Bayê guhertinê Tirkiyeyê dixe nava xwe!

Guhertinên li Sûriyeyê bandorê li hemû herêma Rojhilata Navîn dike û bayê wê heta Tirkiye û Îranê jî wê here. Dewleta Tirk a ku...

Dewleta Tirk bi federe ya Kurdistana Iraqê razî kirin

Di dîroka Kurd de sahneyên bi heman rengî gelekî hene. Bedirxan Beg jî sala 1847’an li Botanê di heman rewşê de bû. Bi artêşa...

Bayê guhertinê Tirkiyeyê dixe nava xwe!

Guhertinên li Sûriyeyê bandorê li hemû herêma Rojhilata Navîn dike û bayê wê heta Tirkiye û Îranê jî wê here. Dewleta Tirk a ku...

Dewleta Tirk bi federe ya Kurdistana Iraqê razî kirin

Di dîroka Kurd de sahneyên bi heman rengî gelekî hene. Bedirxan Beg jî sala 1847’an li Botanê di heman rewşê de bû. Bi artêşa...
Salı - 24 Aralık 2024

Bayê guhertinê Tirkiyeyê dixe nava xwe!

Guhertinên li Sûriyeyê bandorê li hemû herêma Rojhilata Navîn dike û bayê wê heta Tirkiye û Îranê jî wê here. Dewleta Tirk a ku...

Dewleta Tirk bi federe ya Kurdistana Iraqê razî kirin

Di dîroka Kurd de sahneyên bi heman rengî gelekî hene. Bedirxan Beg jî sala 1847’an li Botanê di heman rewşê de bû. Bi artêşa...

Divê çavên her kesî li çapameniya azad be

Sûriye, Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ne. Di vî warî de cihê xwe di nav mijarên sereke yên rojname, radyo, televîzyon û weşana înternetê de cih digire. Şîrovevan şîroveyên xwe û lêkolîner jî lêkolînên xwe di van dezgehên ragihandinê de bi temaşevanên xwe re parve dikin. Siyasetmedar li paş namînin û ji bo bandorê bikin xwe ji belavkirina raman û propagandayê dûr nagirin.

Bi şopandina van hemû organên medyayê bê kî/ê çi gotiye dikare fêm bike. Gelo ev yek ji hêla temaşevanên wê ve çiqas tê pejirandin? Ev jî weke mijareke nîqaşê derdikeve pêş.

Kesên ku bi civakê eleqedar û hesas in, bi qasî ku ragihandinên bi dest dixin dişopînin. Lêbelê, “çiqas têne pejirandin” an “çiqas ji wan tên red kirin” pirsên ku hewce ne ku werin bersivandinin.

Dema mirov li organên medyaya Tirkiyeyê dinere, bersiva van pirsan ev e ku li Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê her tişt xizmeta pêşxistina têgihîştina ku rayedarên dewletê di rêça ku “pêşbînî” û “bendewariyê” de ne. Bandora ku tê afirandin li gorî wê teşe digire. Nêzîkatiya serdest a di organên medyaya serdest de ku bûne yek deng, li gorî vê tê diyarkirin. Organên ragihandinê yên ku dijberiya wan bi nakok, zimanekî dudilî bi kar tînin jî, newêrin ji nêzîkatiya organên çapemeniya şerê taybet ê serdest ên heyî derkevin û li hemberî vê helwesteke ber bi çav nîşan bidin.

Li hemberî vana çapemeniya azad û demokratîk bi rê û rêbazên xwe, bi pîvana “Rastî di tariyê de nemînin” hewl dide rola xwe bilîze. Lê dema vê yekê dike jî tê astengkirin û bi zextên giran re rû bi rû dimîne. Nûçegihan, nivîskar, karmend û rêveberan dibin navendên êşkenceyê û ji wir jî dixin zindanan. Çapemeniya azad û demokratîk li dijî vê yekê bi erka têkoşîna radibe.

Encamên vê têkoşînê mezin an biçûk bin, lê keda hatî dayîn, hewla ku tê dayîn û berdêla ku tê dayîn bi tevahî nayê xelatkirin. Lê tevî vê yekê jî bi hişmendiya erk û berpirsyariyê helwesteke bi rûmet nîşan dide.

Nêzîkatiya herî girîng û rast ew e ku tiştên li Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê diqewimin, li gorî ziman, nivîs û kamerayên kesên ku vê helwesta birûmet nîşand didin fêm bikin, şîrove bikin û binirxînin.

Pêwîst e mirov cudahiya di navbera ragihandina li ser Sûriyeyê yên ji aliyê nûçegihan û xebatkarên li ser navê organên ragihandinê yên azad û demokratîk tên kirin û di dîmen, wêne, nûçe û analîzên madyaya ku ji xwe re dibêje “muxalîf” a ku di bin bandora medyaya serdest de dimîne de rastiyê bibîne. Ji bo ku civak ji rastiyan agahdar nebe her tim çapemeniya azad û demokratîk di bin zextê de tê girtin, medyaya mêtinger jî bi xeyalên medyaya dîjîtal bi tinekirina rastiyan rê li ber operasyonên ferasetê vedike. Rejîma şerê taybet a Tirk tehemûl nake ku dengekî din derkeve. Mînaka vê lînçkirina Nevşîn Mengu ya ku dixwest biçe Sûriyeyê û bibîne li ser navê “rojnamegeriyê” çi diqewime û hevpeyvîna wê ya bi yek ji rêveberên PYD’ê Salih Muslim re kir nîşaneya vê yekê ye

Tê zanîn ku têkiliya Nevşîn Mengu bi saziyên çapemeniya azad û demokratîk re nîne. Tevî vê yekê jî hevpeyvîna bi Salih Muslim û weşandina wê di malpera xwe de sûc tê dîtin. Ji hêla dozgeriyê ve hat binçavkirin der barê wê de doz vekirin. Piştre ji bo çavên wê bitirsînin bi şert berdan. Ev mînak bi tena serê xwe normên çapemenî û weşangeriyê yên li Tirkiyeyê nîşan dide û tiştên ku tên kirin çiqasî li gorî pîvanên rojnamegeriyê radixe ber çavan.

Tevî vê yekê jî çapemeniya azad û demokratîk bi hêz û derfetên xwe bûyerên li Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê diqewimin pêşkêşî temaşevanan dike. Rastiyên ku li wir tên pêşkêşkirin, aşkere dikin ku tiştên li Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê diqewimin, qet ne weke ku ji aliyê çapemeniya serdest a Tirkiyeyê ve ji raya giştî re tê pêşkêşkirine.

Her tim bûye mijara rexne û nirxandinê ku rejîma Baas a Sûriyeyê ne demokratîk e gel, bawerî, çand û nasnameyên li wir dijîn weke hev nagire û neteweperestiya Ereb esas digire. Weke Komara Erebî ya Sûriyeyê tê binavkirin, nîşan dide ku ev rexne çiqas mafdar û di cih de ne. Di encamê de rejîma Baasê ya ku xwedî taybetmendiyeke wiha ye, her çiqas li dijî vê taybetmendiya pir-nasnameyî ya Sûriyeyê derket jî, nikarîbû xwe ji hilweşandinê rizgar bike. Lê belê mirov li ser wê yekê bifikire ku HTŞ a ku îdia dike ku li şûna rejîma Baasê li Sûriyeyê bûye desthilatdar, di vî warî de ji rejîma Baasê cuda ye. Di nav wan kesên ku wek hêza HTŞ têne xuyakirin, wek ku di medyayê di wêne û dîmenên kamerayan de xuya dike ku nîşaneyên DAIŞ’ê li ser cilên wan, çengên wan û milên wan hene. Her wiha ji bilî DAIŞ’ê komên cuda yên çete jî li heman alî ne. Li gel van komên çete, çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî hene. Ew yek di sala 2011’an de dest pê kiriye. Ne diyar e ka ew heta çi radeyê di bin bandora HTŞ’ê de ne, biryarên HTŞ’ê çiqasî esas digirin û çawa tevdigerin. Colanî yê ku weke serokê HTŞ’ê hatiye îlankirin, soza xwe ya “şer bi dawî bû” bi cih neanî, ev nîşaneya vê yekê ye. Van hêzan guh nedan talîmatên Colanî, guh dane talîmatên şefên şerê taybet ê Tirk. Di encamê de bi armanca dagirkirin û wêrankirinê êrîşî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê kirin. Her wiha li cihên ketinê komkujî, tecawiz, êşkence û talan kirin. Serî, dest û ling jê kirin, kî/ê derketin pêşiya wan li nava kuçeyê qetil kirin. Şerê Sûriyeyê bi vî awayî veguherî êrîşeke dagirkerî û wêrankirina Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê. Hê jî ev êrîş didomin. Agirbesta 4 rojan a ku bi navbeynkariya hêzên koalîsyonê hatibû qebûlkirin û dawiyê rojeke din hat dirêjkirin binpê kirin û êrîşên dagirkerî û tunekirinê didomin. Medyaya şerê taybet a serdest a Tirk, van sûcên li dijî mirovahiyê û şer, weke qehremaniya Tirkiyeyê nîşan dide.

Lê bi rûxandina rejîma Baasê û ketina HTŞ’ê ya Şamê re, nerîn û bendewariyên hin dewletên herêmê û hêzên navneteweyî ji bo guherandina desthilatdariyê; li ser bidawîkirina şer û avêtina gavên ji bo avakirina dewleta Sûriyeyê bû. Ji bo bidestxistina vê yekê jî li ser asta herêmî û navneteweyî civîn hatin lidarxistin û li ser mijarên bingehîn ên wekî parastina yekparçeyiya Sûriyeyê û parastina yekparçeyiya dewleta Sûriyeyê û demokratîkkirina wê li hev kirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî ragihand ku wan vê peyman qebûl dikin. Lêbelê, ev yek pêk nehat. Komên çete yên di bin serweriya Komara Tirk de ku îdia dike ku li derdora HTŞ’ê li hev kom bûne, li dijî ax û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê yên di bin parastina HSD’ê de ne, dest bi êrîşên dagirkeriyê û wêrankirinê kirin.

Ev êrîşa dagirkeriyê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye destpêkirin, lihevkirina hem dewletên herêmê û hem jî hêzên navneteweyî û ji aliyê HSD’ê ve hatiye qebûlkirin têk birin û paşeroja Sûriyeyê ya piştî rejîma Baas xistin nava nezelaliyê. Di vê nezelaliyê û daxuyaniyên HTŞ û komên çete yên ku digotin li dora wê li hev kom bûne, bê rejîmekê ava bikin diyar bû. Di daxuyaniyan xwe de  aşkere dibûjin ku ew ê weke dema şerê Sûriyeyê di sala 2011’an de destpê kir, wê yên derveyî xwe qebûl nekin. Her wiha dixwestin her kes di her warî de serî li ber wan bitewîne. Dema vê yekê dikir, rejîma şerê taybet a Tirk û kesên mîna R.T. Erdogan, Hakan Fîdan, Yaşar Guler, Îbrahîm Kalin ferman, hêz û cesaret girtin. Ev gotin tê wateya redkirina rastiya gel, civak, bawerî, çand û nasnameyên li xaka Sûriyeyê bi hev re dijîn e.

Li hemberî rastiyeke wiha, kesên ku li ser bingeha pêkhateyên pir bawerî, çandî, nasnameyî û etnîkî ji bo jinûve avakirina Sûriyeyê hatin cem hev, divê peymana demokratik, azad û wekheviya cudahiyan qebûl dike biparêzin û pêwîstiyên wê bi cih bînin. Tişta ku ji gelên Sûriyeyê, ji bawerî, çand û nasnameyên cuda tê xwestin pêkanîna van pêwîstiyan e.

Ev rastiya Sûriyeyê ya heyî, bendewariyên gelên Sûriyeyê, encamên ku şerê 13 sal in derxistine holê didomin û divê tiştên pêk tên û diqewimin baş bên dîtin. Kî dixwaze gelên Sûriyeyê bi hev re di nava şert û mercên aştî, demokratîk, azad û wekhev de bijî û Sûriye li ser vê bingehê ji nû ve bê avakirin û kî li dijî vê yekê ye divê rastiya wê were dîtin. Ger ev yek bê kirin, wê were dîtin ku bê kî dixwaze Sûriyeyê di nava kaosê de bihêle û di xwîna gelan de bixeniqîne û bike cihê mêtingerî û talanê. Ferqa di navbera kesên ku ji bo gelên Sûriyeyê jiyaneke hevpar û wekheviyê dixwazin û yên ku dixwazin Sûriyeyê bikin dojeh tê dîtin. Yên ku vê cudahiyê misoger bike ne dewleta Tirk a mêtinger, qirker, faşîst û şerê taybet ê qirêj û bomberdûmana psîkolojîk a çapemeniya serdest e. Berevajî vê, ya ku vê yekê bike çapemeniya azad û demokratîk e. Ji ber vê yekê jî kesên ku dixwazin rastiya Sûriyeyê û hêviyên gelê Sûriyeyê bibînin û fêm bikin, dixwazin bigihêjin encameke rast û bibin xwedî helwest, bêguman divê çavên we li çapemeniya azad û demokratîk be. Em wisa bawer dikin ku çapemeniya azad û demokratîk mîna di pratîka şehîdên Rojava, Mexmûr, Şengal û Bakurê Kurdistanê derket holê wê weke şopdarên wan bi “fedayîtî” erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin.

Nûçeyên Têkildar