Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Divê başûrî malên Tirkiyeyê boykot bikin

Aktîvîsta ji Duhokê Jiyan Yasîn diyar kir ku bêdengî û bêhelwestiya hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê li hemberî bûyera Trabzonê cihê matmayînê ye û divê hemû kurd malên Tirkiyeyê boykot bikin û neçin Tirkiyeyê

Di 18’ê tîrmehêli bajarê Trabzon ê Tirkiyeyê geştiyarên Herêma Federal a Kurdistanê dema bi ala Herêma Federal a Kurdistanê re wêne dikişandin, rastî êrîşa nîjanperestên tirk hatin û piştre jî hatin binçavkirn û hinek birîndar bûn.

Aktîvîsta ji Duhokê Jiyan Yasîn têkildarî bêdengiya hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ya li hemberî bûyerê û bêhelwestiya hikûmeta ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ji Rojnewsê re axivî. Jiyan Yasîn diyar kir ku kurd geleke ku ji nan û avê zêdetir pêwîstiya wê bi nasyonalîzmê heye ku bi awayekê çand û zimanê xwe biparêzin û got;”Ji ber ku kurd bi xwe qurbaniyên nasyonalîzma tundrewan in. kurd dibêjin, ‘Ger tu nezanî çav li cîranê xwe bike.’ Tirkiye bi hemû hêza xwe ya leşkerî, çandî, siyasî û aborî hewla xilaskirina kurdan dide û naxwaze gelê kurd bimîne. Lê, kurd li başûrê Kurdistanê bi hînceta bazirganî û geştiyarî xwe li hemberî vê siyasetê bêdeng dikin û dixwazin bibin dostê wê.”

Bêdengî cihê matmayînê ye

Jiyan Yasîn bal kişand li ser bêhelwestî û bêdengiya hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û rayedarên berpirs a li hemberî bûyera Trabzonê û wiha domand: “Birastî bêdengî cihê matmayînê ye. Gelo ev ala sembola kurda ye? Ji ber çi Herêma Federal Kurdistanê ketiye di bin kontrola dewletekî herêmî ku nahêle ala wê jî derbikeve. Gelo Tirkiye tenê dijminê PKK’ê ye yan dijminê hemû kurdane û dixwaze xwîna kurdan helal bike? Lewaziya xelkê başûrê Kurdistanê ewe ku  dema bombebarana Kurdistanê dikin, ji bo Tirkiyeyê digirin.  Hîn beşek ji xelkê başûrê Kurdistanê fam nekirine ku Tirkiye kurdan qebûl nake. Tenê dema kurdek bibe tirk qebûl dike.”

Her tişt radestî Tirkiyeyê kirine

Jiyan Yasîn têkildarî metirsiya dagirkeriyê û bêdengiya rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê jî wiha got: “Mixabin Herêma Kurdistanê tevahiya çavkaniya jiyanê ya xelkê radestî Tirkiyeyê kiriye. Dibêjin, rêzdarim temaşeyî kêmûkurtiyan nekin. Ti çiya, deşt û bajarek ê başûrê Kurdistanê nemaye neketîbe jêr bombebarana dewleta Tirk de û hîn hikûmeta Herêma Kurdistanê li şûna helwest bigire,  yan PKK’ê gunehbar dike yan xwe bêdeng dike. Ji bo ku dilê Erdogan nehêlin. Eger PKK ne be jî Tirkiye dijminê kurdan e. Ne serdema neteweperestiyê ye, lê ji bo ku gelê kurd ji vê qonaxê derkeve, pêwîstî pê heye.”

‘Herêm ji leşker û çekê Tirkiyeyê tîje bûye’

Jiyan Yasîn eşkere kir ku niha tevahiya xwediyê cihên bazirganiyê yên li başûrê Kurdistanê tirk in û got, “Herêm ji leşker û çekê Tirkiyeyê tîje bûye. Gelo serweriye yan bênirxkirina xakê ye? Herêma Behdînan di bin kontrola partiyek desthilat de ye û rê nade welatî li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bide. Vê herêmê pêwîstî bi şoreşî l dijî desthilata Tirkiyeyê ye. Divê em hemû boykota malên Tirkiyeyê bikin. Divê serdana welatekê nekîn ku dahata wê ji bo kirîna çekên li dijî gelê me bi kar tîne. Gund û bajarên me wêran dike. Rez û baxçeyên me dişewîtine. Sivîlan bi hînceta hebûna baregehan dike qurbanî.”

‘Divê pêşî li binpêkirina leşkerên Tirk were girtin’

Aktîvîsta ji Dihokê Jiyan Yasîn herî dawî got,”Kurdistan milkê tevahiya hizb û hêzên  Kurdistanê ye. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê û rêxistinên sivîl li ser xetê bin û rê nedin binpêkirinên leşkerên  tirk a li ser xaka kurdan. Ji ber ku eger wiha biçe divê em hemû xwe fêrî zimanê tirkî bikin.” DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar