Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Divê ciwan xwe li dijî fuhûş û hişbirî birêxistin bikin

Endama Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê Esengul Kiliç diyar kir ku dê li dijî fuhûş û hişbira ku bikaranîna wê li bajarên kurdan zêde bûye têkoşîneke mezin bidin

Li seranserê Tirkiyeyê û bi taybet jî li bajarên bakurê Kurdistanê bi rê û rêbazên cuda, fuhûş li jinên ciwan tê ferzkirin û li aliyekî din jî bikaranîna hişbirê di nav ciwanan de zêde bûye. Bi taybet di 2016’an de piştî tayînkirina qeyûman, xebat û aktîvîteyên ji bo ciwanan ji aliye qeyûman ve hatin bidawîkirin, fuhûş û bikaranîna hişbirê zêde bû. Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî bi pêngava ‘Razêr nebe azad be’ li dijî fuhûş û hişbirê kampanyaya têkoşînê da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de ji bo ciwan ji lepên fuhûş û hişbirê bên rizgarkirin li gelek bajaran xebat hat meşandin.

Endama meclisa jinên ciwan Esengul Kiliç derbarê sedemên zêdebûna hişbir, fuhûşê û rêbazên têkoşînê de nirxandin kir.

Polîtîkayên şerê taybet tê meşandin

Kiliç da zanîn ku AKP û MHP li herêmê polîtîkaya şerê taybet dimeşînin û vê polîtîkayê jî li ser jin û ciwanan dikin meriyetê. Kiliç destnîşan kir ku divê li dijî vê têkoşînek xurt bê dayîn û wiha got: “Li dijî polîtîkayên şerê taybet têkoşînek rêxistinkirî pêwîst e. Bi taybet li Kurdistanê bi destê desthilatdariyê polîtîkaya şer tê meşandin. Di çarçoveya vê pêngavê de, em wek hêza ciwanan a berdewama mîrateya nifşên 68’an ketin vê rê. Pêşengên civakê ciwan in. Ji ber vê sedemê jî gelek lîstik li ser wan tên lîstin. Hewl didin ciwanan ji rê derxin. Divê ciwan di her mijarê de xwedî hişmend bin û berpirsyariyê bigirin. Berpirsyariya civakî ya jinên ciwan zêdetir e. Li ser jinan polîtîkayek dijehlaqî ya mezin tê meşandin.”

‘Bi fikrî parastina cewherî pêk bînin’

Di axaftina xwe de Kiliç anî ziman ku mirov di serî de difikire bê ka çi şaş, çi rast e û biryarê dide, dikare bi fikr parastina xwe ya cewherî pêk bîne û wiha pêde çû: “Polîtîka li pêş fikr û nêrînên ciwanan tên meşandin. Ji bo vê bikaranîna hişbirê li herêmê zêde kirin e. Ji ber ku hişbir mirovan girêdayê xwe dike û nahêle mirov bifikirin. Mirov bi tiştekî ve girêdayî bimîne azadî tê astengkirin. Jin rastî tecawizê tên lê ji ber zextên civakê nikarin bînin ziman. Ji ber vê divê jin xwe birêxistin bikin. Ciwan divê hişmendî, aktîfbûn û radîkalbûna xwe biparêzin. Divê li dijî hişbir û fuhûşê refleksan nîşan bidin. Ger firotina hişbirê bibînin divê bêdeng neminin û têkoşîna xwe pêş bixin.”

Ji bo civakek nû têdikoşin

Her wiha Kiliç diyar kir ku divê civak xwe ji nû ve ava bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdar hewl dide pêşiya jinan bigire. Ji ber vê pêşî li xebatên wan digire. Xweza tê talankirin. Jiyan tê tunekirin. Em jî li dijî vê hewl didin tiştekî bikin, lê em her tim rastî astengiyan tên. Em perspektîfa birêz Ocalan esas digirin û ji bo avakirina civakek nû têdikoşin. Em ê li kolan û taxên xwe parastina cewherî pêk bînin û pêşî nedin firotina hişbirê. Em ê hişbirê nexin taxên xwe. Kesên fuhûşê dikin, yên didin kirin jî wê bên teşhîrkirin. Divê jin xwe biparêzin. Em ê destûrê nedin hişbir û fuhûşê. Ligel vê li ciwanên kurd sîxurtî jî tê ferzkirin. Em li dijî vê jî têdikoşin. Di vê mijarê de îdiaya me mezin e.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar