Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê di roja salvegera darbeya siyasî 4’ê Mijdarê de şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê dagir kir. Piştî dagirkirinê hem li bajarên Kurdistanê û hem jî li bajarên Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Bi taybetî çalakî ji roja qeyûm hat tayînkirin heta îro bê navber li Êlihê berdewam kir.
Ji bo piştevaniya berxwedana gelê Êlihê, li dijî tayînkirina qeyûm û bi taybetî jî li dijî tecrîda li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Platforma Saziyên Demokratîk wê sibê li Elîhê “Mîtînga Demokrasî û Azadiyê” li dar bixe. Dê ji hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes û gelek partiyên siyasî beşdarê mîtînga ku dê saet 13.00’an û li Xaçerêya Rêya li Kolanan Amedê bê lidarxistin bibin.
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu derbarê mîtîngê de ji JINNEWS’ê re axivî. Zeynep Oduncu diyar kir ku 3 dewrin qeyûm tayînê li şaredariyên gel dikin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev bû 3 dewr qeyûm tayînê li şaredariya Êlihê dikin. Hevşaredar hatin binçavkirin an jî hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Edîp Solmaz jî şaredarê Êlihê bû hat qetilkirin. Îro carekdin qeyûm hat dayînkirin. Em dizanin ku tayînkirina qeyûm tê wateya qirkirina Gelê Kurd. Her wiha ji roja Birêz Abdullah Ocalan hat dîlgirtin heta îro li Kurdistanê li hemberî Gelê Kurd êriş zêdetir bûn.”
Parlamenter Zeynep Oduncu destnîşan kir ku bingeha hemû pirsgirêkan tecrîd e û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Lê belê her roja ku tecrîd tê kûrkirin şer bêtir li Kurdistanê belav dibe, qetilkirin û qirkirin didome. Em tenê tayînkirina qeyûm wek xespkirina şaredariyan nabînin. Tayînkirina qeyûm tê wateya tunehesibandina vîn, ziman, çand û hunerê. Ev yek bi hev re girêdayîye. Ji ber vê sedemê mîtînga ku dê sibê ango 17’ê Mijdarê de bê lidarxistin dê bibe banga têkbirîna tecrîda Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan. Ji bo aştiyê divê maseya diyalogê carek din bê avakirin.”
Zeynep Oduncu, daxuyand ku heta ku ji bo aştiyê maseya diyalogê neyê avakirin dê pirsgirêk her roja ku derbas dibe dê bêtir zêde bibe û wiha bi lêv kir: “Îro îktîdara AKP-MHP’ê li dijî kurdan polîtîkayên şer dide meşandin. Ev şer dibe sedema têkçûna aboriya Tirkiyeyê. Dibe sedema têkçûna welatiyan. Em carek din dibêjin heta ku tecrîd têk neçe dê pirsgirêkên aborî, civakî û çandî her di nav qeyranan de bin. Ji bo domandina tecrîdê domandina qetilkirina jinan, domandina bêhêvîbûna ciwanan û domandina tunehesibandina vîna gelê kurd e.”
Zeynep Oduncu banga tevlîbûna mîtîngê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Êlihê xwedî li vîna xwe derdikeve. Şev û roj têdikoşe. Em ê sibê ango 17’ê mijdarê li Êlihê li dijî tayînkirina qeyûm, li dijî tecrîdê li qadan bin. Gel di xebat û serdanan de ji me re dibêjin ‘Em ê qadan vala nehêlin û çi ji destê me bê li dijî tayînkirina qeyûm û xespkirina vînê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li Êlihê têkoşîna xwe mezin bikin.”