêber Apo yên der barê gel, komîteya perwerdeya civaka demokratîk, ciwan û çand û hunerê hatin xwendin. Beşdaran diyar kirin ku ew bi Rêber Apo û ramanên wî ve girêdayî ne. Her wiha gelek helbest li ser Rêber Apo hatin xwendin.

Komên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo, bernameyên hunerî ku berxwedana Rêber Apo û asta girêdana wan bi ramanên wî nîşan didin, pêşandan. Kongra Star bi daxuyaniyekê bidawîbûna çalakiyê ragihand û bang li saziyan û rêxistinên têkildar kir ku rola xwe bilîzin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê bidestxistin û doza kurd çareser bibe. Her wiha hate diyarkirin ku vîna gelan ên ku xwedî li ramanên rêberê xwe derdikevin, naşike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar