Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

‘Divê bi awayekî topyekûn li hemberî tayînkirina qeyûman derkevin’

Hunermendên Tirkiyeyê bertek nîşanî darbeya qeyûmê dan û gotin ku vv bi tu awayî nayê qebûlkirin û gotin, “Ji bo wê ya girîng vîna gel e û divê mirov bi awayekî topyekûn li hemberî tayinkirina qeyûman rabin.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji 2026’an vir ve bi darbeya qeyûman şaredariyên gel dagir dike. Bi vê dagikeriyê re dijminatiya xwe ya li hemberî gelên Kurdistanê bi awayekî aşkera nîşan dide. Desthilata faşîst herî dawî Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş girt, nêzî 20 sal sal ceza lê birî û bi waliyê mêtinger ê Colemêrgê şaredarî dagir kir. Bi vê re dixwazin qeyûmên darbekar bişînin hemû şaredariyên DEM Partiyê. Ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her roj bertekên li dijî darbeya qeyûman zêde dibin.

Senarîst-Derhêner Emîn Alper ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî, darbeya qeyûm wekî “darbeyeke siyasî” pênase kir û wiha got: “Ne hewce ye mirov berê gotinê bibe cihekî din. Ev darbeyeke herêmî û siyasî ye. Dozeke deh salan, piştî hilbijartinê bi 2 mehan careke din kirin rojev û bêyî bihêlin meclisa şaredariyê şaredarekî nû hilbijêre qeyûm tayin kirin. Ya hatiye kirin veder ckirina gelê Colemêrgê ye. Desthilat bi vê yekê dibêje ‘tu qîmeta raya we tune ye.’ Jixwe her kes dizane ku biryarnameya ku erka tayinkirina qeyûm daye Wezareta Karên Navxweyî jî li dijî Destûra Bingehîn e.”

Hunermend Berna Laçîn jî destnîşan kir ku tu palgeheke hiqûqî ya tayinkirina qeyûman tune ye û wiha axivî: “Ez bi her awayî li dijî tayinkirina qeyûm im û tu hêleke wê ya hiqûqî tune ye. Desthilatê qeyûm ji xwe re kiriye tibîhet û polîtîkayeke dagirkirinê. Desthilat dixwaze hin deverên ku ew dikare mudaxile bike, bi polîtîkaya dagirkeriyê bi rê ve bibe. Bi taybetî jî qeyûm tayinî cihên ku nikare bi hilbijartinê bi dest bixe. Ev ji bo welatê me tiştekî pir talûke ye. Ji bo min ya herî girîng, kesê ku gel ew hilbijartiye. Ger der barê kesên hatien hilbijartin îdia hebin, dikaribû bigota namzetê we hilbijartiye ne guncan e. Ger YSK’ê jî bi sedema ku ‘Çawa be wê qeyûm bê tayinkirin’ serlêdan qebûl kiribe, di vir de dîsa neyteke xirab heye. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji bo wê ya girîng vîna gel e û divê mirov bi awayekî topyekûn li hemberî tayinkirina qeyûman rabin.”

Hunermend Nûr Surer anî ziman ku ew li dijî tayinkirina qeyûman e û got ku polîtîkayên qeyûman bi desthilata AKP’ê ketine rojeva Tirkiyeyê. Surer bilêv kir ku di tu dema dîroka Tirkiyeyê de pêkanînên ev qasî bêhiqûqî û dijdemokratîk çênebûne û got: “Di faşîzma 12’ê Îlonê de jî pêkanîneke wiha tune ye. Di dîroka Tirkiyeyê de piştî girtina şaredar, tayinkirina qeyûm tune ye. Cara sêyan qeyûm tayinî Colemêrgê kirin. Polîtîkaya qeyûmtiyê bi AKP’ê re ketiye rojeva Tirkiyeyê.”

Nûr Surer destnîşan kir ku bi polîtîkaya qeyûmtiyê re vîna gelê kurd hatiye xespkirin.  Nûr Surer destnîşan kir ku divê polîtîkaya qeyûm tenê wekî qeyûmê tayinî şaredariyê hatiye kirin neyê dîtin û wiha got: “Îpotekkirina vîna gelê kurd e. Divê her kes li dijî vê pêkanînê rabe ser piyan.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar