Înisiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê ku ji sala 2016’an vir ve piştgiriya derûncivakî ya bi zimanê dayikê dide di 2024’an de weke Komeleya Derûnînasên Mezopotamyayê (Der-Mez) ji hêla fermî ve xebatên xwe didomîne. Hevberdevka Komeleya Derûnînasên Mezopotamyayê Jiyan Ay derbarê rizîbûna civakê, êrişên li dijî jinan û zarokan, bandora polîtîkayên desthilatê yên li ser dêrûniya civakê, sedemê dûrbûna mirovan a ji civakîbûnê de ji Ajansa Welat re axivî.
Jiyan Ay derbarê êrşên li dijî zarokan û jinan û sedemê rizîbûna civakê de wiha got: “Di hemû cihanê de, li gelek dever û welatan ji hêla jin û zarokan ve gelek pirsgirêkên dij exlaqî tên jiyîn. Mixabin ev ne tenê rastiya erdnîgariya ku em lê dijîn e, ev rastiya hemû cihanê ye. Awayê qewimandina bûyeran, hejmar û neteweya kesan dibe ku li gorî welatan biguhere lê kirde ango kesên ku ji van bûyeran bandor dibînin, bi piranî jî jiyana xwe ji dest didin jin û zarok in. Di hemû deverên jiyanê de jin biçûk tên dîtin, tune tên hesibandin, rastî tundî û zextên fîzîkî û derûnî tên.”
Jiyan Ay destnîşan kir ku jin neçar tê hiştin ku di nav pergaleke ku ji rastî û heqîqeta xwe, ji xwebûna xwe dûr bikeve de bijî û wiha domand: “Pergala heyî ya riziyayî encama fikir û ramanê mêrantiyê yê ku heqîqeta civak û jinê dagirkiriye û îro jî dixwaze bi rêyên cuda ji holê rake ye. Çand û exlaqê civakê dibe alîkar ku mirov başî, xirabî û qenciyê ji hev veqetîne. Bi vê rê û rêbazê civakeke exlaqî û polîtîk ava dibe. Lê belê mixabin îro her ferdeke/î civakê ji xwebûna xwe, nirxên exlaqî û polîtîk tê dûrxistin. Ji rastî û heqîqeta xwe dûr ketin biyanîbûnê bi xwe re tîne. Ji bo mirov ji rastiya xwe dûr bikevin gelek alav tên bikaranîn. Divê mirov ji webaya ‘serdema mirovên ji rêzê’ biparêze û ew cewhera ku aliyê wan ê ku jiyanê û zindîbûnê diafirîne, dihewîne û şîn dike derxe holê û bi xwe mikur were ku azad bibe. Yan na biyanîbûna kesayetî û civakî ku ya îro tê jiyîn jî ev e, nakokî û nezaniyek ji aliyê jiyaneke çawa, kesayetiyeke çawa ve ava dike.”
Jiyan Ay bi lêv kir ku bi giştî sedema pirsgirêkên civakî desthilatdar û polîtîkayên wan in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdar dixwazin bi lawazkirin û ji hêzxistina jinê modeleke malbatê ava bikin. Îro bi modela malbatê ya ku dixwazin ava bikin re hewl didin ku mezinbûnê pêşketina civakê nîşan bidin lê belê ev qirkirina malbatê ye. Bi pîrozdîtina malbatê, jin û zarokan dikin xulamên mêr û pergala xwe. Ev yek bi xwe dibe sedem ku malbat hilweşe û rizî bibe. Di encama vê de di nav civak û malbatbûnê de biyanîbûneke kûr ava dibe. Ji ber vê sedemê îro jin dibêjin ‘jin, jiyan, azadî’ ji ber ku jin ji xwe re biyanî ye, bêyî ku hay ji azadiyê hebe di nav malbat û civaka ku sînorên wê hatine diyarkirin de dijî. Lewma azadî û jiyîna jinê bingeha civakê û malbatê ye. Ji bo ev rizîbûn ji holê rabe divê civakeke demokratîk, ekolojîk û azad were avakirin.”
Jiyan Ay anî ziman ku sedema takekesî û dûrketina ji civakîbûnê ji xwebûna xwe dûrketin e û axaftina xwe wiha bi dawî kir. “Ev bi xwe jî polîtîkayek e ku ji aliyê desthilatdaran ve li ser gelan tê ferzkirin. Di heman demê de ev yek bi xwe re bengîtiyeke şexsî jî ava dike. Ev dibe sedem ku heqîqet û rastiya civakî, piştgiriya civakî ku stûr û piştevaniyeke herî mezin ya mirovan e, bişikêne û ji holê rake. Dema takekesî di nav civakek de zêde bibe, êrîş û zext jî zêdetir dibin. Lê belê civakên komunal di her pirsgirêkek û şikestinek de ji hev re dibin piştevan, hêz ji hev digirin. Qirkirin û guhertina çanda civakî jî ew e ku mirovan bêyî rê û rêbazan bihêlin ku di heqê tiştekî de neyê, bi ser nekeve, sist, pûç û rizî bibe ku bi kêrî wan were.”