Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê berxwedana girtiyan tenê neye hiştin’

Serokê KKP'ê Sînan Çîftyurek, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan perçeyeke polîtîkaya şer e û got ku divê berxwedana girtiyan tenê neye hiştin

Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger a bi armacan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 78’an de ye. Piştgiriya partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û xizmên girtiyan a ji bo çalakiya girtiyan didome. Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî destnîşan kir ku divê her kes xwedî li çalakiya girtiyan derkeve.

Çîftyurek diyar kir ku sedema tecrîda li ser Ocalan, polîtîkaya şer a dewleta tirk e û sedema ku niha tecrîd hatiye şidandin jî girêdayî şerê li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê ye.

Tecrîd polîtîkayên şer e

Çîftyurek da zanîn ku yek ji aktorê herî bibandor ê Rojhilata Navîn Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Siyaseta ku Ocalan li Kurdistan û herêmê bi rê ve dibe, gava ne li gor siyaseta dewleta tirk be, hikûmet nahêle Ocalan têkeve dewrê û tecrîdê jî wekî perçeyek polîtîkaya şerî bi kar tîne. Yanî dewleta tirk dibêje, ‘heger tu li gor polîtîkayên min hereket nekî, ez ê nehêlim tu biaxivî.’ Polîtîkaya dewleta tirk a li bakurê Kurdistanê ew e ku ji bo li bakurê Kurdistanê pergaleke federe neyê avakirin, tevî rejîmên dagirker û yên din tevdigere; li Herêma Kurdistan û rojavayê Kurdistanê jî dixwaze pergalên heyî berteng bike. Wateya rojane ya tecrîdê ev e.”

Çîftyurek got ku dewlet bi pêkanînên xwe yên tecrîdê qanûnên xwe binpê dike û zext û zoriyên ku bi tecrdê li Ocalan û li girtiyan tê kirin şermezar kir.

Divê gav bên avêtin

Her wiha Çîftyurek bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ji bo azadiya Ocalan dane destpêkirin û got ku berî çalakiya girtiyan veguhere rojiya mirinê, demildest divê tecrîd bi dawî bibe û ji bo vê jî divê Wezareta Dadê gavina bavêje û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li girtîgehan û li derve heq, hiqûq û edalet hatine binpêkirin. Greva birçîbûnê, berxwedana herî dawî ye ku girtî serî lê didin. Divê berxwedana girtiyan bi tenê neyê hiştin. Heger veguhere rojiya mirinê, dê bibe sedema mirinan. Hikûmet çiqas zû daxwazên girtiyan qebûl bike, dê ewqasî pêşî li ber texrîbata laşî bigire. Wext kêm dibe, divê hikûmet gavina bavêje. Hêvîdar im ev berxwedana ku girtî ji mecbûrî dane dane destpêkirin, bibe sedema serketineke mayinde.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar