Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Divê berxwedana gel û gerîla bibe yek

Gerîlaya YJA Starê Berfîn Rêbaz diyar kir ku gerîlayên HPG û YJA Starê derbên giran li dewleta tirk dixin û destnîşan kir ku divê li hemberî êrîşên dagirkeriyê berxwedana gel û gerîla bibe yek

Gerîlaya YJA Starê Berfîn Rêbaz têkilî êrîşa dagirker a tirk a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîla axivî.

Gerîla Berfîn Rêbaz diyar kir ku ew bi giyanê şehîdên gulanê pêşvajoyê pêşwazî dikin û wiha got: “Dijmin bi rêbazên hovaneke êrîşê tîne ser qadên gerîla. Her kes vê dibîne û bi vê dizane. Li Metîna, Heftanîn, Garê, Zap, Avaşîn û Qadên Parastinê yên Medyayê berxwedan didome. Li herêma Derarê ya Metîna berxwedaneke mezin heye.

Dijmin tê, êrîş dike, her kes vê dibîne û haya xwe ji van êrîşên hovane heye. Lê belê berxwedana heyî hemû êrîşên dijmin li bin dixîne. Her kes vê dibîne û ev di çapemeniyê de jî tê weşandin. Rastiya heyî tê dîtin. Bêguman dijmin di çapemeniya xwe de dinepixîne, îdîa dike ku hinek cih girtiye. Lê ne wisa ye. Berxwedana ku tê meşandin derbên giran ji aliyê aborî û leşkerî ve li dijmin dixe. Ev yek dijmin pûç dike.

Dewleta tirk niha pûç bûye

Gerîla Berfîn da zanîn ku dewleta tirk niha di warê leşkeri û siyasî de pûç bûye û ev tişt anî ziman: “Bi êrîşên xwe yên bi taybetî li ser xeta sînor dixwaze siyaseta xwe dewam bike, polîtîkaya xwe bimeşîne. Lê belê nikare vê bike. Bi berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê çokê dijmin dişikê. Lewma em dixwazin vê bêjin; dijmin çi dike bila bike nikare qadên me bi hêsanî bigire. Bixwaze bi pêş ve bê, wê li berxwedanekê rast bê. Em ê qîma xwe tenê bi berxwedanê nînin, em ê bi ser bikevin.

Weke gerîlayên HPG û YJA Starê me bi Cenga Xabûrê pêvajo pêşwazî kir. Cenga Xabûrê wê ji leşkerên tirk re li xaka Kurdistanê bibe goristan. Cenga Xabûrê serketin daniye pêşiya xwe, wê bi ser bikeve.

Divê berxwedana gel û gerîla bibe yek

Her wiha gerîlaya YJA Starê Berfîn Rêbaz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke jineke Başûr dixwazim çend tiştan bêjim. Di nava PKK’ê de berxwedan, xweragirî û serketin ji bo gerîla armanc e. Weke şoreşgeke Başûr bi taybetî weke gerîlayeke YJA Starê bang li gelê Başûr hemûyan dikim; dijmin û dostê xwe hîn baştir binasin. Bi taybetî desthilatdariya Barzanî divê baş bê naskirin. Eger îro dewleta tirk êrîşê dibe ser herêmên sînor, ev yek bi destûra desthilatdariya Barzanî dibe. Eger ew nehêle, dewleta tirk nikare bi hêsanî êrîşî herêmên sînor bike. Belê gerîla li ber xwe dide, lê belê gel jî bi çalakî û nerazîbûna xwe divê ji vê berxwedanê re bibe alîkar. Lewma divê gelê Başûr van tiştan bibîne, di nava çalakiyan de be, di nava nerazîbûnê de be li hemberî van êrîşan. Bang li gelê Başûr bi taybetî jî jinên Başûr dikim ku çalakiyan bikin. Êdî azadî ji bo me girîng e. Azadî ji bo gelê kurd bûye mîna nan û av. Pêwîst e gelê kurd bi taybetî gelê Başûr bide dû azadiya xwe. Eger vê neke, wê dewleta tirk û hemû dijminên kurd wê karibin wan bi hêsanî bindest bikin û xaka wan dagir bikin. Em jî nahêlin xaka me bê dagirkirin. Gelê Başûr divê bi vê çarçoveyê tevbigere. Eger gelê kurd bi taybetî gelê Başûr nerazîbûnê nîşanî van êrîşan bide bawer dikim ku dewleta tirk wê qet nikaribe bi hêsanî êrîşî gelê kurd bike. Êrîşên dewleta Tirkiyeyê ne tenê li dijî PKK’ê ye li dijî tevahiya gelê kurd e. Li dijî gelê Başûr e, divê gelê Başûr vê baş bibîne û baş zanibe. Lewma divê nêzîkatiyekê nîşan bide. Di dawiyê de dixwazim vê bêjim; berxwedana gel û gerîla divê bibe yek. Ev yek pêk were wê serketin misoger be. Em bi vê armancê û biryardariyê Cenga Xabûrê pêşwazî dikin. Di dawiyê de dibêjim, serketin a gelê kurd e, serketin a gerîla ye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar