Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê civakê xwedî li greva birçîbûnê derkeve’

Hevseroka OHD’ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk da zanîn ku bêhiqûqiyê ji Îmraliyê dest pê kir û pêl bi pêl belav bû û bang kir ku divê civak xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî bêhiqûqiyê derkeve

Greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, di roja 165’emîn de didome.

Hevseroka Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê Şukran Ozturk bal kişand ser tecrîdê û greva birçîbûnê.

‘Ji Îmraliyê pêl bi pêl dest pê kir’

Ozturk pergala tecrîdê ya li Îmraliyê wek ‘pergala îşkenceyê’ pênase kir û wiha got: “Ev tecrîd dijhiqûqî ye. Bi zanebûn û hişmendî vê polîtîkaya tecrîdê bi rê ve dibin. Tecrîd ewilî belavî girtîgehên din bû û pişt re belavî ser tevahiya civakê bû. Sepanên tecrîdê pêl bi pêl belavî ser civakê bû. Tecrîd bi hiqûq û yasayên kêfî tê sepandin. Hikmên hiqûq navnetewî jî hatine binpêkirin. Ev sepanên kêfî du sal in li her deverê derdikevin pêşiya me. Mafên ku hiqûqê ji bo girtiyan daye destpêkirin jî hatine desteserkirin. Dixwazin bi axaftina telefonê ya 5 deqîqeyan jî civakê bixapînin.”

Divê civak xwedî li grevan derkeve

Ozturk destnîşan kir ku herî zêde li girtîgehan binpêkirinên mafan diqewimin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi pandemiyê re ev binpêkirinên li girtîgehan zêde bûn. Daxwazên girtiyan pir zelal in. Dixwazin li tavilê tecrîd rabe û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin. Bêyî ku hevdîtinên li Îmraliyê bibe mijara bazariyê divê li gorî mevzûatê pêk werin. Her welatî dikare daxwazên girtiyan wek daxwazên xwe bibîne. Çimkî tecrîd bûye pirsgirêka tevahiya civakê. Ji ber vê yekê jî divê tevahiya civakê xwedî li girtiyan û çalakiya wan derkeve.”  ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar