Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Divê baro û rêxistinên hiqûqê pêşî li sepana tecrîde bigrin’

Oyke têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diyar kir ku polîtikayên tecrîdê ji aliyê hiqûqî ve dibe sedema gelek binpêkirinan û got: "Divê baro û rêxistinên hiqûqê sepana tecrîde di çerçoveya hiqûqê de binirxînin û pêşî li vê sepanê bigirin. Ji ber ku heta sepana tecrîdê hebe hemû mafên mirovan ku hatinê bidestxistin dê di bin xeterê de bin.” 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi komployê navneteweyî hat girtin û 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F’yê de di bin tecrîdeke giran de ragirtî ye, 28 meh in tu agahî jê nayê girtin. Her wiha agahî ji Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş ên li cem Ocalan girtî ne jî nayê girtin. Tevî ku gelek caran Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Konseya Meclisa Parlamenterên Ewropa (KMPE) der barê sepanên tecrîde de Tirkiye hişyar kiribû jî tecrîd bi hemû binpêkirinên mafên mirovan ve berdewam dike.

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke binpêkirinên hiqûqî yên ji ber tecrîde nirxand û got ku heta tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan ku hatine bi destxistin di bin xeterê de bin.

Tecrîda li ser birêz Ocalan parçeyek stratejiya şerê taybet e

Oyke bi lêv kir ku sepanên tecrîde li dijî qanûnên Tirkiye û DMME’yê ne û wiha got: “Li gor qanûnên DMME’yê qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran yek jî binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan in. Di hiqûqa nûjên a dinyayê de sepana tecrîdê hatiye qedexekirin lewma li tu cihekî wek vê sepana tecrîde ku li ser birêz Ocalan tê meşandin tune ye. Ji ber wê jî sepana tecrîde taybetî ji bo birêz Ocalan tê meşandin û bi hiqûqê nayê pênasekirin. Sepana tecrîdê ku li ser birêz Ocalan tê meşandin bi rewşa siyasî ve giredayî ye. Desthilat dixwaze fikr û rêmanên birêz Ocalan negihêje civakê. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin yek jî parçeyekê stratejiya şerê taybet e.”

Desthilat dixwaze nêrîn û dengên li dijî wê tune bike 

Oyke destnîşan kir ku sepana tecrîde dibe sedema binpêkirinên qaîdeyên hiqûqê û ev tişt anîn ziman: “Desthilat dixwaze nêrîn û dengên li dijî wê tune bike. Ji ber wê jî sepana tecrîdê li ser hemû civakê ferz dike. Mînaka herî şênber jî girtina rojnameger Merdan Yanardag e. Merdan Yanardag li ser tecrîdê çend gotin kirin û pişt re jî demildest hat girtin. Lê dema meriv bertekên li dijî girtina Yanardag dinêrê hemû jî li ser parastina azadiya fikr û remanan e lê ne tenê ev, divê meriv sepana tecrîde jî bibîne ku çawa li ser mirovan weke amûrekî zextan tê bikaranîn. Ji ber wê jî divê hemû pêkhateyên civakê li dijî sepana tecrîdê derkevin û ji bo bi dawîkirina tecrîdê di nav hewldanan de bin.”

‘Pediviya hemû kesan bi hiqûqê heye’ 

Oyke anî ziman ku tecrîd ji ber ku li dijî hiqûqê ye bi hewldanên hiqûqî ve encam nayê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê êdî hiqûq hatiyê sekinandin. Tişta ku em dibêjine tecrîd rewşeke li dijî hiqûqî ye û sûcê îşkenceyê ye û bi salan e berdewam dike. Divê yên ku baweriya wan bi hiqûqê heye li dijî vê sepanê derkevin. Divê hemû kes li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bike. Ji ber ku pediviya hemû kesan bi hiqûqê heye. Divê hemû baro û partiyên siyasî ji bo bi dawîkirina sepana tecrîdê di nava hewldanan de bin.”

‘Heta tecrîd hebe mafên mirovan dê di bın xeterê de bin’

Oyke diyar kir ku heta sepana tecrîde hebe hemû mafên mirovan dê di bin xeterê de bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê baro û rêxistinên hiqûqê sepana tecrîde di çerçoveya hiqûqê de binirxînin û pêşî li vê sepanê bigirin. Ji ber ku heta sepana tecrîdê hebe hemû mafên mirovan ku hatinê bidestxistin dê di bin xeterê de bin. Ango mafên bingehîn ên mirovan dê bên binpêkirin, ji bo em bi rewşeke wisa re rû bi rû nemînin divê demildest pêşî li vê bê hiqûqiyê bê girtin. Heke wisa nebe bi awayekî kêfî hemû mafên mirovan dê bên binpêkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar