Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Divê berxwedanek giştî pêş bikeve

Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz ku 157 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide diyar kir ku heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li ber xwe bide û ji bo berxwedana bi hev re bang kir

Endamê HDP’ê yê li Başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 157 roj in li bajarê Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye ji ANF’ê re axivî. Yagiz di serî de Leyla Guven, çalakgerên greva birçîbûnê û kesên di çarçoveya pêngava “Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin” de li ber xwe didin, silav kir.

Yagiz bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan tê ferzkirin û wiha got: “Divê gelê me û dostên me dawî li tecrîdê bînin. Li dijî faşîzma li Kurdistan û Tirkiyeyê divê çalakiyên berxwedanê bên geşkirin. Gelê kurd ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê adarê de helwesteke xurt nîşan da, AKP-MHP têk bir û paşeroja Kurdistan û Tirkiyeyê guhert. Divê têkçûna AKP-MHP’ê ya di hilbijartinê de weke neynikekê bê dîtin û ji bo bidawîkirina tecrîdê em berxwedana xwe mezin bikin. Lewma tecrîd bi geşkirina berxwedanê dikare ji holê bê rakirin. Em dengê berxwedanê bilind bikin.”

‘Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe bi ser bikevin’

Di dewama axaftina xwe de Nasir Yagiz destnîşan kir ku têkoşîn û berxwedana wan wê teqez bi ser bikeve û ev tişt anî ziman: “Yekane rêya li pêşiya me berxwedan û têkoşîn e. Ne tenê gelê kurd divê dostên gelê kurd dengê têkoşîna li dijî tecrîdê bilind bike. Ji ber ku yekane rêya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn niha li Îmraliyê tecrîdkirî ye. Lewma divê em hîn bi xurtî têbikoşin û berxwedana xwe mezin bikin.”

Banga li dijî bêdengiyê

Yagiz bang li saziyên navneteweyî jî kir û wiha got: “Dewletên ku dibêjin ew mafên mirovan diparêzin, li pêşberî vê rengê xwe ker û lal dikin. Ger xwe heta niha ker û lal dikin, wê demê di mijara tecrîdê de hevkarên dewleta tirk a faşîst in. Gelê kurd bi taybetî jî ciwanên kurd divê vê qebûl nekin, li dijî vê li ber xwe bidin. Bang li saziyên sivîl ên civakê jî dikim ku bêdeng nemînin.”

Nasir Yagiz di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi yekîtiyeke xurt û bi hev re wê bi ser bikevin û dawî li tecrîdê bînin. HEWLÊR 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar