Navenda Nuçeyan|
Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî ya Ewropayê bi daxuyaniyekê got divê dawî li peymana ser Şengalê were.
Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî ya Ewropayê li dijî peymana PDK-Bexdayê ya li ser Şengalê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a li dijî Şengalê ya di navbera PDK-Bexdayê de hate bibîrxistin, hate gotin tu hikmê vê peymanê ji bo gelê Şengalê, gelê herêmê, Kurdan, hêzên sosyalîst û şoreşger nîne, divê demildest dewleta Iraqê û PDK dev ji peymanên kolekirinê berdin.
Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî her wiha got ew ê li ber şikandina vîna gelê Şengalê bêdeng nemînin û li dijî mêtingeriya Tirk bi dirûşma, ”Em faşîzmê hilweşînin, azadiyê pêk bînin” bang li gelên Ewropa kir ku têbikoşin.