Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

‘Divê CPT êdî gavên şênber bavêje’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye. Heta niha parêzeran bi hezaran caran serî li dozgeriyê da ku bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin. Malbatan bi sedan caran serî li dozgeriyê dan ku bi Ocalan re hevdîtin bikin. Lê serlêdan û daxwazên wan ên hevdîtinê bi hincetên cuda red kirin. Girtiyên siyasî hefteyê 2 caran û her carê dikarin 10 deqîqeyan dikarin bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivin. Lê Ocalan di nava 21 salan de tenê îsal carekê mafê telefonê dan wî. Mafê Ocalan ê hevdîtina bi parêzeran, malbatê re tê astengkirin. Mafê Ocalan ê telefonê tê astengkirin. Dîsa pirtûk, rojname û kovar tên sînorkirin. Lê li gel hemû tecrîdê her cara ku Ocalan ziyaret kirine peyama aştî, demokrasî û çareseriya pirsgirêkê anîye ziman.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yurekli li ser tecrîdkirina Ocalan û helwesta Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û polîtîkayên hikûmetê nirxandin kir.

‘Em ji Îmraliyê agahî nagirin’

Yureklî destnîşan kir ku ji ber rîska piştî vîrûsa corona (Covid-19) û tenduristiya Ocalan wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan û wiha got: “Muwekilê me ji ber temenê wî û vîrûsa corona di bin rîskê de ye. Şertên Girtîgeha Îmraliyê ne guncav e. Jiyana muwekilê me Ocalan di bin gefek mezin de ye. Ji bo tedbîrên mayinde bên girtin me hin daxwazên xwe parve kirin. Serlêdana AYM’ê gelek girîng e. Ji ber ku em ji Îmraliyê agahî nastînin. Ev bi serê xwe binpêkirina herî mezin e. Ji ber me serî li saziyên hiqûqa navxweyî da û me encam bi dest nexist, me serî li AYM’ê da. Serlêdanek mînak e. Lê dema rastiya Îmraliyê be û girtina 21 salan be, bê wate û bê qîmet e.

Ji ber dema mijar dibe Îmrali, her kêlî, her saet û her roj, li dervê ewlehiya hiqûqî û ewlehiya tenduristiyê tê hiştin. Nikare ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê bigire. Li Îmraliyê gav li gorî zagon û destûra bingehîn nayên avêtin. Li vir hiqûq û mafên mirovan tune ye. Mafê girtiyan li vir tune ye. Dewletê dest daniye ser muwekilê me Ocalan. Divê ewlehiya wî biparêzin. Wê ewlehiya wî nayê parastin. Tişta li Îmraliyê heye ‘Xezpa azadiyê’ ‘destdanîna ser vînê’ heye. Ev jî sûc e.”

‘Tenê hekîmtiya înfazê bersiv da’

Di axaftina xwe de Yureklî da zanîn ku wan ji bo mafê Ocalan ê tenduristî û ewlehiyê biparêzin û dawî li bê hiqûqiyê bînin serî li Hekîmtiya Înfazê, Dozgerî, Wezareta Dadê, û Midûrîyeta Giştî ya Malên Tevkifevan a Girtîgehan dane û wiha domand: “Lê tenê Hekîmtiya Înfazê bersîv da. Wan jî got ‘Ev ne karê min e’ û serlêdan red kir. Piştî vê bersîvê me serlêdanên tedbîrê nekirin. Ji ber yên din jî red kirin me serî li DMME’ê da û me xwest DMME tedbîrên parastinê bistîne.”

Yureklî bal kişand ser helwesta AYM’ê û ev tişt anî ziman: “Roja me serî li AYM’ê da di heman rojê de bersiv dan me lê bi nivîskî tu bersîv nedan me. AYM’ê got ‘Tu rewşên lezgîn ên ji bo tedbîr bên girtin tune ye.’ û bêyî lêkolîn bike û li gorî zanistiyê biryarê bide, leşker û bi pêşdarazî biryar da. Dema ev biryar da tu lêkolîn nekir û gelek pirs bê bersiv hiştin.”

‘Îmrali li dijî vîrûsê bê parastin e’

Yureklî bal kişand ser rewşa Girtîgeha Îmraliyê û wiha pêde çû: “Girtîgeha Îmraliyê wekî girtîgehên din nîne. Bi sedan girtî lê ne girtî ne. Tenê 4 muvekîlên me lê girtî ne. Li gorî Birêz Ocalan ev girtîgeh hatiye dîzanykirin. Li gel ku girtîgeh di şertên îzolasyonê de hatiye avakirin jî dîsa bi hezaran personel li wir peyvirdar in. Bi hezaran personel li Bûrsayê bi derve re di temasê de ne. Nema Girava Îmraliyê pir zêde ye. Ji ber çûn û hatina personelan û ji ber nema zêde gumana ku vîrûs li Îmraliyê belav bibe bêtir hêzan e. Hem muwekilê me Birêz Ocalan û hem girtiyên din temenê wan mezin in. Birêz Ocalan 21 sal in li vê girtîgehê girtî ye. Nexweşiya pergala bêhnê ya kronîk heye. Muwekîlên me yên din jî demek dirêj in girtî ne û rîska wan bêtir zêde ye.”

Tesbîtên CPT têr nakin

Di axaftina xwe de Yureklî anî ziman ku dema wan serî li DMME’ê da, CPT rapora sala 2019’an parve kirin û ev yek girîng bû û wiha got: “CPT di raporê de balê dikişîne ser ‘tecrîdê û girtina veşarî’. Ev girîng e. Lê tenê em tespît û çavdêriyê ji CPT naxwazin. Divê ji bo çareseriyê gavan bavêje û zorê li dewletan bike. Divê êdî CPT tenê tespîtan neke. Divê êdî gavên şênber bavêje. Em ê tespîtên CPT’ê yên di raporê de cih danê pêşkêşî DMME’ê bikin.”

Cezayê dîsplînê li dijî hiqûqê ye

Cengîz Yureklî diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûqê tuneye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Îmraliyê bi hinceta ‘Cezayê dîsîplînê’ destûr nadin ku malbat û parêzer biçin hevdîtinê. Ev bi xwe li dijî hiqûqê ye. Belgeyên der barê cezayê dîsîplînê de ji parêzeran vedişêrin. Ev li dijî zagon û hiqûqê ye. 21 sal in vê tecrîda li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê rewa nîşan didin. Cezayê Muebeta Giran ku di sala 1999’an de li Birêz Ocalan birîn di sala 2005’an de kirasên zagonî li vê biryarê kirin. Li Îmraliyê xezpa azadiyê û binpêkirina hiqûqê ye. Li Girava Îmraliyê 21 bê hiqûqî didome. Pergala li Îmraliyê li dijî hiqûq û zagonan e.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar