Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...
Cuma - 6 Eylül 2024

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Divê banga diyalogê bêbersiv nemîne

Li Başûr alozî her diçe mezin dibe. Di 5’ê hezîranê de li Metînayê 5 pêşmergeyên PDK’ê piştî teqîna seyareya ku tê de ne, jiyana xwe ji dest dan. Di destpêkê de çapemeniya bi ser PDK’ê jî tê de di hemû çapemeniya kurd de hate îlankirin ku ev seyare ji alî balafirên şer a dewleta tirk ve hatiye hedefgirtin. Lê piştî Serbest Lezgînê Cîgirê Wezîrê Pêşmergeyê beyan da, bi taybet di çapemeniya PDK’ê de agahî û ziman di cih de guherîn. Ev car îdîa kirin ku pêşmerge ji alî PKK’ê ve hatine hedefgirtin.

Pişt re navenda ragihandinê ya HPG’ê jî beyanek belav kir û îdîayan red kir. Bûyer di demeke kurt de zelal bû. Pêşmerge ne di şerekî de, lê di teqînek din de yan jî di bomberana balafirên şer ên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane.

Derhaqê vê bûyerê de Fermandarê HPG’ê Murat Karayilan jî axivî û 5 pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dane, wekî şehîd îlan kir.

Murat Karayilan di televîzyona Stêrkê de meseleyê bi vî awayî zelal kir:

“Me li van însanan nexistiye. Tam di wî demî de bûyerek wisa em guman dikin ku wekî planek be, provokasyonek be. (…) Ez vê jî bibêjim. Ew kesana bê guneh in. Me fêm kir ku pirî ji wan nizanin diçin ku derê jî. Bêguman însanên bêguneh in, jiyana xwe ji dest dane û şehîd in. Ez ji bo malbatê wan, ji bo mirovên wan sersaxiyê dixwazim. Ji bo hemû birîndaran dibêjim, derbasbûyî be. Ev bûyerê me jî xemgîn kir.”

Ji bo mesele bi zelalî were zanîn, kurd divê ji hest û helwesta dewleta tirk jî agadar bin.

Em hemû dizanin, dewleta tirk ne dostê kurdan e û nabe dost. Her wiha bingeha vê dewleta xwînxwar bi dek û dolaban hatiye qaîmkirin. Murat Karayilan di heman hevpeyvîna xwe de bal dikişîne vê yekê û agahiyek taybet jî cara yekem aşkera dike. Ango behsa daxwaza Erdogan ê ku ji PKK’ê kiriye, dike.

Murat Karayilan di derheqê daxwaza Erdogan de vê yekê tîne ziman:

“Lê tiştek din jî heye û bi rastî tiştekî veşartî bû. Heya niha min digot ez rojekê Kek Mesût bibînim ez ê bi wî re parve bikim, an jî rayedarê PDK’ê bibînim parve bikim. Lê niha li pêş raya giştî ya gelê kurd ez parve dikim. Beriya vê çend mehan bi rêya hinek dostan dewleta tirk heta Tayîp Erdogan bixwe jî ji me re agahî şandin û gotin, ‘di hundirê Tirkiyeyê de ango li bakurê Kurdistan hûn agirbest îlan bikin, lê li beşên din ê Kurdistanê hûn çi bikin jî em mijûl nabin.’ Ango li hemberî agirbest îlan bikin vaye nakokiyên we bi PDK’ê re heye herin bi wan re şer bikin. Ev leyîstokeke dijmin e. Divê em li hemberî leyîstokê dijmin hişyar bin. Dewleta tirk her tim kurdan wisa xapandine û berdane hev.”

Ev agahiyên ku Murat Karayilan aşkera dike, ‘dostaniya’ Erdogan jî aşkera dike.

Tiştên diqewimin girîng in. Xemgîniya 5 peşmergeyan li alîkî dibe ku kurd xemginî û xeteriyên mezintir jî bijîn. Ji bo pêşî li xemgînî û xeteriyan were girtin pêwîstî bi diyaloga navxweyî heye.

Murat Karayilan ji bo vê yekê jî diaxive. Bang li hemû aliyên kurdan û dostê kurdan dike ku ji bo şerek navxweyî dernekeve helwest bigirin. Ev bang girîng e û divê hemû aliyên eleqadar vê banga bê bersiv nehêlin.

Nûçeyên Têkildar