Davutoglu di axaftineke xwe de diyar kiribû ger ew defterên berê veke dê nikaribin derkevin nav mirovan. Têkildarî mijarê HDP’ê ji meclisê xwe gotinên Davutoglu bên lêkolîn kirin. Her wiha rêvebera navendî ya SYKM’ê Satiye Ok jî ji Davutoglu xwest bila biaxivî û hemû rastiyan bibêje
Serokwezirê berê Ahmet Davutoglu ku du roj berê di civînekê de axivî, bal kişandibû geşedanên k udi navbera 7’ê hezîranê û 1’ê mijdarê û diyar kiribû ku ger derbarê têkoşîna terorê de defterên berê bên vekirin dê nikaribin derkevin nav mirovan.
Wekîla Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan, têkildarî gotinên Davutoglu xwest meclis lekolînê bike. Kurtulan xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin û van gotinan yek bi yek lêkolîn bikin. Kurtulan anî ziman ku di wê pêvajoya ku Davutoglu qal dike de di 5’ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê di mîtînga HDP’ê de teqîn pêk hatibû. Di 20’ê Tîrmehê de li Pirsûsê teqîn pêk hatibû. Li GAR’a Enqereyê teqîn pêk hatibû û li Serekaniyê 2 polîs hatibûn kuştin û xwest ev yek bi yek bên lêkolînkirin û ronîkirin.
Rêvebera Navendî ya SYKM’ê Satiye Ok ku li Amedê tev li çalakiyê şermezarkirina qeyûman bû, bang li Davutoglu kir û wiha got: “Erdogan bersivê dide serokomar. Em ne xerîbê ve yekê ne. Em vê yekê di salên 1996’an de ji axaftinên Mehmet Agar dizanin. Davutoglu dizane ku bipeyive wê AKP di bin de bimîne. Ji ber vê yekê em ji Davutoglu re dibêjin bipeyive. Tu li benda çiy î? Di 5’ê Hezîranê de li Amedê teqîn çêbû. Di 20’ê Tîrmehê de li Pirsûsê teqîn çêbû. Di 10’ê Cotmehê de li Enqereyê teqîn çûbû. Ji ber van teqînan bi sedan hevalên me jiyana xwe ji dest dan û bi sedan hevalên me seqet man. Em ji Davutoglu dipirsin tu çima napeyivî?”
Di heman mijarê de Platforma Malbatên Pirsûsê jî li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek parve kir û xwes hemû bûyerên ku di navbera 7’ê hezîranê û 1’ê mijarê de pêk hatine bên aşkerakirin û faîlên van bûyeran bên darizandin.