Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Divê berxwedêr pêşî li nokeran bigirin!

Ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn ne tiştekî bi dizî ye. Ya rast jî dagirker û şirîkên wan ên navneteweyî heta niha bikaribûna dîzayna xwe bêyî kurdan pêk bînin, plana xwe bi dawî jî anîbûn, lê plana wan pêk nehat. Sedem jî aşkera ye. Kurd, plana wan têk birin. Ew plana ku pêşeroja kurdan tê de ne diyar bû, ango tenê bi qirkirina kurdan dikaribû bikeve meriyetê qebûl nekirin.

Ev plan ewil li rojavayê Kurdistanê têk çû. DAIŞ, lîstoka wan ê herî mezin bû. Ew lîstok li Kobanê li dîwarê berxwedanê wer bû. Ev car parêzvanên DAIŞ’ê rasterast derketin pêş. Dagirkirina Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û êrîşên ku heta niha didomin, kiryarên parêzvanên DAIŞ’ê ne. Niha jî bi van kiryarên qirêj dixwazin kurdan bînin rê!

Ne tenê li rojavayê Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê jî dek û dolabên xwe didomînin. Li wê beşa Kurdistanê jî derdê wan şerê navxweyî ye. Ji bo lawazbûna hêzên kurdî, ji wan re şerekî navxweyî divê. Ji mêj ve ye hewla wan ev e.

Ev plan jî bi berxwedana kurdan têk çû. Eger gelê kurd, siyasetmedar, hunermend, nivîskar û kesayetiyên kurd û hwd. bertek nîşan nedana, ev plan bi ser diket. Kes û aliyên navkirî zext li ser partiyên kurdî danîne û rê nadin ev plan bi ser bikeve.

Dagirker û şirîkên wan hê jî dev ji plana xwe bernedane. Ji lawaziya kurdan îstîfade dikin û hin kesan jî bi dilê xwe bi kar tînin.

Niha li başûrê Kurdistanê aloziyek girseyî ya civakî û siyasî heye. Gel bertek nîşan dide û bi hezaran kes li gelek bajar û navçeyan daketine qadan. Sedem aşkera ye. Gel birçî ye. Mûçeyên wan nadin. Li gel Bexdayê pirsgirêkên mezin hene. Di ser de jî bi hezaran leşkerên tirk, li başûrê Kurdistanê bi cih bûne.

Tu li hin beyanên rayedar û siyasetmedarên başûrî binêrî, sedema vê aloziya dawî jî PKK ye.

Hin rojnameyên wan nûçeyan çêdikin, dibêjin “Hin belge ketine dest ku PKK Silêmaniyê têk dide”, lê di nûçeyên wan de yek belgeyek, yek agahiyek sererast tune ye.

Bila dema dagirkirina Kerkûkê were bîra me. Wê demê dewleta tirk aşkera neyartiyê dikir, lê çapemeniya serdest a başûrê Kurdistanê carekê jî li dijî dewleta tirk tu tiştek nenivîsand. Wê demê ji hêzên li Kerkûkê şer dikirin, tenê PKK mabû. Di serî de hêzên YNK, tu pêşmerge li Kerkûkê nemabû. Dûre PKK’î jî dev ji şer berdan, lê yên dewleta tirk sûcdar nedikirin, şûrên xwe li PKK’ê kişandibûn. Te digot qey, ne artêşa Iraq û hêzên Haşdî Şabî, lê PKK’ê Kerkûk dagirkiriye!

Niha jî heman tişt li Şengalê dikin.

Gelo, ma çi feyda PKK’ê ji aloziya Silêmanî û Şingalê heye? Aşkera ye ku tenê hêzên dîzaynker, dewleta tirk û ya Îranê dikarin ji aloziyeke wisa feydeyê bigirin.

Belê, gel biheq in. Mafê wan heye, bertek nîşan bidin. Hikûmet jî mecbûr e pirsgirêkên wan ên siyasî û civakî çareser bike, lê ev nayê vê wateyê ku PKK, ew ê ji aloziya başûrê Kurdistanê feyde bigire. PKK jî dizane ku li başûrê Kurdistanê alozî çiqas mezin bibe, di serî de dewleta tirk hemû dagirker û şirîkên wan ew ê zêdetir li wan deran bi cih bibin.

Baş e, madem rewş ev e, çima hin rayedar û siyasetmedarên başûrê Kurdistanê di çapemeniya xwe de PKK’ê sûcdar dikin?

Aşkera ye! Ew plana ku li Kobanê li dîwarê berxwedanê wer bû; ew plana ku li dîwarê hestên gelê kurd wer bû û derbas nebû, dixwazin careke din bixin meriyetê. Ji ber ku pêşeroja hinekan di wê planê de ye. Êdî hinek ji wan aşkera diparêzin, dibêjin “Bila biçûk be ya min be.” Wisa diyar e ku hinekan ev soz jî daye wan.

Lê çû! Ew plana ku tenê bi qirkirina kurdan dikarin bixin meriyetê, têk çû. Berdêla wê giran bû lê ev berdêl rê neda ku kurd werin tunekirin.

Tê dîtin ku vê rastiyê tenê dagirker û nokerên wan fêm nekirine. Hin hêzên navneteweyî jî tê de êdî dibînin ku ew nikarin bi vê plana têkçûyî bimeşin. Ji bo ku ew aliyên ku têkçûna planê dibînin bikaribin pêvajoyê biguherînin, pêwîstî bi yekdengî û yekhelwestiya kurdan heye.

Êdî mesele ji partiyan boriye. Di her partiyê de hemû rayedar, kadir, endam û alîgir wekî hev nafikirin. Di her partiyê de berxwedêr jî hene, noker jî.  Divê berxwedêr rola xwe bilîzin û rê nedin planên dagirkeran.

Eger wiha be ew ê biçûk û mezin, hemû beşên Kurdistanê ji vê pêşketinê îstifade bikin.

Nûçeyên Têkildar