Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Divê daxwazên girtiyan bi cih bên’

Parêzer Halîse Dakali diyar kir ku desthilatdariya ku piştgiriya gel winda kiriye, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şidandiye û ji bo bidawîkirina tecrîdê xwest daxwazên girtiyan ên di greva birçîbûnê de ne, bi cih bên

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Halîse Dakali têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan didome, axivî.

Dakali bal kişand ser ‘Pêvajoya Çareseriyê’ û diyar kir ku gelan wê demê dît ku berevajî îdîa û propagandayên xapandinê yên dewletê, Ocalan ji bo gelan, ji bo demokratîkbûna welêt tevdigere û wiha got: “Pêşniyar û çareseriyên Ocalan xizmetê ji çareseriya bi rêyên aştiyane ya pirsgirêkên Rojhilata Navîn dike. Polîtîkayên li dijî van gotinan pûç bûn û desthilatdarî piştgiriya gel ji dest da. Lewma, destpêkê pêvajoya çareseriyê hate qedandin û piştre jî tecrîd hate şidandin. Bi bicihanîna polîtîkaya tecrîda mutleq re polîtîkaya zexta giran li dijî gelên Tirkiyeyê kete dewrê. Bi rêya çavtirsandinê û polîtîkayên neteweperestiyê hewl didin piştgiriya gel a ku ji dest dane, ji nû ve bi dest bixin.”

Halîse Dakali anî ziman ku tecrîd ji aliyê xwe yê hiqûqî wêdetir divê weke teknîka desthilatdarî û rêveberiyê bê dîtin û destnîşan kir ku ev rêbaza li dijî Ocalan dest pê kir, gav bi gav li ser her beşên civakê tê ceribandin.

‘Li Îmraliyê bi rêk û pêk îşkence tê kirin’

Di axaftina xwe de Dakali bi bîr xist ku di rapora dawî ya CPT de careke hate ragihandin ku pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê li dijî peymanên navneteweyî ne, divê dest ji van pêkanînan bê berdan û wiha domand: “Lê belê bersiva Tirkiyeyê ya li rapora CPT ew bû ku ji bo astengkirinê biryarên nû da, bi vî rengî jî daxwazên malbatê, wasî û parêzeran ên ji bo hevdîtinê hemû red kirin. Daxwazên hevdîtinê yên malbatê, wasî û parêzeran ku beriya niha bi hinceta şert û mercên nebaş ên hewayê û pirsgirêkên teknîkî dihatin redkirin, dema dawî bi hinceta biryarên desteya dîsîplînê ya rêveberiya girtîgehê û dadgeriyê tên astengkirin.”

Parêzer Dakali destnîşan kir ku tecrîda giran a li Girtîgeha Îmraliyê, bi rengekî aşkera binpêkirina qanûnên Tirkiye û peymanên navneteweyî ye û wiha dewam kir: “Bidawîkirina tecrîda mutleq ji bo gelên Rojhilata Navîn hêvî ye. Ocalan di her hevdîtinê de têkildarî pirsgirêka kurd giranî daniye ser çareserî û aştiyê. Ji bo demeke kurt jî be di pêvajoya bêşer de nefes hat ber civakê. Ji bo ev nefes damîmî be, divê her kes xwedî li vê îradeya aştiyê derkeve.”

Divê gavên pêwîst bên avêtin

Halîse Dakali bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û bi bîr xist ku mîna grevên beriya niha daxwaza bingehîn bidawîkirina bêhiqûqiyê û rakirina tecrîda mutleq a li ser Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Pêkanînên li dijî hiqûqê û binpêkirina rûmeta mirovahiyê ya li girtîgehan, bi guheritnên nû yên qanûnî girantir bûne. Cihêkarî bi rengekî neqanûnê tê kirin, tê bicihanîn û bi guhertinên nû yên qanûnî re girtî careke din ji mafên xwe yên azadiyê bêpar tên hiştin û tên cezakirin. Di demekê de ku kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê tên ferzkirin, girtî bi biryar û guhertinên kêfî ji maf û azadiya xwe bêpar tên hiştin, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan divê weke nîşaneya azadiya îfadeyê bê dîtin ku di Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de hatiye ewlekirin. Lê belê li şûna ku ev yek bê kirin, bi hinceta tev li greva birçîbûnê bûne cezayên dîsîplînê li girtiyan tên birîn, tên tecrîdkirin.”

Bang li hikûmetê kir

Dakali bal kişand ser astengkirina mafê tenduristiyê, lêgerîna tazîkirî, bi kelepçeyê birina nexweşxaneyê, şopandina 24 saetan a girtiyan bi rêya kamera, destwerdana li jiyana taybet, astengkirina pêwîstiyên bingehîn ên jiyanî yên girtiyan û destnîşan kir ku greva birçîbûnê di heman demê de ji bo bidawîkirina van kiryaran e.

Her wiha parêzer Halîse Dakali diyar kir ku ji bo bersiv ji daxwazên mafdar ên girtiyan re bê dayîn, divê desthilatdarî û civak bi berpirsyarî tevbigerin û bang li rayedarên hikûmetê kir ku dawî li tecrîda mutleq a li Girtîgeha Îmraliyê bîne û ji bo bersiv ji daxwazên girtiyan re bê dayîn gavên pêwîst bên avêtin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar