Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Divê ciwanên Başûr ji bo azadiya Rêber Ocalan dakevin qadan’

Têkildarî pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ ya KCK’ê, komek ji Meclisa Ciwanên Welatparêz a Kerkûk û Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyê de tecrîda 21 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin û hate ragihandin ku li gel tecrîda li Îmraliyê polîtîkaya qirkirinê li ser tevahiya Kurdistanê tê ferzkirin.

Ciwana diyar kirin ku Ocalan bi fikir û felsefeya xwe pergal û jiyaneke nû ji bo mirovahiyê diafirîne û wiha gotin: “Vê yekê hêzên hegemonîk û statukoparêz tirsand. Dewletên ku li ser pişta gelan desthilatdariya xwe ava kiriye, ji hebûna Rêber Apo ditirse. Ji ber vê yekê tecrîda girankirî ya Îmraliyê roj bi roj li ser Rêber Apo tê şidandin. Tecrîd li ser ciwan, jin, dayik, zarok, pîr hwd. bi şêwazên cûr be cûr tê rêvebirin. Tecrîd bi esasî navenda şer û qirkirinê ye. Dagirkeriya tirk hemû hêz û nêrînên xwe ji wir digire. Li ser vê yekê, êrîşê dibe ser her devera Kurdistanê. Êrîşî çand, ziman, axa me dike. Têkbirina tecrîdê bidawîkirina dagirkeriya tirk e.

Em ciwan û jinên ciwan ên başûrê Kurdistanê didin diyar kirin ku tecrîda li ser Rêber Apo li ser kurd û Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê em qebûl nakin û li dijî tecrîdê em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Em tevlibûna xwe ya pêngava KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye’ ji vir didin diyar kirin. Em wek ciwan û jinên ciwan ên başûrê Kurdistanê bi şîara ‘Bi ruhê Cenga Heftanînê Dagikeriyê Têk Bibe, Kurdistanê Biparêze’ tev li pêngava ji bo azadiya Rêber Apo dibin.”

Di dewama daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Başûr hate kirin da ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li dijî tecrîd û dagirkeriyê li her navçe û bajaran dakevin qadan û çalakiyan bikin. Herî dawî carek din bang li ciwanan hate kirin ku divê hemû ciwan rola xwe ya pêşengiyê ji bo têkbirina dagirkeriyê û parastina Kurdistanê bi cih bînin. KERKUK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar