Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

‘Divê bi ruhê şoreşgerî kar ji bo pêşxistina zimanê kurdî bikin’

Mamoste û nivîskarên tev li komxebata ziman bûyîn diyar kirin ku ji bo pêşxistina zimanê kurdî pêwîstî bi xebatê heye û gotin: “Divê em hemû bi ruhê şoreşgerî kar ji bo pêşxistina zimanê kurdî bikin û ji bo vê armancê jî malên xwe bikin dibistanên kurdî”

Di 21’ê sibatê de bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Koyeyê bi hevkariya Komîsyona ziman a Kongreya Netewî ya Kurdistanê, komxebatek li ser ziman organîze kirin. Komxebata li ser rewşa niha ya zimanê kurdî û astengiyên li ser zimanê kurdî bû. Kesên tev li vê komxebatê bûne têkildarî rewşa zimanê kurdî de axivîn.

Serokê Beşê Zimanê Kurdî yê Zanîngeha Koyeyê Dr.Derya Hewêzî diyar kir ku pêwîstiya zimanê kurdî bi xebatê ku rojhilatê Kurdistanê mamoste Zara Mihemedî dikir heye û got: “Ji ber xebata ziman 5 sal ceza dan mamoste Zara. Divê em hemû wiha bifikirin ku em pêşmergeyek weke Zara Mihemed in.  Divê em wiha bihizrin ku şert nîne ku ev cîhanbûna zimanê biyanî ya niha li piraniya welatan heye û hatiye herêmê, bikin sedema paşguxistina zimanê kurdî. Ji bo vê armancê divê em weke welatên din zimanê dayikê fêrî hemû wan kesan bikin ku tên welatê me.”

Dr.Derya Hewêzî destnîşan kir ku divê weke mijarên xwendinê zêdetir girîngî bi zimanê kurdî were dayîn û ew pirs kir; “Nizanim ji ber çi sedem li tişte ku di salên borî de, li refên 12’yan dibistana amadeyî, ziman û wêjeya kurdî weke mijarek neserekî tê temaşekirin û pileya kêmtir ji bo diyar kirine? Ev wiha dike ku piştî xwendevanan ev qonax derbas kir, girîngiyê bi zimanê xwe din û paşguh bixin.”

Dr. Derya Hewêzî bal kişand ser rola navendên xwendinê ji bo girîngîdana zimanê kurdî û wiha domand: “Mixabin, ji derveyî beşên zimanê kurdî yên li Zanîngehan tu beşek din bi zimanê kurdî naaxivin. Vê ji bi hînceta ku çavkanî bi zimanê erebî û îngilîzîn e dikin. Lê dikarin çavkaniyên piraniya beşên din heta bijîşkî û endezyariyê jî bikin kurdî.”

‘Dewleta tirk naxwaze zimanê kurdî bibe fermî’

Nivîskar Hemîd Dilbahar ku tev li komxebata li Koyeyê bibû, li bakurê Kurdistanê  li ser rewşa zimanê kurdî axivî û got: “Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê naxwaze zimanê kurdî bibe fermî. Ji ber vê jî li gel zext û gefên zêde jî, Tirkiye ji bo dijberiya zimanê kurdî serî li her riyê dike. Her saziyek ku bixwaze kar ji bo pêşxistina zimanê kurdî bike, rûbirûyî êrîşan tê. Divê çarçoveyê de, çend sazî girtine. Bi dehan rojnameger jî girtine yan jî li pêşiya karê gelakan astengiyan çêdike.”

Nivîskar Hemîd Dilbahar wiha domand: “Serokên wan şaredariyên ku li bakurê Kurdistanê bi îradeya kurdan hatin hilbijartin, hatine girtin û riya wan kesên ku xebatê ji bo belavkirina zimanê kurdî dikin tê girtin. Rê nadin li zanîngeh û dibistanan zimanê kurdî were xwendin. Heta ew melayên ku bi zimanê kurdî diaxivin jî tên girtin.”

‘Bi ruhê seferberiyê ji bo pêşxistina ziman têkoşînê bikin’

Nivîskar Dilbahar destnîşan kir ku divê niha ji bo pêşxistin û parastina zimanê kurdî ji berî her tiştî hemû pêşengên siyasî û saziyên ziman bi ruhê seferberiyê û li ser hînê stratejî û siyaseta zimanê kurdî bi projeyek hevbeş têkoşînê bikin û ji bo şoreş û raperînê bikin.

‘Malên xwe bikin dibistanên kurdî’

Nivîskar Hemîd Dilbahar diyar kir ku pêwîste hemû rewşenbîr, nivîskar û saziyên ziman û aliyên peywendîdar bi ruhê şoreşgerî kar ji bo serxistina zimanê kurdî bikin û bikin karê xwe yên pêşin û got: “Ev jî bi du riyan dibe, yekem, li welatên dagirker, daxwaz bikin ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî, xwepêşandan, çalakî û panelên cur bi cur bikin. Riya duyem jî ewe ku divê em hemû mala xwe bikin dibistanên kurdî û hemû sazî ji bo pêşxistina zimanê kurdî têkoşînê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar